Rashmawî: Dê gelên kurd û filistînî azad bibin

AMED - Serokê Yekitiya Civak û Rêxistinên Filistînî yên Ewropayê George Rashmawî ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan got; “Şoreşgereke ku hewl dide gelê xwe azad bike.” Rashmawî, anî ziman ku dê gelên kurd û filistînî azad bibin. 
 
Gelek kesên di qada neteweyî û navneteweyî de navdar tev li “Konferansa Çareseriya Meseleya Kurd û Aştiyê” ya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê bûn ku di 16-17’ê adarê de hat lidarxistin. Yek ji van kesan jî Serokê Yekitiya Civak û Rêxistinên Filistîniyên li Ewropayê George Rashmawî bû.
 
Şerê di navbera Îsraîl-Filistînê de bi sala ye didome û piştî êrişa Hamasê ya di 7’ê cotmehê de derket qonaxeke cuda. Xelkê Xezeyê bi êrişên qirkirinê yên Îsraîlê re rû bi rû ye. 
 
Gelek welat bertekan nîşanî êrişên Îsraîlê yên li dijî Filistînê didin û îktîdara AKP’ê jî her çend ku ji bo raya giştî ya navxweyî Îsraîlê sûcdar bike jî di piştperdeyê de bazirganiya xwe ya bi Îsraîlê re mezintir kir û didomîne. 
 
Rashmawî ku ji bo konferansa têkildarî meseleya kurd hatibû Amedê, derheqê têkiliyên di navbera Tirkiye û Îsraîlê û meseleya kurd ji MA’yê re axivî. 
 
‘TÊKILIYÊN TIRKIYE-ÎSRAÎLÊ JI BO XELKÊ FILISTÎNÊ XETERE NE’ 
 
Rashmawî, di serî de spasiya hemû welatên piştgirî dane xelkê Filistînê kir û wiha got: “Têkiliyên pir xurt ên aboriyê di navbera Tirkiye û Îsraîlê de hene. Ev têkilî ji bo xelkê Filistînê xetereyeke mezin e. Heke têkiliyên we yên bi vî awayî bi Îsraîlê re hebin, hûn nikarin piştgiriyê bidin doza Filistînê. Heke Tirkiye bixwaze piştgiriyê bide, divê hemû têkiliyên xwe yên aborî û hwd. bi Îsraîlê re qut bike. Bila pêdiviya xelkê filistînî yê li Xezeyê yên weke xurek, derman û hwd. peyda bike û bişîne. Bila rê li ber êrişên Îsraîlê bigire û li wir agirbestek bê îmzekirin. Ev rewşeke pir lezgîn e. Em li benda wê ne. Divê Tirkiye di mijara agirbestê de jidil be û vê daxwaza xwe nîşan bide.” 
 
‘DIBE KU LI REFAHÊ QIRKIRINEKE SEDSALÎ BÊ JIYÎN’
 
Bi domdarî Rashmawî anî ziman ku miltonek û nîv filistînî li Refaha li başûrê şirîda Xezeyê dijîn û wiha pê de çû: “Heke Îsraîl êrişî vir bike, dibe ku qirkirineke sedsalî bê kirin. Lewma hêj Îsraîlê rê li ber êşên pir mezintir venekirî divê rê li ber were girtin. Divê li herêmê tavilê agirbest were îlankirin.” 
 
‘ABDULLAH OCALAN ŞOREŞGER E’
 
Têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî Rashmawî ev tişt anî ziman: “Heke hûn kesekî ewqas dirêj di tecrîdê de bigirin, ev nîşan dide ku ew kes kesekî pir girîng e. Li gorî min Abdullah Ocalan şoreşger e. Hewl dide gelê xwe azad bike. Ocalan, sembola têkoşîna wekhevî û azadiyê ya gelê kurd e. Lewma tê tecrîdkirin. Lê ev rê û rêbazekî rast nîne. Gelê kurd ne tenê li Tirkiyeyê, li Rojhilata Navîn, li Îran, Iraq û Sûriyeyê jî ji bo azadiya xwe têdikoşe. Bêguman dema têdikoşe rastî gelek pirsgirêkan tê.” 
 
‘DÊ GELÊN KURD Û FILISTÎNÎ AZAD BIBIN’
 
Rashmawî destnîşan kir ku fikrên Abdullah Ocalan ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê kurd pir girîng in û axaftina xwe wiha qedand: “Ji bo çareserkirina meseleya kurd divê dewleta tirk van fikran baş binirxîne. Tecrîdkirina Ocalan tenê dê çareserkirina pirsgirêkê vehêle. Ji bilî vê tu encaman bi xwe re nayîne. Hêvîdarim ku hem gelê kurd hem jî gelê filistînî di demekî herî nêz de azad bibin. Dê temamiya van zindanan birûxûnin. Zindan dê nekarin berxwedêriya van gelan bişikînin. Berevajî vê, îradeya wan a azadiyê hêj mezintir dike, bêhtir berxwedêr dikin. Dewletên serdest nikarin bi zindanan nasnameyên van gelan teslîm bigirin. Nikarin zextê li wan bikin. Dê bi ser nekevin.” 
 
