Xwest bavê wê yê nexweş û 80 salî bê berdan

ŞIRNEX-Girtiyê nexweş Omer Yaman ê 80 salî ku nikare pêdiviyên xwe dabîn bike, rewşa wî her diçe xirabtir dibe. Keça wî xwest ku bavê wê bê berdan û got: "Ez salê carekê tenê bavê xwe dibînim, rewşa wî nebaş e, divê bê berdan." 
 
Li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê tecrîda li ser girtiyan her diçe girantir dibe. Li gel girankirina tecrîdê zext, êriş û gef jî her ku diçe zêdetir dibin. Girtiyên siyasî yên ku li dijî her rêbazeke dijmirovahiyê radibin, tevî hemû şert û mercên giran jî têdikoşin. Ji ber polîtîkayên dewletê yên li ser girtîgehan heta niha gelek girtiyên nexweş ji ber ku nehatine tedawîkirin jiyana xwe ji dest dane û gelek ji wan jî bi awayekî gumanbar jiyana xwe dest dane. Niha di girtîgehan de bi sedan girtiyên nexweş hene. Yek ji van jî Omer Yaman ê 80 salî ye. 
 
Yaman, di sala 1998'an de li navçeya Qileban a Şirnexê hat binçavkirin û piştre jî bi îddaya "endamtiya rêxistinê" û "xerakirina yekîtiya dewletê" hat girtin û 36 sal cezayê muebbedê lê hat birîn. Yaman ku heta niha di gelek girtîgehan de maye, niha di Girtîgeha Tîpa T a Tokatê de tê girtin.Bi Yaman re nexweşiyên şekir, tansiyon û fitiqê hene. Ji ber dûrbûna rêyê malbata wî salê carekê diçe hevdîtina wî. Keça wî Nadire Yamanê der barê rewşa bavê xwe de axivî. 
 
SALÊ CAREKÊ DIÇIN SERDANÊ
 
Yamanê diyar kir ku bavê wê di 25 salên girtîgehê de li gelek girtîgehên Tirkiyeyê geriyaye û got ku rewşa wî her diçe giran dibe û wiha axivî: "Bavê min ev 25 sal in di girtîgehê de ye. Di van 25 salan de, hemû girtîgehên Tirkiyeyê de maye. Bavê min kale û nikare di şert û mercên girtîgehê de bije.Nexweşiyên wî yên weke şeker, tansiyon fitiq hene. Her wiha carekî jî emeliyat bûye. Ji ber ku dûre zêde çûyin û hatina me jî nine. Salê carekî yan jî du caran ez diçim serdana wî. Ji ber ku her carê sewqî girtîgehekî tê kirin û cihê ku niha lê dimîne dûre. Daxwaziya me ew e ku ew û hevalên wî yên nexweş bên berdan. Di van 25 salan de bi dehan girtîgehan de ma. Hema bibêje hemû girtîgehên Tirkiyeyê de maye. Hem emrê wî mezine û hem jî ji ber ku nexweşe nikare her xwarinekî bixwe. Xwarina ku dixwe jî divê ku taybet be. Heke ku mirovek hem nexweşiya şeker, hem tansîyon û hem jî emeliyatkirî be divê ku xwarina ku didinê jî taybet be. Ji ber wê ji derve xwarinê jê re dixwazin." 
 
PÊDIVIYÊN XWE NIKARE PÊK BÎNE
 
Yamanê da zanîn ku ji ber dûrbûna girtîgehê ew nikarin biçin serdana bavê xwe û xwest ku bavê wê bê berdan. Yamanê got: "Ji ber ku nexweşe û temen mezine pêdiviyên xwe yên rojane bi riya xwe hevalên xwe pêk tîne. Miroveke ku emrê wî 80'ê be û nexweş be nikare di girtîgehê de bimîne. Ji ber wê daxwaza min ew e ku bavê min bê berdan. Em her carê jî nikarin biçin serdana wî ji ber wê rewşa wî ya tendûristiyê niha di kîjan astê de ye û çawa ye nizanin. Bavê min îro bê berdan jî nêçare ku tedawiyê bibîne. Ji ber wê divê ku bavê min demildest bê berdan û ew jî weke her miroveke mafê xwe yê tendûristiyê bikar bîne."
 
