‘Bila kêmtirîn mûçe bibe 12 hezar û 500 TL’
- aborî-ked
- 13:21 07/12/2022
HDP’ê xwest ku ji bo şert û mercên jiyaneke însanî, kêmtirîn mûçe bibe 12 hezar û 500 TL.
HDP’ê xwest ku ji bo şert û mercên jiyaneke însanî, kêmtirîn mûçe bibe 12 hezar û 500 TL.
Platforma Şaxan a KESK’a Edeneyê ji bo mitînga ku bi dirûşmeya “Em nikarin debara xwe bikin! Em ne budçeya hilbijartinê budçeya debarê dixwazin” dê di 17’ê kanûnê de li Enqereyê were lidarxistin banga tevlibûnê kir.
DÎSK’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di sala 2023’yan de divê kêmtirîn mûçe bibe 13 hezar û 200 lîre.
TUÎK’ê ragihand ku enflasyona meha mijdarê bûye ji sedî 84,39. Koma Lêkolînê ya Enflasyonê jî ragihand ku rêjeya enflasyonê ya salane ji sedî 170 ye.
Hevseroka Egîtîm Sena Amedê ya Jimara 1’an Emîne Akşahîn anî ziman ku divê ji bo welatî, xwendekar û kedkaran budçeya para wekhev bê dayîn.
Şaredariya Artûklûyê ya AKP'î îhaleya ku maliyeta wê nêzî 870 hezar TL ye, da fîrmaya xizmê endamê AKP'î yê meclisa şaredariyê.
Xebatkarên navenda bangewaziyê ku rastî mobbîngeke giran tên, Tora Piştevaniyê ya Xebatkarên Navenda Bangawaziyê ava kirin.
Hevberdevkê Komîsyona Polîtîkayên Ked û Civakî Cemalettîn Yuksel da zanîn ku ji bo kêmtirîn mûçe bibe 12 hezar û 500 TL dê bi ser navê “Bila kêmtirîn mûçe di asteke layiqî rûmeta mirovan de be” kampanyayê bidin destpêkirin.
KESK’ê têkildarî budçeyê daxwazên xwe eşkere kir û dê di 17’ê kanûnê de mitînga “Ne hilbijartin, em budçeyê dixwazin” li dar bixe.
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê ku têkildarî qezaya kar a bû sedemê ku di înşaeta mizgeftê de 2 kes jiyana xwe ji dest bidin axivî, diyar kir ku divê lêpirsîn bi awayekî vekirî û zelal were birêvebirin, kes û saziyên îhmala wan heyî bên tespîtkirin, li dijî kesên berpirsyar jî cezayên pêwîst bên dayîn.
Ji 20 karkerên ku di encama hilweşîna îskeleya Mizgefta Esentepe ya ku li Êlihê tê çêkirin de birîndar bûbûn 2 karker jiyana xwe ji dest dan.
Banqeya Navendî polîtîkaya xwe ya faîzê ji sedî 10,5’an daxist ji sedî 9’ê.
Li Amedê zarokên ku li pîşesaziyê û kolanan dixebitin bi lêv kirin ku ji "bêgavî" dixebitin.
Pisporê Ewlehiya Kar Kadrî Salaz anî ziman ku kesên ji bêgavî ji bo kar diçin bajarên mezin di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest didin. Salaz, diyar kir ku mirov dikare pêşî li ber van cînayetan bigire û wiha got: "Em ji ber bêtevdîriyê dimirin."
Di şewata li razanxaneya karkerên li Şantiyeya Navenda Fînansê ya li navçeya Ataşehîrê dixebitin derket de karkerê bi navê Ûmût Oydaş jiyana xwe ji dest da, 3 karker jî bi giranî birîndar bûn.