Di meha Sibatê de 131 karkeran jiyana xwe ji dest dan
- aborî-ked
- 12:27 06/3/2020
Li gorî rapora ÎSÎG'ê ya di meha Sibatê de 2 jê zarok, 2 jê penaber û herî kêm 131 karkeran, di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî rapora ÎSÎG'ê ya di meha Sibatê de 2 jê zarok, 2 jê penaber û herî kêm 131 karkeran, di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane.
Li Mêrdînê, cotkaran ji ber qutkirina ceryanê bertek nîşanî DEDAŞ'ê dan û ragihandin ku wê garis û pembo neçînin. Serokê Odeya Cotkkaran a Qoserê Mîkaîl Erbeyî diyar kir ku bi hezaran cotkar ketine ber îcrayê û ji bo çareserkirina pirsgirêkê bang li rayedaran kir.
Amediyan destnîşan kir ku sedema krîza aborî polîtîkayên şerî yên hikûmetê ne û gotin: "Li derve kar, li malê aramî tuneye."
Rêxistinên pîşeyî yên tenduristiyê, têkildarî Mîtînga Spî ya bi boneya tundiya di qada tenduristiyê de bi dawî bibe di 15'ê Adarê de li Enqereyê li dar bixin daxuyanî dan û banga tevlêbûna mîtîngê kirin.
Hevseroka Odeya Endezyaran a Madenê ya Şaxa Amedê Esra Çîçek Mercan têkildarî Roja Têkoşîna Li Dijî Cînayetên Kar got ji ber dewlet pêşî li cînayetên kar nagire her ku diçe hejmara cînayetên kar zêdetir dibin.
Seroka Giştî ya DÎSK'ê Arzû Çerkezolgû, diyar kir ku ji bo pêşî li bêkariyê bê girtin divê polîtîkayeka istîhdamê ya mayînde û pergaleke aboriyê ku xwe dispêre hilberînê bê afirandin û ev tişt got: "Divê polîtîkayên kedxwariyê bên terkandin."
Egîtîm Sen'ê li Peyasa Amedê Civîna Lijneya Giştî û li Mêrdîn û Şirnexê jî kongreyên xwe pêk anîn. Nûnerê Herêmê yê DÎSK'ê Şîrîn Gurbuz, diyar kir ku civak bi pergala kabileyê tê birêvebirin û wiha got: "Divê tecrîd û tundiya li ser civakê bi dawî bibe."
Di biryarnameya bi îmzeya Serokkomar Tayyîp Erdogan hat weşandin de, 15 quriş bihayê benzîn û motorînê zêde bû.
KESK'ê encama lêkolîna têkildarî 8'ê Adarê amade kiribûn aşkere kir. KESK'ê diyar kir ku nevîyê jinên ku tevli anketa KESK’ê ya “Lêkolîna Pirsgirêkên Bingehîn a Kedkarên Jin ên li Cihê Kargeriyan" bûne diyar kirine ku li cihê kar ji ber zayendiyê rastî tundiyê tên û ji sedî 92’ê jinan jî diyar kirin ku rastî tundiyê tên.
Aborîzan Prof. Dr. Îzettîn Onder, destnîşan kir ku ji ber gotin û polîtîkayên îqtîdarê mirov bê çare û alternatîf dimînin û got, polîtîkayên neolîberal û rewşa aboriya heyî mirovan ber bi întiharê ve dişînin.
Li Amedê, qeyûmên hatine tayinkirin 2 hezar û 328 karkerên endamên Sendîkaya Genel-ÎŞ'ê ji kar derxistine û her wiha heta niha ji karkerên doz vekirine 70 jê bi ser ketine, lê belê ew jî nikarin biçin ser karên xwe.
Rêxistinên tenduristiyê yên Amedê, ji bo mitînga ku dê di 15'ê Adarê de li Enqereyê bê lidarxistin, daxuyanî dan û ragihandin ku heke daxwazên wan ên li dijî tundiyê ku ji 5 xalan pêk tên, neyên bersivandin dê di 17'ê Nîsanê de biçin grevê.
Xebatkarên tenduristiyê diyar kirin ku mûçeyên sermayeya veberhênanê û nobetê yên xebatkarên tenduristiyê yên li Zanîngeha Dîcleyê nehatine dayîn û ji ber polîtîkaya tenduristiyê ya îqtîdarê nexweşxaneyên zanîngehan hatine asta îflaskirinê.
Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên kedê bal kişandin ser întiharên ji ber krîa aborî ya li Tirkiyeyê pêk tên û gotin: "Întihar ne çareserî ye, çareserî berxwedan e."
94 karkerên Febrîqeya Kale Pratt a Îzmirê yên ku ji ber endamên sendikayê ne ji kar hatin avêtin, ji 13'ê sibatê heta niha li ber xwe didin. Karkeran anîn ziman ku heta karsaz sendîkayê qebûl bike, zextên li ser wan bi dawî bikin û heqê keda wan bidin wan dê têkoşîna xwe berdewam bikin.