Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê fînala xwe bi 'Gomîdas' kir
- çand û huner
- 12:55 28/4/2024
9'emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê fînala xwe bi lîstika Gomîdas kir ku li Dêra Ermenan a Surp Gîragos hate lîstin.
9'emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê fînala xwe bi lîstika Gomîdas kir ku li Dêra Ermenan a Surp Gîragos hate lîstin.
16 komên muzîka şoreşger albûmeke nû ya bi navê “Destên azadiyê hene” derxistin.
Derhênerê fîlmê "Bilûra Nîşo" ku bal dikişîner ser çîroka malbata Nîşyan a ji qirkirinê filitiye û wê di Mîhrîcana fîlman a Los Angelsê de bê nîşandan, got: "Ez hewl didin mîrateyeke baş ji siberojê re bihêlim."
9’emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê bi dawî bû. Di lîstika Gomîdas de di eywanê de cih nema.
Komeleya Jinan a Gunebakan ji bo hişmendiya zayenda civakî her sal mîhrîcana ‘ji bo wekheviyê reqsê bike’ pêk tîn eû îsal jî bi coşek mezin destpêkir. Di mîhrîcanê de hat diyar kirin ku bila beden û zîhn fêrî gotin û dîmena wekheviyê bidin.
Şanoger Ferhat Keskîn ku di gotûbêja “Şanoya Kurdî ya li Dîasporayê” axivî, diyar kir ku baweriya wî bi şanoya kurdî ya li dîasporayê nayê û got ku dîaspora di navbera şanoya kurdî û cîhanê de pirek e.
Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo ji bo şagortên xwe kampanyaya enstrumanan da destpêkirin. Ji mamosteyên dibistanê Mizgîn Dûrûk diyar kir ku wan ji bo ku şagirtên ku dixwazin xwe di qada muzîk û hunera kurdî de pêş ve bibin vê kampanyayê daye destpêkirin û banga hestyariyê kir.
Şanoger Ozcan Ateş û Perwîz Ehmedî yê rojhilatî diyar kirin ku her çiqas êrîş li şano û şanogerên kurdan kirin jî, şanoya kurdî mezintir bû û wiha gotin: “Dê ji niha û pê ve jî şanogerên kurd têkoşîna xwe bidomînin û bi rêya mîhrîcanan pirsgirêkên xwe çareser bikin.”
Di roja 9’emîn ya Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê de lîstikên “Bernarda” û “Înfaz” hatin nîşandan.
Di roja 7’emîn ya Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê de lîstikên bi navê “Ceyran”, “Strîp-Tease” û “Kalabalik Dûasi” hat nîşandan.
Şanogerê kurd Ghotbedîn Sadeghî ku di gotûbeja di çarçoveya mîhrîcana şanoyê de axivî, diyar kir ku ji ber Kurdistan her tim di bin êrîşan de bû, xwestin bi rêya govendên rîtuel û ayînî mîtolojiyê zindî bigirin û wiha got: “Zindîgirtina mîtolojiyê dibe sedema hevgirtin, xwişk û biratî û ewlehiyê.”
Di roja 6’emîn ya Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê de lîstikên “Çînûr” û “Zîd û Han” hatin pêşandan.
Di roja 5’emîn ya Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê de lîstikên “Odîp” û “Qral û Travîs” derketin pêşberî şanohezan.
Şanoger Rûgeş Kirici di gotûbêja di çarçoveya 9'emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê de pêk hat de, diyar kir ku bi mezinbûna tekoşîna kurdan, şanoya kurdî jî xurt bûye.
Ji mêvanên Mihrîcana Şanoya Amedê Sureyya Karacabey bal kişand ser têkoşîna hunermendan a li dijî qedexeyan û got: “Ez ji wê rikê pir bawer im. Ew rik dikare desthilatê bîne xwarê.”