Di doza qeyûm de bal kişand ser gotinên Soylu: Divê biryara beraetê bê dayîn

  • rojane
  • 14:13 20 Hezîran 2023
  • |
img
MÊRDÎN - Di danişîna doza Hevşaredarên Qoserê û 5 kesên din de gotinên Wezîrê Karên Hundir ê berê Suleyman Soylu yên “Erdogan xwest, me ji peywirê girtin” hatin bibîrxistin û hat xwestin ku biryara beraetê bê dayîn. 
 
Hevşaredarên Qoser a Merdînê Îsmaîl Asî û Leyla Salman di 2’yê kanûna 2016’an de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin û 3 sal piştre hatin berdan. 18’emîn danişîna doza Asî û Salman jî di nav de bi giştî derheqê 7 kesan de hatiye vekirin li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê hate lidarxistin. Tu bersûc tev li danişînê nebûn lê parêzer Erdal Kuzu amade bû. Piştî xwendina ewraqên li dosyayê hatine zêdekirin, dozger mutalaaya xwe ya di rûniştina berê de dubare kir û xwest ku li her 7 kesan jî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” heta 15 salan cezayê hefsê bê birîn. 
 
DOZÊN SIYASΠ
 
Piştre jî parêzer Erdal Kuzu li dijî mutalaayê parastin kir û got ku ev dozên siyasî di çarçoveya armanca îdeolojîk a îktîdarê de tên kirin. Kuzu, wiha domand: “Armanc ew e ku kes an jî saziyên muxalîf bi rêya darazê ji holê rakin. Doza KCK’ê tenê yek ji van doza ye. Dozên siyasî, rêbazekî dadger û dozgerên cemaeta Gulen a li dijî siyasetmedarên kurd bû. Îktîdar jî niha heman rêbazan bi kar tîne. Di pêvajoya hilbijartinê de Wezîrê Karên Hundir ê berê Suleyman Soylu bi vekirî got ku; ‘serokkomar li min geriya û got ku ji şaredariyên HDP’ê aciz e. Ji min xwest ku wan ji peywirê bigirim. Min çavek dixwest lê Tayyîp Erdogan du çav dan min. Du roj piştre di serê sibehê de me ji peywirê girtin.’ Soylu li xwe mikûr hatiye ku dozeke siyasî ye. Tevahiya kesên di dosyayê de ji Qoserê ne. bi îradeya gel hatine hilbijartin. Lê îktîdarê bi rêbazên kompasê ji peywirê girt û li şûna wan qeyûm tayîn kir.  Êdî tu rewatiya vê dozê nema ye. Divê derheqê miwekîlên min de tavilê biryara beraetê were dayîn.” 
 
Bi domdarî Kuzu da zanîn ku di mutalaaya dozger de Emrûllah Akhamûr û Mûrat Yurtgul ên di êrişa DAIŞ’ê ya 20’ê Tîrmeha 2015’an de jiyana xwe ji dest dayîn weke “endamên rêxistinê” hatine nîşandan û wiha pê de çû: “Hinek bi wijdan bin. Dozgeriyê, îdia kiriye ku hevşaredaran bertîl wergirtiye û weke sûc hatiye nîşandan. Min lêkolîn kir, her du mifetîş jî hêj dixebitin û derheqê wan tu lêpirsîn nehatine destpêkirin.” 
 
Dadgehê, biryar da ku kêmaniyên di dosyayê de bên temamkirin û danişîn taloqî 19’ê cotmehê kir. 
 

