ÊLIH - Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam ku rewşa wî giran e, krîza dil derbas kir. Çam ê rakirin nexweşxaneyê, derbasî beşa lênihêrîna awarte hate kirin.
Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam ê 73 salî li Girtîgeha Tîpa T a Beşîrî ya Êlihê tê ragirtin. Çam, di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digire. Hat ragihand ku Çam şevê din krîza dil derbas kiriye. Çam ê ku rewşa wî giran bû, rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê. Çam, li nexweşxaneyê anjiyo bû û li beşa lênihêrîna awarte tê tedawînkirin. Hat zanîn ku xetereya li ser jiyana Çam didome.
Çam ê ku gelek nexweşiyên wî hene, di 10’ê Nîsanê de rakiribûn nexweşxaneyê. Li vir şevekê ma û piştî tetkîkan, di 11’ê Nîsanê de dîsa şandibûn girtîgehê. Di mejiyê Çam de tumor hatibû tespîtkirin, carekê emeliyeta dil bûye, carekê ya kataraktê, 2 caran ji gurçikên xwe emeliyat bûye û aliyê wî yê çepê jî felc bûye.