Ozgur Ozel: Ez ji bo pêvajoya nû dibêjim ‘erê’

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel têkildarî nîqaşên ser “pêvajoya nû” axivî û got: “Ez dibêjim ‘erê.’” 

Nîqaşên têkildarî “pêvajoya nû” ya pirsgirêka Kurd didomin. Parlamenterên DEM Partiyê Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder ti 28’ê Kanûnê de li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin û piştre jî daxuyaniyeke ji 7 xalan pêk tê parve kirin. 
 
Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê (CHP) Ozgur Ozel pirsên rojnameger Yavuz Donat bersivand û wiha got: “Heke pêvajo jidil be û bi şefafî were birêvebirin, ez ji pêvajoya nû re dibêjim ‘erê.’ Weke kesekî niyetbaş ez ê tişta dikeve ser milê xwe bicih bînim.” 
 
Ozel, got ku tekane şertê wan ew e ku ne Meclis ne jî tu partî li derveyî vê pêvajoyê neyên hiştin.