Malbat dixwaze mirina bi guman bê zelalkirin

  • rojane
  • 09:07 22 Cotmeh 2023
  • |
img
STENBOL - Malbata Mehmet Selîm Ongûlû ku di 7'ê cotmehê de li girtîgehê jiyana xwe ji dest da û di rapora otopsiyê de sedema mirina wî wekî "krîza dil" hat nîşandan, xwestin bûyera mirinê ya "gumanbar" bê zelalkirin. 
 
Mehmet Selîm Ongûlû yê di Girtîgeha Hejmara 4 a Tîpa T a Amedê de dimîne, di 7'ê cotmehê de di qawîşa xwe de jiyana xwe ji dest da. Mirina Ongûlû yê 9 salan girtî bû, di pêşrapora otopsiyê de wekî "krîza dil" hat tomarkirin. 
 
Ongûlû, di sala 2021'ê de li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê ji ber xwîn çûbû ser mêjiyê wî hat dermankirin û paşê sewqî Girtîgeha Tîpa R a Menemen a Îzmîrê hat kirin. Ongûlû piştî salekê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê hat kirin û ji vir jî cardin sewqî Girtîgeha Hejmara 4 a Tîpa T a Amedê hat kirin. 
 
Malbata Ongûlû mirina wî wekî mirineke "bi guman" dibîne. Mûzaffer Ongûlû, birayê Mehmet Selîm Ongûlû xwest mirina birayê wî bê zelalkirin. 
 
RAPORA 'DIKARE DI GIRTÎGEHÊ DE BIMÎNE' DANE WÎ!
 
Mûzaffer Ongûlû bilêv kir ku gava birayê wî li Menemenê di girtîgehê de bûye di dema hevdîtinê de bi tayê ketiye û piştî ew rakirina nexweşxaneyê teşhîsa epîlepsiyê hatiye danîn. Ongûlû destnîşan kir ku ev nexweşîn li girtîgehê li birayê wî peyde bûye û got ku ji wan re nehatiye gotin ku birayê wî rakirina kîjan nexweşxaneyê. Ongûlû da zanîn ku birayê wî paşê şandine Saziya Tiba Edlî (ATK) û ATK'ê rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" daye birayê wî. 
 
Ongûlû da zanîn ku beriya bi tayê bikeve xwîn çûye ser mêjiyê birayê wî û 80 rojan hatiye dermankirin lê di van 80 rojan de nikaribûye dest û pêyên xwe bilebitîne û gava birayê wî li Girtîgeha Menemenê û Girtîgeha Xarpêtê bûye jê re ev tişt gotine: "Got, girtiyên li cem wî jî hemû nexweş bûne û nikaribûne alîkariya wî bikin. Ji ber vê ji bo car din biçe Girtîeha Tîpa T a Amedê daxwazname dane. Ji lew re li vir hevalên wî hebûn û alîkariya wî dikirin. Birayê min piştî Menemenê mehekê li Xarpêtê ma, paşê car din ew şandin Girtîgeha Amedê." 
 
AGAHIYÊN BI NAKOK
 
Ongûlû behsa roja 7'ê cotmehê kir ku birayê wî jiyana xwe ji dest da û got: "Saet li dor 12:00'an bû, xebera mirina birayê min hat. Gava em li rayedarên girtîgehê geriyan, jineke ku xwe wekî cîgira midûr da naskirin, got birayê te serê sibehê saet li dor 06:00'an ji ber krîza dil miriye. Hefteyek bi şûn de ji bo agahiyên berfireh min car din elefonî girtîgehê kir. Car din heman jinê telefonê vekir. Min pirsî 'Birayê min kengî, çawa mir û nerihetiyek wî hebû?' Jinikê ji min re got, 'Saet di 08:00'an de krîzê li dilê wî xist. Tevî hemû mudaxileyan jî me nikaribû wî xelas bike. Min jî got, 'cara ewil gava ez geriyam te got saet li dor 05:00-06:00'an miriye, lê çi bû niha guherî? Qey haya we ji mehkûman tune ye?"
 
RAPORA OTOPSIYÊ
 
Ongûlû anî ziman ku mirina birayê wî mirineke bi guman e û got ku di rapora otopsiyê de sedema mirina birayê wî wekî "krîza dil" hatiye tomarkirin. Ongûlû got: "Rêveberiya girtîgehê divê tiştekî zelal ji me re bibêje." 
 
Ongûlû di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku divê girtiyên nexweş bên berdan û ji bo vê bang li Wezareta Dadê kir. 

