ÊLIH - Qeyûmê Êlihê 19 kesên din jî ji kar derxist. Heya niha bi giştî 98 kes ji kar hatine derxistin.
Qeyûm Ekrem Canalp ê tayinî Şaredariya Êlihê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) hat kirin, li ser hev karkeran ji kar derdixe. Qeyûm di 6'ê Mijdara 2024'an de 5, di 31'ê Kanûnê de 2020, di 10'ê Çileyê de 18 û di 17'ê Çileyê de 18 karker ji kar derxistin. Qeyûm di 24'ê Çileyê de jî 18 karker ji kar derxistin.
Rêveberiya qeyûm duh êvarê jî 19 karker ji kar derxistin. Bi rêya telefonê peyama "peymana we ya kar hatiye fesixkirin" ji karkeran re hat şandin. Bi vî awayî hejmara kesên ji kar hatine derxistin bû 98.