MA / Eylem Akdag - Mujdat Can
 
 

Sernavên din

19/03/2024
16:54 Artêşa Îsraîlê êrîşî bajarê Refahê kir
16:52 Ji Newroza Êlihê çendek nîşe
16:05 Leşkerek di şer de hate kuştin
16:03 Li Nisêbînê piştî Newrozê meş hat lidarxistin
16:00 Newroza Nisêbînê: Li Washingtonê negerin, ji bo çareseriyê deriyên Îmraliyê vekin
15:58 Namzeta hevşaredariyê ya Êlihê Sonuk: Dîroka vî bajarî dîroka berxwedanê ye
15:56 Newroza Dêrsimê: Ji Yezîdan re rê tune ye, hezar silav ji Ocalan re
15:34 Gelên li Minbicê dijîn, Newroz bi hev re pîroz kirin
15:26 Li quntarê Amanosan pîrozbahiya Newrozê: Navnîşana çareseriya pirsgirêka kurd Îmrali ye
15:21 Hevseroka EGE-TUHAYDER’ê Nîlay Guleser hate berdan
15:12 Rojnamevan Eryîgît di 20’emîn salvegera mirina xwe de nehat jibîrkirin
14:58 Cizîr û Hezex ji bo Newroza sibe amade ne
14:57 Li Êlihê bi deh hezaran agirê Newrozê vêxist!
14:49 Bakirhan: Êlih dê hafizeya xwe ji bîr neke
14:43 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê Newroza gelan pîroz kir
14:02 Li her derê coşa Newrozê
13:30 Li du bajaran endam û rêveberên DEM Partiyê hatin binçavkirin
13:27 Li Dêrsimê Newroza bicoş dest pê kir
13:22 Li Îzmîrê 4 jin hatin berdan
13:18 Di Doza Kobanê de gotinên dawî tên guhdarîkirin: Gotina me ya ewil çi be ya dawî jî ew e
13:03 Komîteya Amadekar a Newrozê: Em agirê Newrozê ji Amedê bilind bikin
12:32 Hatîmogûllari di Newroza Bazîdê de got: Peyama Ocalan a 2013’an peyama me ye
12:14 Newroza Rihayê di 23’yê adarê de ye: Dema azadî û yekitiyê ye
11:55 Nameya têkildarî girtiyên di rojiya mirinê de hate sansurkirin
11:53 Bi hezaran kes diherikin Newroza Êlihê
11:37 Li Nisêbînê ‘Newroza azadiyê’ dest pê kir
11:34 Xizmên girtiyan: Ji bo azadiya Rêbertiya xwe em di 21’ê Adarê de li Amedê bin
11:33 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo Îmraliyê serlêdan kir
11:12 Li 14 navendan Newroz hate pîrozkirin
10:58 Di operasyona navenda wê Îzmîr e de 4 ESP’î hatin binçavkirin
10:46 Çewlig ji Newroza sibê re amade ye
10:36 Li Îdirê gel bi DEM’ê re ne
10:19 Li ser rêbeja Colemêrg-Şirnexê aşût hate xwarê
10:15 Bi deh hezaran kes dê tev li Newroza Geverê bibin
09:50 Çandar: Ocalan bi dehan caran rê û rêbazên çareseriyê rêz kir
09:49 Rashmawî: Dê gelên kurd û filistînî azad bibin
09:33 Mexûdûrên erdhejê: Erzaqên dema xwarina wan li ber qedandinê belav dikin
09:33 Parêzer Gezer: Girtî heya daxwazên wan bên qebûlkirin dê çalakiya xwe bidomînin
09:06 Kopî xwe amade dikin ku qeyûm bişînin
09:03 Sêrt ji bo Newrozê amade ye: Werin agirê Newrozê geş bikin
09:03 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza ‘azadiyê’ di roja 114’an de didome
09:03 Cezayê li rojnamevan Îsmaîl Eskîn hatibû birîn hat xerakirin
09:03 Hevserokê KNK'ê Karamus: Hedefa dewleta tirk her çar parçeyên Kurdistanê ye
09:02 Ji rojnameger Silêman Ehmed 147 roj in agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 19'Ê ADARA 2024'AN
18/03/2024
22:43 AKP'iyan hewl da êrişî rojnamevan Guldem bikin
21:01 Emîne Şenyaşar: Haya hemû cîhanê ji me heye
19:32 Bayindir: ev yekîtiya me mizgîniya serkeftinê ye
Turk: Em layiqî gelê xwe yê bedeldayî bin
17:05 Nobeta Edaletê: Îşkenceya li Îmraliyê bi dawî bikin
17:04 ‘Dê DEM were talanker dê biçin’
16:51 Li Amedê tevgera jinan a kurd hate nîqaşkirin
