Şîna Akçîn hate ziyaretkirin

  • rojane
  • 15:28 17 Nîsan 2025
  • |
img
MÊRDÎN - Şîna endamê HPG’ê Serhat Akçîn ku li Zapê jiyana xwe ji dest dabû, bi girseyî hate ziyaretkirin. 
 
Endamê HPG’ê Serhat Akçîn (Erdal Reşo) di 22’yê Tîrmeha 2024’an de li qada Zapê ya Herêma Federe ya Kurdistanê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da. Malbata Akçîn, ji bo Akçîn li mala xwe ya li Taxa Firatê ya navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê şîn danî. Şîna Akçîn, bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Jiyana Xwe ji Dest Dayîn re (MEBYA-DER) û bi tevlibûna endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, siyasetmedarên DEM Partî û DBP’î bi girseyî hate ziyaretkirin. Girseya ku li ser Pira Ahmet Kaya hate gel hev, bi dirûşma “Şehîd namirin” heta cihê şînê meş li dar xist.