Sernavên din

22/06/2023
16:55 Hejmara kesên ji ber şerê li Bismilê hatine girtin derket 6’an
16:45 Li Êlihê derbarê 25 kesan de biryara beraetê hat dayîn
16:38 Ji bo kana mermerê ya li Geliyê Zîlanê biryara betalkirinê
16:20 TJA’yê êrişa li Qamişloyê protesto kir: Divê rê li ber van êrişan were girtin
16:03 ÎHD’ê bertek nîşanî betal kirina Doza Licê da
15:34 Midûrê VASKÎ, personel û polîsan li şêniyên gund xistin
15:20 Piştî zêdekirina faîzê dolar rabû û 24 lîre derbas kir
15:06 Banka Navendî faîza polîtîkayê derxist ji sedî 15’ê
15:01 Aydenîz: Êriş li dijî destkeftiyên jinan û azadiya kurdan e
14:31 ‘2’yê tîrmeha 1993’yan ji bo desthilata siyasî roja şermê ye’
14:19 Dadgehê îşkencekirina zarokan parast û cezayê bersûcan xera kir
14:18 HDP’a Edeneyê: Qetilkirina Derwêş, Şiwêş û Tûma sûcekî li dijî mirovahiyê ye
13:59 Ji siyasetmedar Emîne Ayna re ceza hat xwestin
13:49 Şenyaşar: Divê berpirsyarên mirina zarok Dakak hesabê bidin
13:36 Daxwaza berdana girtiyê nexweş Ozkan hat redkirin
13:32 Dadgehê doza ji bo eşkerekirina cihê gora Şêx Seîd red kir
13:19 Malbata Şenyaşar: Em ê dev ji lêgerîna edaletê bernedin
13:13 Doza Komkujiya Liceyê: Leşkerê bersûc mir, doz betal bû
12:23 Tifaqa Kurd a Azadî û Demokrasiyê: Divê NY û YE helwest nîşanî Tirkiyeyê bidin
11:55 Çawişê pispor ê di pevçûnê de birîndar bûbû mir
11:54 Doza nûçegihanên Vice News hat taloqkirin
11:43 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
10:53 Rapora nexweşxaneyê ya ji bo girtiyê nexweş Ozkan: Li ser jiyana wî xetere heye
10:46 Girtiyan bi şewitandina qawişê binpêkirinên mafan şermezar kirin
10:20 Ji AYM’ê bo 9 partiyên siyasî venêrîna darayî
10:04 ‘Ji jinên Rojava ku li dijî DAIŞ’ê li ber xwe dan ditirsin’
09:54 ‘Divê li dijî krîzên heyî azadiya fîzîkî ya Ocalan pêk bê’
09:01 'Yên kedê didin rêncber in, ên qezenc dikin hinardekar in'
09:00 'Em ê li dijî operasyonên AKP'ê xwe li qadan birêxistin bikin'
09:00 Hûn: Em ê têkoşîna xwe bi xwerexnekirinê xurt bikin
09:00 Şakar: Pirsgirêka sereke tecrîd e, divê her kes bibe parçeyeke çareseriyê
09:00 ROJEVA 22'YÊ HEZÎRANA 2023'YAN
21/06/2023
22:24 Yusra Derwêş, Leyman Şiwêş û Firat Tuma hatin definkirin
19:15 Şadiye Manap ji girtîgehê derket
17:32 Danişîna doza jinên ku di 1'ê Îlonê de hatibûn binçavkirin hat taloqkirin
16:51 Partiya Çepên Kesk xwest Meclis têkildarî dersa kurdî lêkolînê bike
16:26 ‘Darên li Geliyê Godernê bi kîjan sedemê tên birîn?’
16:25 Hevdîtinên Astanayê bi biryarên li dijî Rêveberiya Xweser bi dawî bûn
15:58 Ji Mêrdînê bertek nîşanî êrişê dan: Divê Tirkiye ji Rojava derkeve
15:53 Beştaş: Tirkiye bi SÎHA’yan sivîlan qetil dike
15:08 Derbarê Manapê de biryara beraetê hate dayîn
15:08 TJA’yê bertek nîşanî êrişan da: Têkoşîna azadiyê ya jinan di hedefê de ye
13:56 Li Amedê bekçiyan li hev xist: 2 kes hatin kuştin
13:33 HDP’ê ji bo Kirmizi daxuyanî da: Îşkenceyê bi dawî bikin
13:24 Wezîrê Parastinê: Civîna bi Barzanî re dê bi xwe re encamên erênî bîne
12:17 Jinên Bakur êrişên li ser Rojava şermezar kirin
11:59 Girtiyên li Girtîgeha Kirikkaleyê têkildarî binpêkirinan name şandin
11:42 Malbata Şenyaşar: Wezîr hate guhertin lê bêedaletî didome
10:46 Li Colemêrgê çalakî û xwepêşandan bi hinceta Kovîd-19’ê hatin qedexekirin!
10:34 Dîroka jinan a veşartî nexş dike