Sernavên din

02/11/2023
10:10 17 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:49 9 roj in agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin
09:08 Hejmara zarokên li Xezayê hatin kuştin derket 3 hezar û 648’an
09:07 Têkoşîna bavê xwe yê HEP'î ku hat qetilkirin bi HEDEP'ê didomîne
09:06 Îstinafê biryara dawî ya di doza rojnamevan Parlak de pesend kir
09:05 'Jin divê bi rengê xwe beşdarî konferansê bibin'
09:03 Soza 21 hezar xanî hatibû dayîn lê heta niha 6 hezar xanî tên çêkirin
09:01 Dê li Stenbolê Şevbêrka Dengbêjan bê lidarxistin
09:00 ROJEVA 2'YÊ MIJDARA 2023'YAN
08:59 Zem li bihayê cigareyê hate kirin
08:26 Hevserokên Giştî yên HEDEP’ê: Em ê li dijî dozên we yên kompasê bêdeng nemînin
01/11/2023
22:22 Huda Kaya hat girtin
20:37 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên Roja Kobanê ya Cîhanê
19:39 Rojnamevan Tolga Şardan hat girtin
19:16 Eleqeyeke zêde ji bo kargeha zarokan a Gerok MA'yê
18:59 Dozger xwest ceza li 6 rojnamevanan bê birîn
18:14 Rojnamevan Dînçer Gokçe hat berdan
17:29 Huda Kaya hat binçavkirin
16:48 Pêşnûmeya têkildarî êrişên Tirkiyeyê bi hinceta ‘mijarên divê neyên kirin’ paşve hate şandin
16:31 Rojnameger Dînçer Gokçe hate binçavkirin
16:16 275 caran êrişî Efrîn û Şehbayê hate kirin
15:41 HEDEP’ê ji bo Roja Kobanê ya Cîhanê pêşniyarqanûn da Meclisê
15:35 ‘Kesên li Kobanê li ber xwe dan cîhan ji belaya DAIŞ’ê xelas kirin’
15:28 TDÎ: Tê xwestin ku hiqûqek serwer bê avakirin
15:27 Rojnameger Tolga Şardan hate binçavkirin
15:11 OHD’ê têkildarî tecrîda li Îmraliyê bulten amade kir
14:35 Tîryakî: Peyva welat ser zimanê wan kêm nabe lê di rastiyê de bazirganiya tiryakê heye
14:28 Rapora girtîgehan: Kurdî qedexe ye û girtiyên nexweş nayên tedawîkirin
13:51 Li Silopiya 5 kes hatin binçavkirin
13:14 Rêveberiya Xweser: Kobanê hêj bi êrişên tunekirinê re rû bi rû ye
13:13 Hevserokên HEDEP’ê: Berxwedana Kobanê rêya me ronî dike
12:10 Bakirhan: Werin em stratejiyeke hevpar a zimanê kurdî ava bikin
12:02 Penaberê winda ji girtîgehê derket
11:53 Di êrişa dewleta tirk de yek jê zarok 2 kes birîndar bûn
11:46 8 roj in agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin
11:07 Meclisa Jinan a HEDEP’ê: Kobanê çirûska serhildana jinan e û dê tu carî nekeve
10:16 Kavala peyam şand: Hêj jî hêviya min heye
10:14 DBP amadekariya konferansê dike: Tecrîd dê bê destnîşankirin
09:57 Roja kesên digotin ‘jiyaneke nû pêkan e’: Roja Rojava ya Cîhanê
09:28 Bereket Kar: Rojhilata Navîn dê bibe cihê pêleke berxwedanê ya nû
09:22 Budçeya Wezareta Xizîne û Darayî li komîsyonê hate qebûlkirin
09:12 Li Botanê erdnîgarî ji mirovan tê xalîkirin, bîra dîrokî tê tunekirin
09:09 Prof. Dr. Gok: Abdullah Ocalan dê tevkariyeke mezin li aştiyê bike
09:09 Girtiyê bi epîlepsiyê ketiye xistin hucreya yekkesî
09:00 ROJEVA 1'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:45 Dîlan û Engîn Polat ên hevjînên hev hatin binçavkirin
31/10/2023
23:19 Endamê Meclisa Giştî ya Bajêr a Agiriyê ya HEDEP'ê Ozgur jiyana xwe ji dest da
22:47 Muftuoglûyê 'Xelata Rojnamevana Herî Bibiryar' wergirt
19:28 Orûç ku ji girtîgehê derket: Bijî çapemeniya azad
