Bernameya meha Sibatê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
- çand û huner
- 13:51 26/1/2022
Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha Sibatê aşkera kir. Di bernameyê de gelek lîstik hene.
Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha Sibatê aşkera kir. Di bernameyê de gelek lîstik hene.
Ji qada çand, huner û medyayê 217 kesî piştgirî dan hunermend Sezen Aksû ku rayedarên desthilatdariyê gefê lê dixwin.
Serokê Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê Celal Ekîn diyar kir ku ew daristana tê xwestin li ser navê Devlet Bahçelî were çêkirin berdewamiya “Polîtîkaya dabeş bike, parçe bike û bi rê ve bibe” pênase kir.
Navenda Çand û Hunerê ya Golgeyê ya li Esenyûrtê, ji bo zarokan çalakiyek li dar xist.
4'emin Rojên Ma Musicê ji ber şert û mercên zivistanê hatin taloqkirin.
Wêjegeh Amed vê carê "Kargeha Çîrokê" li dar dixe. Kargeh 5 hefteyan dê bidome. Yên bixwazin dikarin serlêdana xwe bikin.
Ji perwerdekarên Ma Musicê Evîn Tiryakî, diyar kir ku dê bi boneya 4'emîn salvegera Ma Musicê çalakiyên "Rojên Muzîkê" li dar bixin û got: "Em ê zarokên vî bajarî bê muzîk nehêlin."
PEN'a Kurd, Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê û Komeleya Wêjekarên Kurd li Mêrdînê ji bo nivîskarên girtî roja îmzeyê li dar xistin.
Hunermend Kasim Taşdogan ku bi stranên “Rê” û “Xem Neke” hat nasîn, diyar kir ku ew strana “Xem Neke” diyarî malbata Şenyaşar dikin û dixwaze ew her tim li cem êş û kêfxweşiya xelkê xwe be. Taşdogan, got ku wê zextên li ser çand, huner û zimanê kurdî jî negihîjin mexseda xwe û bi hêvî ye ku wê kurd bi ser bikevin.
Li navçeya Akdenîz a Mêrsînê "Serê Salê" hat pîrozkirin. Li Enqereyê jî Înîsyatîfa Xwendekarên Azad a Enqereyê di şahiya Serê Salê de got: "Li dijî polîtîkayan bişavtinê em çanda xwe diparêzin û dijîn."
Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê, li avahiya komeleyê bi şahiyeke muzîkê Serê Salê pîroz kir.
Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê li navçeya Sûrê ya dîrokî şahiya ‘Serê Salê’ li dar xist û dîmenên xweşik derketin holê.
Şanohezan diyar kir ku li herêmê divê şano hîn bêtir berbelav be û got: "Şanoya Mencelê xwedî li mîrateya Melayê Cizîrî derdikeve."
Tûrneya Ewropayê ya Şanoya Bajêr a Amedê ya ji bo lîstika "Don Kîxot", ji ber nedayîna vîzeya 3 şanogeran hat taloqkirin.
Stranbêjên li Cadeya Îstîklalê stranên kurdî disitrên diyar kirin ku ew bi zextên polîsan re rûbirû dimînin û amûrên wan tên desteserkirin û cezayê pereyan li wan dibirin.