Girtî ji ber zexta lêgerîna tazî neçûn hevdîtinê

img
STENBOL - Girtiyên jin ên li Girtîgeha Bakirkoyê ji ber zexta lêgerîna tazî û derxistina pêlavan, neçûn hevdîtinê. 
 
Girtiyên li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê ji ber zexta lêgerîna tazî û derxistina pêlavan a gardiyanan, duh neçûn hevdîtina bi malbatan re. Malbatên ku dixwestin têkildarî mijarê agahiyan bistînin û bi vê boneyê disekiniyan, ji hêla peywirdaran ve hatin derbkirin.