Şitlên çandine ji bo xwezayeke hêşîn belaş belav dike
- aborî-ked
- 09:19 01/10/2019
Li Pirsûsa Rihayê Îbrahîm Halîl Akkûşê 70 salî, ji bo xwezayeke hêşîn şitlên bi xwe çandine belaş belav dike. Akkûş, bilêv kir ku mirov bi qirêjkirina xwezayê re bi destê xwe gora xwe dikolin û got: "Divê em xwedî li vê cîhanê derkevin, derdorê qirêj nekin."