Mîhrîcana zarokan bi dawî bû
- çand û huner
- 13:13 04/6/2018
Yekemîn Mîhrîcana Zarokan a Amedê ku di 27’ê gulanê de bi pêşengiya Şanoya Bajêr a Amedê dest pê kir, bi lîstîka “Sê Ezezok” bi dawî bû.
Yekemîn Mîhrîcana Zarokan a Amedê ku di 27’ê gulanê de bi pêşengiya Şanoya Bajêr a Amedê dest pê kir, bi lîstîka “Sê Ezezok” bi dawî bû.
Di çarçoveya Festîvala Zarokan a Amedê de, ji kelûpelên bermahiyan çêkirina pêlîstokan fêrî zarokan kirin.
Mihrîcana Zarokan a Amedê ku ji şano, wêne, huner, kukla, drama û lîstikên pêk tê, bi karkeriya wêneyan dest pê kir.
Weşanên Aryenê dudo jê roman û yek jê helbest, 3 pirtûkên nû çap kirin.
Hûnermendên Edeneyê, diyar kirin ku dê di 24’ê Hezîranê de, dawî li zextên li ser hûner bînin û wiha gotin: “HDP hemû rengan dihewîne nava xwe û dê serkeftinê bi dest bixe. Em ê bersiva herî mezin di 24’ê Hezîranê de bidin desthilatdariyê.”
Hunermend Bager bi navê “Efrîn”ê stranek çêkir. Koma Stêrkên Rojê strana “Efrîn”ê dibêje û dê çend roj şûnde li ser înternetê bê parvekirin.
6.Mihrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê îro dest pê dike. Ji bo Belgefîlman 105 serîladan hatin kirin. Mihrîcan dê 4 rojan bidome.
Strana "Werin" ku hunermendên jin ên NÇM'ê amade kirin, dê hêz û coşê li xebatên hilbijartinê bar bike.
Li şûna Sînemaya Yilmaz Guney ku hatibû şewitandin park hat çêkirin. Elîf Guney Putun, keça Yilmaz Guney, bertek nîşanî vê yekê da û got: “Îktîdar sibê hene dusibe tune ne, lê Yilmaz Guney mayînde ye.”
Kesên ji temenên wan û ji derdorên cuda yên li heman taxê hatin gel hev Koroya Newzên Vê Xakê ava kirin. Endamên koroya ku bi mehan e bi awayekî kolektif dixebitin, dê konsera xwe di 24’ê Gulanê li dar bixin.
Li Stenbolê xwendekarên zanîngehan li dijî zextên li ser zimanê kurdî û ji bo zimanê kurdî li her qada jiyanê li pêş bikeve Civaka Chalak Events ava kirin. Ev civat bi navê “Cahalak Events-Wan” dirêjî Wanê bû.
Nivîskar Dilawer Zeraq ku ji bo Hawarê got “Ji bo wêje, ziman û çanda kurdî manîfestoyek e”, hewldana nivîskarê mezin ê îtalyanî Dante û Hawarê şiband hevdu û got: “Kurmanciya me ji Eliyê Herîrî bigire heta bi Hawarê, ew manîfesto ye ku helwesteke Danteyî ye. Hîn jî em hewceyî Hawarê ne, hê jî neqediyaye. Ji ber ku ji bo îtalyanî jî hê Dante neqediyaye.”
Nivîskar û wergêr Dilawer Zeraq diyar kir ku Hawar destpêka Wêjeya Modern a Kurdî ye û encama weşanên beriya xwe û sedema yên piştî xwe ye û ji bo Hawarê got: “Sedema Hawarê Eliyê Herîrî ye, Ehmedê Xanî, Mela Mehmûdê Bazîdî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Melayê Bateyî ye.”
Dema mirov lê guhdar dike, tu dibêjî qey ev dengê Dengbêj Şakiro ye, lê ne Şakiro ye. Ev Dengbêj Şîrînê Rebetê ye û mirov dikare bêje ev dengê zindî yê Şakiro ye. Dengbêj li aliyekî pez xwedî dike û şivaniyê dike û li aliyekî jî ji heval û dostên xwe re klaman dibêje.
21'emîn Mihrîcana Fîlmên Jinan a Gêzik ên Difirin (Uçan Supurge) ya bi têmaya "Hêvî" di navbera 10-17'an de dest pê dike.