‘Tembûr êş û kêfxweşiya me tîne ziman’
- çand û huner
- 09:11 08/2/2020
Tembûr hemû êş, hezkirin û azarên civakê tîne ziman. Bi taybetî ji bo elewiyan xwedî cihek girîng e. Hosteyê tembûran Dogan Koşan got ji bo ew vê çandê nede jibîrkirin têdikoşe.
Tembûr hemû êş, hezkirin û azarên civakê tîne ziman. Bi taybetî ji bo elewiyan xwedî cihek girîng e. Hosteyê tembûran Dogan Koşan got ji bo ew vê çandê nede jibîrkirin têdikoşe.
Hunermend Agît Işik piştî albûma xwe ya yekem a bi navê “Lorîna Sibê”, niha jî bi albûma xwe ya duyem “Hez” li pêşberî mûzîkhezan e.
Belgefîlma “Siya Avê” ya ku derhêneriya wê nûçegihanê me Metîn Yoksû kiriye û qala navçeya dîrokî Heskîfê di bin ava Bendava Ilisûyê de tê hiştin dike dê di 16’ê sibatê de yekem car were nîşandan.
Şa Performans bi lîstika "Ji Akademiyê Re Raporek" li Enyereyê derdikeve ser dikê. Damezrînerê Şa Performans Tuncay Ozel, anî ziman ku di her qada jiyanê de pêwistî bi zimanê Kurdî heye û banga tevlîbûna şano ya di 8'ê Sibatê de li Babylon a Kizilayê derkeve ser dikê kir.
Berpirsiyarê Wêjegeh Amed" Lal Laleş, destnîşan kir ku ew li ser xeyala maleke ku dê her tiştên rojane tê de cih bigire, her tişt bê axaftin, fikr û raman bên parvekirin, gotin bi hev re bê hilberandin û li dor wêjeyê bên cem hev du ketine rê.
Dengbêjên li Mêrsînê diyar kirin ku divê dengbêj ji bo yekîtiya neteweyî ya kurd bên cem hev du û gotin: "Heger yekîtî çê bibe wê kilamên xweş jî bên gotin. Wê dengê dengbêjan xweştir û baştir derkeve".
Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha sibatê eşkere kir. Dê di sibatê de lîstikên “Tartuffe”, “Xwezgînî”, “Dawiya Dawî” û “Xewna Şeveke Havînê” derkevin ser dikê.
Hejmara 30'emîn a Kovara Bîrdozî û Ramanê Demokratîk Modernîte, bi sernavê "Sinc, Hiqûq û Kurd" derket.
Helbestvanê navdar Dexîl Garo li ser wate û girîngiya wêje û helbestê diyar kir ku pêwiste helbest, hemû rengê jiyanê; xweşî û nexweşiyên wê bi hêmayên wêjeyî bihûne û got: "Divê helbestvan tevna helbestê wisa bihone ku civak, ango xwendevan xwe di wê berhemê de bibîne. Li gorî min helbest weke eynika mirove. Ew eynik derewan nake. Êş û jana, keyfxweşî û nexweşiya civakê derdixe derve."
Rêvebirê Şaxa KURDÎ-DER a Colemêrgê ya bi KHK'ê hat girtin Naîf Beyter, anî ziman ku divê xebatên Tora Ziman û Çand Kurdî berbelav bibin û li her malê bên kirin û got: "Ji destê me çi bê em amade ne".
Koordînatorê Akademiya Ma Musîcê Şêrko Kanîwar, got: "Heger em zarokê xwe bi kilameke kurdî û bi ruhekî wiha perwerde bikin û stranên xwe ji wan re bêjin, em ê karibin vê civakê ji qirkirina çandî rizgar bikin".
Akademiya Ma Musicê piştî Edeneyê li Mêrsînê jî bi zarokan re hat gel hev û kargeha rîtimê li dar xist.
Endamên Dengê Meyman ji bo piştevaniya mexdûrên erdheja Xarpêtê li kuçeyên Wanê stranan dibêjin.
Akademiya Ma Musîcê li Edeneyê bi dirûşma “Ji bo her kesî muzîk, li her deverê muzîk” kargeha rîtimê ya zarokan li dar xist.
Li Êlihê di navbera 26’ê sibat û 1’ê adarê de dê Festîvala Fîlman a Yilmaz Guney pêk were. Heta niha 165 kurtefîlm û fîlmên metraj dirêj serlêdan kirine.