STENBOL - Serokê Giştî yê Partiya DEVA’yê Alî Babacan çû serdana nexweşxaneya Sirri Sureyya Onder lê tê dermankirin û got: “Hêvîdarim dilê wî ji bo aştiyê bi enerjia berê dîsa lê bide. Onder rûyê aştiyê yê siyasetê ye.”
Serokê Giştî yê Partiya DEVA’yê Alî Babacan çû serdana Nexweşxaneya Florence Nightingaleyê ku endamê Şandeya Îmraliyê yê DEM Partiyê û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder lê tê dermankirin. Babacan û şandeya pê re, ji hêla Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan ve hate pêşwazîkirin.
'RÛYÊ BIKEN Ê SIYASETÊ’
Babacan, di serî de şîfaya xêrê xwest û piştre jî li pêşiya nexweşxaneyê daxuyanî da. Babacan, Onder weke “rûyê biken ê siyasetê” pênase kir û got: “Demekî dirêj ji bo aramî û aştiya Tirkiyeyê têkoşiya. Bi taybet jî ji ber hewldana wî ya jidil a di pêvajoya dawî de, spasiya wî dikim. Operasyoneke zehmet derbas kir. Kêliyek berê derfeta me çêbû ku bi keça wî re hevdîtinê bikin û der heqê rewşa wî de agahiyan bistînin. Me dest bi wergirtina xeberên baş kir û hêvîdarim Sirri beg di demekî herî kin de dîsa dest bi xebatên xwe bike. Hêvîdarim dilê wî ji bo aştiyê bi enerjiya berê dîsa lê bide. Dîsa bibe rûyê biken ê siyasetê û rûyê aştiyê. Em jê re duayan dikin.”
ŞENTOP Û KURTULMUŞ JÎ HATIN SERDANÊ
Serokê Meclisê yê berê Mûstafa Topbaş û Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş jî hatin serdana nexweşxaneyê. Şentop, ji hêla Wekîlên DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş û Saruhan Oluç ve hate pêşwazîkirin. Piştî serdanê jî ji nexweşxaneyê çûn.