Ji bo rojnamegerên hatin qetilkirin merasîma cenazeyê hat lidarxistin

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên ji hêla dewleta tirk ve bi SÎHA’yan hatin qetilkirin, li Qamişloyê merasîma cenazeyê hat lidarxistin. 

Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn di 19’ê Kanûnê de dema geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin, di navbera Bendava Tişrînê û bajarokê Sirînê de ji hêla dewleta tirk ve bi SÎHA’yan ve hatin qetilkirin. 
 
Ji bo rojnamegerên hatin qetilkirin û şervanên HSD û YPJ’ê yên di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dayin Efzem Çiya, Diyar Qamişlo û Luqman Hemis, li Qamişloyê merasîma cenazeyê hat lidarxistin. 
 
Bi hezaran kes tev li merasîma cenazeyan bûn. Di merasîmê de wêneyên rojnameger û HSD û YPJ’iyan hatin hilgirtin.