Parlementerê Sînn Fêîn Maskey: Divê Ocalan bê berdan
- cîhan
- 13:48 11/6/2019
Parlementerê Sînn Fêîn Paûl Maskey, diyar kir ku divê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê berdan û banga dikin ku ji nû de hevdîtin bên destpêkirin.
Parlementerê Sînn Fêîn Paûl Maskey, diyar kir ku divê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê berdan û banga dikin ku ji nû de hevdîtin bên destpêkirin.
Serokê Iraqê Adîl Abdulmehdî yê bi Wezîrê Karê Derve yê Elmanya Hîko Maas re hatin gelhev, got: “Em piştgiriyê didin hemû hewldanên ji bo îstîkrarên herêm û cîhanê. Di vê çarçoveyê de, em amadene ku şande û peyamên xwe ji bo Waşhîngton û Tahranê bişînin.”
Wezîrê Perwerdehiyê yê Îranê Muhammed Bethaî îstîfa kir. Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî îstîfa wî qebûl kir.
hat ragihandin ku dê Serokwezîrê Japonyayê Shînzo Abe serdana Îranê bike. Tê gotin ku dê serdan di çarçoveya "navbeynkariya" Amerîka û Îranê de pêk bê.
Li paytexta Sûdan Hartûmê, di êrîşa Konseya Leşkerî ya darbekar a li dijî çalakiya rûniştinê de, hêjmara kesên jiyana xwe ji dest dan gihîşt 100 kesan.
Li bajaroka Bûdûda ya ku li rojhilatê Ûgandayê ye, ji ber barana zêde erd xişikî Bi dehan kes winda bûn.
Wezîrê Karên Derve yê DYA'yê Mike Pompeo, diyar kir ku bê şertên pêş amade ne ku bi Îranê re hevdîtin bikin.
Endamê Navenda Şêwira Stratejik a Lîbya ya Navneteweyî Ebdullah Îhan Esmane, derbarê şerê di navbera hêzên Artêşa Netewî ya Lîbya û Hikumeta Mûtabakat a Netewî de axivî û got: “Tirkiye dixwaze li ser Lîbya re xwe bigîhîne Efrîka. Ji ber vê bi hemû hêza xwe bi şerê vir re eleqedar dibe. DAIŞ’iyan bi geştiyan dijîne Lîbya.”
Hat ragihandin ku rayedarên Amerîka, Rûsya û Îsraîlê bi armanca ku "Pirsgirêka Ewlehiya Rojhilata Navîn" biaxivin, di meha hezîranê de li Qudûsê dê civînek li dar bixin
Di hilbijartina Parlamentoya Ewropayê de, partiyên çep navend û rast navend windakirinek mezin jiyan. Li gorî encamên destpêkê, sosyal demokratan derbek mezin xwarin û rastgiran jî kursiyên xwe zêde kirin.
Serokwezîra Îngilistanê Teherese May diyar kir ku dê di 7'ê Hezîranê de bi awayekî fermî îstifa bike. May got ku ew di baweriyê de ye hewldana Brexîtê bi serokwezîrekî nû bê dayîn dê ji bo berjewendiyê wletaê wan baştir be.
7 hezar Kurdistanî û dostên kurdan ên li Dusseldorfê kom bûn, li dijî tecrîdê zincîra mirovan ava dikin.
Li Derya Spî, keştiya penaberan noqî avê bû. Li gorî Ajansa Dewletê ya Tunusê herî kêm 70 penaberan jiyana xwe ji dest dan û 16 kes jî bi saxî hatin rizgarkirin.
Li Moskova ya Rûsya duh balafira rêwiya dema daket xwar agir pêket. Di qezaya balafirê de bi giştî 41 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Polîsan mudaxileyê çalakvanên li avahiya Rêxistina Efûyê ya li Londonê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Ocalan dest bi çalakiyê kiribûn, kirin û 20 çalakvan binçavkirin.