AMED - Ji bo rewşa girtî ya Nevzat Bahtiyar ku di dosyaya cînayetê ya qetilkirina Narîn Guranê de 4 sal û 6 meh cezayê hefsê lê hatiye birîn, îtîraz hate kirin. Îtîraz hate redkirin.
Zaroka 8 salî Narîn Guran di 21’ê Tebaxa 2024’an de li gundê Çûlî yê navçeya Rezanê ya Amedê winda bû û cenazeyê wê di 8’ê Îlonê de hate dîtin. Di doza cînayeta Narîn Guranê de ji ber sûcê veşartina delîlan, 4 sal û 6 meh cezayê hefsê li bersûc Nevzat Bahtiyar hatibû birîn. Parêzerê Bahtiyar, li dijî rewşa wî ya girtî îtîraz kir lê ev îtîraz hate redkirin. Li dijî biryara redkirina daxwaza tehliyeyê ku 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê dabû, li 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê îtîraz hate kirin. 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê jî îtîraz nirxand û got; “Biryara 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê li gorî usûlê û qanûnan e” û îtîraz red kir.