Bakirhan: Divê dev ji mijûlkirinê berdin û hevdîtin bi Ocalan re bên kirin

img

ENQERE - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku divê bersiveke erênî bidin daxwaza wan a hevdîtina bi Abdullah Ocalan re û hewceye hevdîtin bên kirin. 

Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan piştî civîna koma partiya xwe ya li Meclisê pirsên rojnamegeran bersivand. Bakirhan, ji bo pirsa têkildarî serlêdana bi daxwaza hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, wiha got: “Bawer bikin heta niha jî bersiveke zelal nehatiye dayin. Wezîrê Dadê her carê tiştekî cuda dibêje. Ji ewil got; ‘Em hewl didin rojê diyar bikin. Em li benda hevdîtinên budçeyê ne.’ Em jî mereq dikin û li bendê ne. Li gorî min divê êdî dev ji vê mijûlkirinê berdin. Divê qifleya wir bê vekirin, derî bên vekirin û hevdîtin bên kirin.” 
 
‘DIVÊ JI WAN WERE PIRSÎN’
 
Ji bo pirsa “Heke hevdîtin were kirin dê kî biçe hevdîtinê, li ser hin kesan lihevkirinek çêbûye yan na?” jî Bakirhan ev tişt anî ziman: “Hem hevserokên me yên giştî hem jî parlamenterên me serlêdan kirin. Ez dîsa dubare dikim; mesele ne ew bê ka dê kî biçe. Li wir çi hatiye gotin, dê teşeyeke çawa bide nîqaşên niha, ya girîng ev e. Divê mirov ji Wezîrê Dadê bipirse; ew li benda çi ne? Divê ev nîqaş veguherin pêvajoyekê. Em vê ji dil û can dixwazin. Heke jidilbûnek hebe ma çima veneguhere pêvajoyekê?” 
 
‘BILA BIÇIN KOBANÊ’ 
 
Bakirhan, bal kişand ser serdana Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan û Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin a Şamê û wiha got: “Li vî welatî 25 milyon Kurd dijîn û li aliyê din ê sînor xwişk-birayên wan hene. Bila birêz Wezîrê Karên Derve û Musteşarê MÎT’ê mîna Şamê, biçin serdana Kobanê, Hesekê û Rêveberiya Xweser jî.”