Kaçmaz: Leşkerên payebilind ji bo bazirganiyê ‘herêma ewlehiyê’ radigihînin û daran talan dikin
- ekolojî
- 10:33 21/7/2022
Parlamenterê HDP’ê Huseyîn Kaçmaz bal kişand ser qirkirina daran a li Şirnexê û wiha got: “Cerdevan û leşkerên payebilind bi hevkarî qirkirina daran didomînin. Di salên 90’î de bi hinceta ewlehiyê bi hezaran gundên me hatin valakirin. Leşkerên payebilind deverên ji bo birîna daran bi kêrî wan tên weke ‘herêma ewlehiyê’ radigihînin û li wir qira daran tînin.”