16:30 Bi lêdanê hate binçavkirin û girtin
16:25 PDK’ê biryar da ku nekeve hilbijartinan
16:11 Gultan Kişanak: Em ji bo serkeftina gelê xwe têdikoşin
15:22 Tevî barana zêde jî li Qilebanê agirê Newrozê hat vêxistin
14:48 Agahiyên peywîrdarên sindoqan bi gotina ‘ji me ye’ û ‘ji aliyê din e’ hatin parvekirin
14:19 Li Dîgorê Newroz: Muxatabê yekemîn ê çareseriyê Abdullah Ocalan e
14:04 Wanî: Divê dewlet êdî bizane ka em çi dixwazin
13:52 Karkerên Agrobayê ber bi Enqereyê ve dimeşin
13:46 Girtiyên siyasî ji bo Gultan Kişanakê deng xwestin
13:08 Di salvegera 6’emîn de dagirkirina Efrînê hat şermezarkirin
11:57 Li Kanîreşê piştî 12 salan Newroz hat pîrozkirin: Heta ku Ocalan azad bibe em ê têbikoşin
11:53 Qeymeqamê Elkê ji bo namzetê AKP’î seferber bûye
11:34 Namzetên DEM Partiyê: Em bi biryar in ku Amedê bikin bajarê jinan
11:04 Kesên tev li Newroza Stenbolê bûn: Yên di tecrîdê de israr dikin bila li qada Newrozê binêrin
10:49 Girtiyê nexweş Tuzun ev 10 roj in di hucreyê de tê ragirtin
10:30 Rişmil ji guherînê re amade ye: Em bi biryar in, dê bi ser kevin
10:22 Beyoglû di nelirêtiyê de sînoran nas nake: Îcar jî endama meclisê ya AKP’î girt kar
10:17 Li gelek bajaran gelek kes hatin binçavkirin
10:17 Derheqê rojnameger Babaoglû ku 30 sal in winda ye bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ lêpirsîn hatiye vekirin
10:15 Namzetên DEM Partiyê yên Gêlê: Em ê tevî hilbijêrên veguhestî jî serbikevin
09:04 Li Serêkaniyê pîrozbahiya biheybet a taxê
09:03 Ji rojnameger Silêman Ehmed 146 roj in agahî nayên girtin
09:02 Girtiyên siyasî 113 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:01 ‘Tevlibûna Newroza Dêrsimê dê bibe nîşaneya serkeftina hilbijartinê’
09:00 Ji bo Newroza Êlihê banga tevlibûnê kir
09:00 Namzetê Tifaqa Dêrsimê bi projeyên şênber tên
09:00 ROJEVA 18’Ê ADARA 2024’AN
08:38 Li Rezanê agirê Newrozê hat vêxistin
08:37 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Rabe Newroza azadiyê ye” derket
17/03/2024
22:59 Pûtîn Serokatiya Dewleta Rûsyayê bi dest xist
22:44 Li navçeyên Amedê pîrozbahiyên Newrozê: Meşa me ya azadiyê dê mezin be
22:29 Li Sêrtê agirê Newrozê yê ewil hat pêxistin
21:47 Li Sîlopiyayê jinan bi meşeleyan Newroz pîroz kir
21:26 Ciwanan li çiyayên Qilebanê agirê Newrozê vêxist
20:28 Li Yenîkapiyê peyama ‘têkoşîna yekgirtî’ hate dayîn
19:44 Şaredariya AKP’î destûr neda ku DEM Partî mewlîdê bide
19:28 Rêveberiya Xweseriya Demokratîk agirê Newrozê pêxist
19:10 ‘Newroz wê îsal aştî û azadiyê bîne’
17:01 Demîr: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
Bakirhan: Nifteya çareseriyê Îmrali ye
16:53 Li Kocaeliyê agirê Newrozê hate vêxistin
16:52 Li Wanê piştî Newrozê meş hat lidarxistin
16:50 Li Colemêrgê agirê Newrozê geş bû: Hûn tu serên tewandî nebînin!
16:30 Ozturk: Em ê ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan têbikoşin
16:05 Newroza biheybet a Wanê bi gerandina govendê bi dawî bû
16:04 Rahşan Demîrel li ser gora xwe hat bibîranîn
16:04 Çîçek: Ev Newroz dê bibe Newroza azadiya Ocalan
Uçar: Em ê xwedîderketina xwe ya li deklarasyona 2013’an bidomînin
15:32 Di Newroza Dîlokê de peyama ‘Her DEM berxwedan, her DEM azadî’ hate dayîn
15:17 Çand MA bi stranên Newrozê vebû
15:10 Aras: Azadiya civakî dê bi azadiyê jinê pêk pê