Hevserokê Şaxa SES’ê Orûç bi destûra wezaretê, hat îxraçkirin
- aborî-ked
- 16:07 07/8/2019
Hevserokê Şaxa SES’ê yê Amedê Recep Orûç, bi hinceta madeya demkî ya KHK’ê bi destûra Wezareta Tenduristiyê Fahrettîn Koca hat îxraçkirin.
Hevserokê Şaxa SES’ê yê Amedê Recep Orûç, bi hinceta madeya demkî ya KHK’ê bi destûra Wezareta Tenduristiyê Fahrettîn Koca hat îxraçkirin.
Rêxistinên mafên mirov û tenduristiyê yê li Wanê, bertek nîşanî girtina 3 kedkarên tenduristiyê yên li Cizîrê dan û gotin: “Hinceta ku weke sûd didin nîşandan, erka me ya serekeye.”
Li Wanê di salên bihûrî de li kolanên bajêr kelecana Cejna Qurbanê hebû. Çend roj ji cejnê re ma lê şênbûna berê nîne. Welatî dibêjin ji ber ku her tişt biha bûye ew nikarin tiştekî bikirin.
Koçervanî ku yek ji aktorên herî sereke ya aboriya herêmê ye, gav bi gav tune dibe. Koçerên ku êdî nikarin ka û ceh bikirin, ji bo ku sewalên xwe bifiroşin çûn bazara sewalkariyê. Lê koçer ji vê derê jî dest vale vegeriyan malên xwe.
Li Rihayê Bazara Sewalan viqûvala ye. Ne kes qurbanan difiroşe û ne kes diçe dikire. Serokê Bazarê Ramazan Gul got: “Li Tirkiyeyê sewalkarî qediyaye.”
Cîhan Sariçîçek ê li Qerejdaxê firîngî û îsotan çandiye diyar kir ku mesrefa wan zêde dibe û nikarin kar bikin û got: “Gelek însanan top avêt. Êdî em ji firîngiyan re dibêjin yên sor."
Tirkiye di nava welatê cîhanê de di rêza 2'emîn welatê cîhanê yê herî zêde hilberîna petêxan dike ye. Tirkiye salê 1.8 milyon ton çandiniya petêxan dike. Li Tirkiye herî zêde li Edeneyê çandiniya petêxan tê kirin. Lê li aliyê din qîmeta petêx kêm dibe û rençber naxwazin zêde petexên biçînin. Li gorî rapora Odeya Endezyaran di 2002'an de bi 3.55 kîlo petêx 1 lître mazot dihat kirîn, di 2018'an de bi 5.52 kilo petêx 1 lître mazot tê kirîn. Di nava 16 salên serdema AKP'ê de qîmeta petêx kêm bûye û mazot zêde bûye.
Bermahiyên fabrîqeyan ên tev li Çemê Ergene dibe ava wî şahrînî dike. Çemê ku ava wî qrêj û genî dibe, gefan li tenduristiya mirovan dixwe. Welatiyên li dora çem dijîn bertekên xwe anîn ziman û diyar kirin ku gelek mirov ji ber ava jahrî û genî nexweş dikevin.
Welatiyên taxa Esentepe ya Stenbolê diyar kirin li tenişta taxa wan kanên keviran hatine vekirin û ji ber bi dînamîtan keviran perçe dikin û derdixin çalên mezin vedibin û xaniyê wan li ber hilweşînê ye. Welatiyan diyar kirin ku ew bi talûkeyên mezin re rû bi rû ne.
Li Tirkiye çandiniya zebeşan her ku diçe kêm dibe. Îthalat jî her ku diçe zêde dibe. Li gorî rapora Navenda Odeya Endezyarên Çandiniyê ku ji TUÎK'ê girtiye, zebeş di navbera salên 2014'an û 2018'an 91 hezar û 17 dekar kêm bûye. Di 2014'an de li Tirkiye îxrac ji îthalatê zêdetir bû, lê di sala 2018'an de îxracata zebeşan ji îthalatê kêmtir bûye û Tirkiye ji firotinê zêdetir zebeş ji dervê welat kirîye. Li gorî daneyan di nava 4 salên dawî de îthalata zebeşan bi 5 milyon ton ji îxracê zêdetir bûye.
Serokê Şaxa Tarim Orkam-Senê yê Amedê Nasir Demirkıran, diyar kir ku ji ber polîtîkayên Hikûmetê yên aborî û çandiniyê rençber û çotkar êdî nikarin çotkarî û hilberînê bikin.
Endamên KESK'ê yên xwestin ji bo daxwazên xwe yên Peymana Tomarî (TÎS) li nêzî Wezareta Xebatê daxuyanî bidin rastî mudaxaleyan hatin. Li Derve polîsan mudaxale kir û li hundir jî nûnerên Memûr Senê mudaxaleyî KESK'iyan kir.
Karwana KESK'ê ya Wanê ku ji bo tev li Girêbesta Komkar (Peymana Tomarî- (TÎS) ya di navbera hikûmet û sendîkayan de îmze bikin bibe, ji Wanê derket rê gihişt Dîlokê.
Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê û Sendîkaya Genel Îşê ya girêdayî DÎSK’ê di serdema 6’emîn de peymana kar îmze kirin.
Meclîsa ÎSÎG’ê ya Amedê bal kişand ser rewşa 25 karkerên li Licê qeza derbas kirin û bang li rayedaran kir ku berpirsiyariyek jiyanek kar û li gorî rûmeta mirovahiyê hilde ser milê xwe.