10:01 Ji ber êrişa zayendî derheqê şaredarê AKP’î de lêpirsîn hate destpêkirin
10:01 Li Antakyayê di bin kavilê avahiyekê de cenazeyê jinekê hate dîtin
09:52 Çawişê pispor ê Uytun qetil kirî dê bi sûcê ‘texsîrê’ bê darizandin!
09:48 Dayika Dag ê di çalakiya greva birçîbûnê de: Hûn nikarin bi zextê serî bidin tewandin
09:43 Derhêner Karaman: Sedema qedexekirina lîstikan zimanê kurdî ye
09:08 Xwezaparêz Qeredaxî: Çekên kîmyewî başûrê Kurdistanê ber bi çolbûnê ve dibin
09:07 Dayikên Şemiyê dê careke din serî li AYM'ê bidin
09:06 Demîr: Azadiya fîzîkî ya Ocalan şert e
09:05 Hatine asta ku dest ji sewalvaniyê berdin: Nexweşîna tebeqê, bihabûn, koçberî...
09:02 Ji ber dîmenên dijhiqûqî ceza li hunermendê kurd hat birîn
09:01 Mele Abdûlbarî Tîryakî: Di nava piraniya pirsgirêkên welatê me de tiliya pergalê heye
09:00 ROJEVA 21'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
20/06/2023
22:26 KCD'ê der barê êrişa li Rojavayê de bang li raya giştî ya cîhanê kir
21:17 Di doza qezaya li Dêrikê de kesek hat berdan
20:54 Komkujiya Pirsûsê 95 meh li dû xwe hiştin
20:01 Doza 38 HDK'iyan hat taloqkirin
19:35 HDP'ê êrişa li ser Rojavayê şermezar kir
16:56 Dosyeya Mîraç Mîroglû ji nû ve dê ji bo ATK’ê bê şandin
16:20 Hevseroka Kantona Qamişloyê Derwêş di êrişa SÎHA’yan de jiyana xwe ji dest da
16:17 Terîqetan xwest û dadgehê nûçeyên têkildarî mirina biguman a Dakak asteng kir
16:01 Barzaniyê bi Erdogan re hevdîtin kir: Em li ser pêşxistina têkiliyan axivîn
16:00 Di lêpirsîna şerê li Bismilê de 3 kes hatin girtin
15:42 Cenazeyên 39 qûrbaniyên ku DAIŞ'ê qetilkiribûn radestî malbatên wan hatin kirin
15:39 Dadgeha Bilind cezayê Garîbe Gezer erê kir!
15:27 Roja Penaberan: Rê li ber sedemên ku penaberî afirandine bigirin
14:47 Malbatên girtiyan serî li OHD’ê dan
14:26 Parêzeran li dijî zextan banga piştevaniyê kirin
14:13 Di doza qeyûm de bal kişand ser gotinên Soylu: Divê biryara beraetê bê dayîn
13:56 ‘Doza Çapemeniyê ya KCK’ê taloq bû
13:56 Dewleta tirk li Tirbespiyeyê êrişî wesayîtekê kir
13:36 Li Astanayê civîna çar alî
13:35 Endamê Meclisa HDP’ê Kirmizi yê girtî hate derbkirin
13:35 Doza Demokratîk Modernîteyê hate taloqkirin
12:52 Li Geverê operasyona bertîlê: 4 jê polîs 14 kes hatin girtin
12:48 Uçar: Em ê tifaqa xwe ya civakî berfirehtir bikin
12:25 Doza rojnamevan Boltan hat taloqkirin
11:58 Parêzer ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li serdozgeriyê dan
11:46 Emîne Şenyaşar ji dadger re got: Baş tê bîra min ka zarokên min çawa hatine kuştin
11:46 Meaşê kêmtirîn diyar bû
11:28 Barzanî, ji bo bi Erdogan re hevdîtinê bike hate Enqereyê
10:50 Li Geverê piştî operasyona leşkerî şerekî dijwar diqewime
10:38 Ji ber girtiyan ji bo hewa bistînin têl ji hev ve kirin doz lê hate vekirin
09:55 Li 8 bajaran 22 xebatkarên girtîgehan hatin binçavkirin
09:55 Bayindir: Siyaseta Tirkiyeyê xetimî ye, çareserî di destê Ocalan de ye
09:39 Zexta ‘bi tirkî biaxivin’ li girtiyan tê kirin
09:38 Lozan di sedsaliya xwe de ye: Divê kurd li dora berjewendiyên neteweyî bibin yek
09:29 Penaber di her qadên jiyanê de rastî êrişan tên
09:03 Dîroka Anzeleyê hat tunekirin
09:02 Berteka ji bo qedexekirina çalakiyên kurdî: Em ê bi hunera xwe bersiva wan bidin
09:02 53 sal in kasetfiroşiyê dike