Parêzer Beştaş: Tevî mafê hêviyê divê mafên din jî bikevin meriyetê

  • rojane
  • 10:38 17 Nîsan 2025
  • |
img
AMED - Parêzer Mesût Beştaş bal kişand ser biryara “mafê hêviyê” ya têkildarî Abdullah Ocalan û got: “Mafên sereke, divê girêdayî pêvajoyê nebin. Heke daxwaza wan ji bo aştiya navxweyî hebe, li gel mafê hêviyê divê mafên din ên
pêşdetir jî cîbicî bikin.” 
 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an heta niha li Girtîgeha Îmraliyê di tecrîdê de tê ragirtin. Nîqaşên ser biryara binpêkirina “Mafê hêviyê” ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ji bo Abdullah Ocalan dabû jî hêj didomin. Tevî ku bi ser biryarê re demekî dirêj derbas bûye jî Tirkiyeyê ji bo encamên vê binpêkirinê ji holê rake tu sererastkirinên qanûnî nekir. Ev rewş, niha jî di rojeva Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê de ye. Komîteyê heta meha Îlonê dema Tirkiyeyê ku gavan biavêje nexwe dê vê mijarê dîsa bixe rojeva xwe. 
 
Parêzer Mesût Beştaş bal kişand ser binpêkirina “Mafê hêviyê” ya têkildarî Abdullah Ocalan û got: “Divê mafên sereke bêyî pêvajoyê bên cîbicîkirin. Tecrîda li ser birêz Ocalan didome. Ji bo mirov bibêje tecrîd rabûye, divê birêz Ocalan bikare mafên xwe yên axaftina ser telefonê, hevdîtinên bi malbat û parêzeran re bi kar bîne. Tecrîd, hem ji hêla hiqûqî hem jî bi awayekî fiîlî didome.” 
 
MAFÊ HÊVIYÊ
 
Beştaş, anî ziman ku “Mafê hêviyê” mafek e ku pergala hiqûqê ya cezayê îdamê qedexe dike aniye. Beştaş, got: “Çima vî mafê hêviyê ferz dike? Heke cezayê îdamê hatibe rakirin, divê hûn ji pergala ku biqasî cezayê îdamê êşê dide kişandin jî dûr bisekinin. ‘Mafê hêviyê’ di destûra me ya bingehînd e hatiye naskirin, pênasekirin. Di vê mijarê de biryarên mînak ên DMME’yê yên pir cidî hee. Anku ji bo ‘mafê hêviyê’ li pergala me ya hiqûqê wer bicihkirin, hewce nake illeh em li benda sulha di navbera hin aliyan de bisekinin. Heke heta niha ‘Mafê hêviyê’ di hiqûqa Tirk de cih negirtibe, ev yek ji ber niyeta nebaş a hikûmetê ye. Lewma, heke tenê dema çek hatin danî û aştî çêbû li ser vî mafî were axaftin, ev yek bo min pir rast û durist nayê. Lê bêguman, ji bo aştiya navxweyî, divê li gel ‘Mafê hêviyê’, mafên hêj pêşdetir jî bên cîbicîkirin.” 
 
'DIVIYABÛ PIR ZÛ DE BIKETA ROJEVÊ’ 
 
Bi domdarî Beştaş anî ziman ku DMME’yê di mijara binpêkirina biryarê de tu gav neavêtiye û wiha pê de çû: “Ev yek nîşaneya zeîfiya wan e. Diviyabû heta niha pir zû de biketa rojevê û Tirkiye têkildarî encamên wê baş bihata hişyarkirin. Li gorî min divê di çarçoveya vî mafî de neheqî neyê kirin.”
 
'DIVÊ REWŞEKE BIEWLE HEBE’ 
 
Di berdewamê de Beştaş bi lêv kir ku di pêvajoyê de ji ewil divê bawerî hebe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo meşandina vê pêvajoyê hewcehî bi gelek tiştan nake. Pir hêsan e. Di dawiya dawî de PKK’ê bi rêya rêbertiya xwe bi aşkerayî got ku dixwaze çekan berde û siyasetê bike. Ev pir aşkera ye û ji bo vê jî hewcehî bi rewşeke biewle heye. Ev dê çawa bibe? Divê operasyon neyên kirin. Bi dengekî bilind diqîrin û dibêjin ‘Em ê li gorî biryarê tevbigerin. Em bi biryara Rêbertiya xwe re ne.’ Lê ewlehiya wan nayê dabînkirin. Divê hûn baweriyê bidin. Divê hûn ji helwestên wan dûrî kongreyê dixin dûr bikevin û temînata jiyana wan bidin. A rast, êdî dora gavavêtinê ya dewletê ye.” 
 
Wezareta dadê pirî caran ji bo astengkirina bikaranîna hinek mafan hinceta “di mewzûatê de nîne” nîşan da. Beştaş, got: “Li Tirkiyeyê mewzûat pir bilez dikarin biguherin. Qanûna îhaleyan di 20 salan de 220 caran guherî. Ma çima di vê mijarê de naguhere? Lê meseleya wan ew e ku naxwazin gav biavêjin. Heke hikûmet bixwaze dikare bike. Ev hincetên wan bo min wisa tê ku durist nînin.” 
 
'MAFÊN MIROVAN DIVÊ NE GIRÊDAYÎ PÊVAJOYÊ BIN’ 
 
Beştaş, bi lêv kir ku divê daxwazên hiqûqî û mafên însanî yên Kurd ne girêdayî pêvajoyê bin û ev tişt anî ziman: “Ma ji bo vê divê ez bi te re aştiyê bikim? Aştiya çi! Ji ewil em bibin mirov. Li gorî min sedema herî mezin a ku ev şer ewqas domiya jî neavêtina gavan e. Madem dê şer biqede, wê demê em dixwazin wekhev bin. Ma çi ji vê daxwazê rewatir e. Bi hestekî aştiyê ya pir biçûk re jî dikarin ev pirsgirêk bên çaresekirin.” 
 
'ABDULLAH OCALAN ÎRADEYEKE AŞKERAYÎ RABER KIR’ 
 
Beştaş, diyar kir ku daxuyaniya Abdullah Ocalan îradeyeke aşkera raber kiriye û wiha qedand: “Ji bo ev îrade bikeve meriyetê, rewşa heyî guncav e. Heke hikûmet bi rastî jî bixwaze aştiyê pêk bîne, heke bixwaze pêşeroja wan misoger bike, divê îradeyê nîşan bide. Wê demê bêyî mewzûatê jî dikare wekhev li mirovan binêre. Lewma beriya her tiştî pêdivî bi îadeyeke aşkera, aştiyane û wekhev heye. Bi rastî jî dê bibe îradeyeke ku pêşeroja hemû gelan misoger dike. Heke ev nebe, hûn çi mewzûatan jî bînin dê ji holê ranebe.” 
 
MA / Rûkiye Payîz Adiguzel