Zam li benzînê hate kirin
- aborî-ked
- 09:49 30/5/2023
66 quriş zam li benzînê hate kirin.
Aborîzan Mûstafa Altintaş diyar kir ku piştî encamên hilbijartinê piyaseyan jî berteka xwe daye der û got: "Ji duh ve hemû nîşane ber bi jor ve ne. Lê ya girîng ew e ku tê payin dê nîşane li wir nemînin, hîn ber bi jortir ve biçin."
Tê payîn ku ji bo ku di 30’ê gulanê de derbasdar be, wê benzîn 66 qûrişan bê zemkirin.
Piştî hilbijartina serokkomariyê ku Erdogan bi ser ket, piyasa dovîz û zêr jî biha bûn.
Di daneyên Endeksa Hejariyê de Tirkiyeyê di rêza dehemîn de cih girt.
Aborînas Doç. Dr. Nûlgun Erdem diyar kir ku divê Tirkiye dev ji polîtîkayên neolîberal berde û wiha got: “Ji bo avakirina demokrasiya ku ji mafên sendîkayî heta yên siyasî, ji mafên jinan heta yên zarokan û hemû derdorên civakê ava dike; divê ji ewil li şûna berjewendiyên piyasayê em polîtîkayên gelparêz û mafên civakî bînin bîra xwe.”
Li Wanê qeyûm hin karkeran ji kar derxist. Karkeran 4 caran doza ku vekirin qezenc kirin. Karker diyar dikin ku dîsa li kare xwe nehatine vegerandin û têkoşîna wan edaletê didome.
Karkerên neqliyetê diyar kirin ku ji ber kedxwariyê nikarin debara xwe bikin û bal kişandin ser girîngiya hilbijartina 28’ê Gulanê. Karkeran gotin ku divê teqez guherîn çêbibe û îktîdara AKP’ê were hilweşandin.
Rezervên Banka Navendî piştî 21 salan cara ewil ketin bin sifrê.
Aborînas Ahmet Şahînoz aboriya Tirkiyeyê şiband pinîkirina tekera teqiyayî û wiha got: “Heke dev ji polîtîkaya ‘faîz sedem, enflasyon encam e’ bernedin dê aboriya Tirkiyeyê di demekî nêz de biteqe.”
Li Xarpêtê Turabî Engîn ê ku ji ber polîtîkayên di bin navê “ewlehiyê” de hatin birêvebirin neçar maye ku dest ji sewalkariyê berde diyar kir ku ew nikarin hewcedariyên metbexa xwe bicih bînin.
Aborînas Mûstafa Altintaş diyar kir ku AKP di encama 21 salan de xizantiyê weke amûrekê hilbijartinê bi kar tîne û wiha got: “AKP pesnê xwe bi pêşxistina aboriya sedeqeyê dide.”
Dolar li hemberî TL’ê derket 20,18’an û rekorên hemû deman derbas kir.
Mînûbûsa karkerên çandiniyê qeza kir. Di encama qezayê de kesekê jiyana xwe ji dest da û 3 jê zarok bi giştî 8 kes jî birîndar bûn.
Aborîzan Mûstafa Sonmez diyar kir ku ji ber ku gel ber bi zêr û dowîzan ve çûye bake bi krîza pereyê naqît re rû bi rû mane û got: "Ger di 28'ê Gulanê de Kemal Kiliçdaroglû bi ser bikeve, wê li Tirkiyeyê atmosfereke aram çêbibe. Lê ger siyaseta yekzilamî bi ser bikeve, wê pirsgirêkên aborî yên cidî rû bidin."