Selçûk Kozagaçli hate binçavkirin

  • rojane
  • 14:36 17 Nîsan 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Rûmetê yê ÇHD’ê Selçûk Kozagaçli, hêj bi ser tehliyebûna wî re 24 saet derbas nebûbûn ku hate binçavkirin. 
 
Serokê Rûmetê yê Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) Selçûk Kozagaçli bi ser tehliyebûna wî 24 saet derbas nebûbûn ku dîsa hate binçavkirin. Kozagaçli ku ji sala 2017’an heta niha girtî bû, şevê din hatibû berdan. 
 
Dozgeriyê, li dijî tehliyeya Kozagaçli îtîraz kir. Dadgeriyê jî îtîraza dozgeriyê qebûl kir û biryara binçavkirinê da.