19:22 Gerok Ma'yê li Silopiyayê kargeha zarokan li dar xist
18:27 Rojnamevan Arslan ji girtîgehê derket
17:00 Kesê ku ji ‘Doza Sereke ya KCK’ê girtîbû hat berdan
16:54 Çawişê pispor ê 4 zarok tacîz kiribû hate berdan
16:19 Wezaretê xwest û dadgeriyê ji bo nûçeya zaroka êzidî biryara astengkirinê da
16:16 Rojnamevan Mehmet Şah Orûç hat berdan
16:01 ROJNEWS: Em tawanbariyên der barê Silêman Ehmed de red dikin
15:39 Walîtiya Kocaeliyê ‘meşa kurdî’ qedexe kir
15:16 Bavê Leyla Şaylemez ji doza jê dihat darizandin beraet kir
14:08 Der barê rojnamevan Arslan de biryara beraetê û tehliyeyê hat dayîn
13:47 Leyla Guven ji doza xwe ya li Silopiya hat beraetkirin
13:39 Doza Kobanê: HDP’ê hêza bazariyê ya kurdan zêde kir lewma dewlet aciz bû
13:33 Danişîna ‘Doza Çapemeniyê ya KCK’ê hat taloqkirin
12:34 Îdia: Cîgirê qeyûm 800 TL bertîl xwest
12:22 32 meh in agahî ji Ocalan nayê girtin: Parêzeran dîsa serlêdan kir
12:04 Bi rayedarên dewletê re radibe û rûdinê: Ji wesayîta wî 50 kîlo esrar derket
10:48 Kobanê: Destana jiyana nû
10:32 Hevseroka ku sîxurtî lê hat ferzkirin: Ez li ser karê xwe me
10:07 Du jinên ku gefa kuştinê li wan tê xwarin: Emniyet xemsar nêz dibe
09:55 Parêzer Aydin: Bi neberdana Kişanakê dixwazin muxalefetê dîzayn bikin
09:06 Girtiyê nexweş bi alîkariya dîwaran diçe cihê hevdîtinê
09:05 Civaknas Bariş: Tecrîda li ser Abdullah Ocalan gefê li aştiyê dixwe
09:05 MMO: Madiyet dan pêş, ewlekarî ma li paş
09:04 Li Semsûrê xwendekar bêdibistan mane!
09:01 ‘Çareserî bi paradîgmaya Ocalan pêkan e’
09:00 ROJEVA 31'YÊ COTMEHA 2023'YAN
30/10/2023
17:44 Doza Kobanê: A rast ên ku kurdan ji nedîtî ve tên dabeşkar in
17:26 Yildiz ê piştî 30 salî hat berdan: Têkoşîn berdewam e
16:45 13 ciwanên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:33 Rêveberê HDP’ê Şenyuz hat girtin
16:24 Sahanî Loûk a ku Hemasê îşkence lê kiribû mir
16:17 Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê: Em ê li ber zextan serî netewînin
16:07 Li Hevseroka HEDEP'a Sûrê sîxurtî hatiye ferzkirin
15:43 Beştaş: Dadgehên herêmî li ber biryarên DMME’yê û AYM’ê radibin
15:37 Parlamenterên HEDEP’ê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re dê serlêdanê bikin
15:02 Fîlmê ‘Gava Şitil Mezin Dibin’ xelata ‘Fîlmê Herî Baş’ wergirt
14:50 Di doza ‘heqaretê’ ya Şenyaşar de biryara ‘lihevkirin’ê
14:36 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
14:28 Helbestvan Arjen Arî li ser gora xwe hat bibîranîn
12:22 Bi girseyî serdana şîna Ozmen hat kirin
11:48 Parêzera Armîta Girawend hat binçavkirin
11:32 6 roj in xeber ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin
11:18 Parêzerên Kişanak: Divê miwekîla me tavilê bê berdan
09:16 Dadgehê îtîraza negirtina polîs û cezakirina hindik red kir
09:15 Danişîna rojnamegerên girtî Orûç û Arslan sibê ye
09:15 8 girtiyan name şandin: Em di tercîdê de ne
09:13 Têkoşîna çand û hunerê: Civakek bi rêya hunerê heye
09:12 Tahmaz: Divê li cîhanê bayekî aştiyê yê xurt pêk were
09:09 ‘Jin dê pêşengtiyê ji avakirina Rêya 3’yemîn re bikin’
09:08 Doza ku li dijî xemsariya dewletê hatiye vekirin tê dirêjkirin
09:05 Hevserokê ÎHD’a Şirnexê: Em niha bi dewleta AKP'ê re rû bi rû ne