ROJEVA 6’Ê ÇILEYA 2025’AN

img
* Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan diyar kir ku qetilkirina Sakîne Cansiz qonaxeke şikestinê bû û wiha got: “Jiyana Sakîneyê mînak e. Azadbûna jinê têkoşîna  Sakîneyê ye. Ez ê hesaba Sakîneyê bipirsim, dê kujeran derxim holê.” 
 
* Serokê Komeleya Aştiya Civakî û Diyalogê Mûrat Kan anî ziman ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê îktîdar û partiyên muxalefetê guh bidin peyamên Abdullah Ocalan. 
 
* Parêzer Resûl Tamur bertek nîşan da ku rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ji ber dozeke derheqê wan de hatiye vekirin tên krîmînalîzekirin û wiha got: “Bi taybet jî bikaranîna balafirên bêmirov a di înfazan de tê wateya sûcên şer.” 
 
*Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal diyar kir ku ji bo di tevgera wan û gel de baweriya ku dewletê dev ji polîtîkaya sedsalî berdaye çêbibe, hewceya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe. 
 
* Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Celal Firat got ku Erebên Elewî yên li Sûriyeyê bifikarin û got ku destkeftiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê referanseke baş e. 
 
* Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê li Meclisê biçe serdana AKP'ê, Partiya Pêşerojê û Partiya Saadetê. (11.00-15.30) 
 
* Çalakiyên nobetê yên li ser sînorên Kobanê û Qamişloyê hatine destpêkirin dê bidomin. (12.00-16.00)