MA / Zeynep Durgut
 

Sernavên din

24/03/2024
10:46 Bertek nîşanî girtina Yildiz dan: Bi temamî bêhiqûqtî ye
10:18 Doza ‘qaçaxçitî û bertîlê’: Serdarî beraet kir, li berbazî ceza hat birîn
09:52 ‘Li Sêrtê dê 6 hezar û 643 hilbijêrên qaçax dengê xwe bidin’
09:25 Hevseroka KON-MED a Almanyayê Akça: Heya Rêber Apo azad bibe em ê bitêkoşin
09:22 Ji bo qeydên hilbijêrên bitevger ma 3 roj: Dengek wê gelek tiştan biguhere
09:06 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand: Ev 152 roj in agahî jê nayên girtin
09:05 Greva birçîbînê di roja 119’an de didome
09:04 Xelkê Bazarcixê: Me valîzê namzetê AKP'ê amade kiriye, em ê bi DEM Partiyê bi ser bikevin
09:02 Namzetên DEM Partiyê yên Hezoyê bi projeyên mezin tên
09:01 Mehmet Ocalan: Pirsgirêk bi kuştinê çareser nabe, bi rêyên demokratîk çareser dibe
09:00 ROJEVA 24’Ê ADARA 2024’AN
23/03/2024
22:33 ÎHD û Dayikên Aştiyê çûn serdana Emîne Şenyaşarê
20:15 DEM Partî li qadê ye: Divê em bi dengên xwe yên helal pêşî li ber hilbijêrên sexte bigirin
18:43 Zana: Eger dilê we û jiyaneke hevpar hebe, divê hûn li gel fikira kurdan bin
18:18 Eleqeyeke zêde ji bo Tifaqa Dêrsimê
18:12 Hejmara kesên di êrişa li Moskowê de jiyana xwe ji dest dan gihaşt 133'yan
17:03 Ciwanên rexne li Erdogan kirin li naverasta kolanê hatin îşkencekirin
16:55 Tevî berfê jî xebatên hilbijartinê hatin domandin
16:53 Girtiyan ji bo Newroza Rihayê peyam şand: Dê agirê di dilê me de venemire
16:44 Putîn: Em ê hemû faîl û organîzatoran tespît bikin û ceza bikin
16:42 Bakirhan ji Abdullah Ocalan re got: Newroza te pîroz be
16:39 Agirê Newrozê li Bazarcixê geş kirin
16:18 Beşdarên Nobeta Edaletê: Heta tecrîd radibe dê têkoşîn bidome
16:16 Ji bo girtiyên nexweş Aygun û Yavuz bang kirin
15:48 Li quntarê Çiyayê Gomanê pîrozbahiya Newrozê: Ronahiya roja me bi têrî me tevan dike
15:33 Li Mûşê pîrozbahiya Newrozê: Gelê kurd ji bo azadiyê qadan dadigire
15:28 Xizmên Windakiriyan bertek nîşanî biryarên ‘demborînê’ dan
15:10 Zana: Rêya Sêyemîn rêya demokrasiyê ye
14:54 Parêzera Hatîce Yildizê: Pere di bin kontrola dewletê de hatiye şandin, biryar derhiqûqî ye
14:40 Dayikên Şemiyê faîlên Hasan Ocak pirsîn
14:36 Li Rihayê coşa Newrozê: Muxatabê çareseriyê birêz Ocalan e
13:55 HSD: Li dijî DAIŞ’ê hewcehî bi hevkariyeke bibandor a navneteweyî heye
13:47 Rêya di navbera Amed-Çewligê de ji ber berfê hate girtin
12:34 Hunermendên kurd piştgirî dan DEM Partiyê
12:33 Li navçeyên Amedê berf dibare
12:32 Ji ber êrişa Moskovê 11 kes hatin girtin
12:15 Dê ruhê Newrozê veguhêzin ser sindoqan
11:37 Xizma girtî ya 75 salî Yildiz ku bi sedyeyê ji mal derxistin hate girtin
11:36 Dê bi DEM Partiyê re şaredarvaniya zelal û gelparêz bê Dîgorê
11:22 DEM Partiyê Beyannameya Hilbijartinê ya Zarokan eşkere kir: Dê di her qadê de zarok esas bên girtin
11:15 Newroza Rihayê bi coşeke mezin dest pê kir
10:47 Namzetên bajarokê Xoşxeberê yên DEM Partiyê amadekariyên şandina qeyûm dikin
10:17 Avê nadin girtiyê nexweş Tuzun ê di hucreyê de tê ragirtin
10:07 Dê li ser sindoqê bersivê bidin polîtîkayên cihêkar ên AKP’ê
09:50 AKP'ê gotibû 'em ê bikin Parîs': Lê rê di nava heriyê de mane
09:48 DEM Partî li Norşînê li pey reqorê ye
09:47 TUGVA’yê heqê fitarayê xwe bi qeyûm da dayîn
09:33 Ji ber nûçeyan der barê 4 girtiyan de doz hat vekirin
09:24 Êrişa li Moskovê DAIŞ’ê li xwe girt
09:13 Cezayê li hevserokê berê yê MEBYA-DER'ê Karadag hatibû birîn hat erêkirin
09:11 Ji şirnexiyan li dijî êrişên gengaz banga yekitiyê
09:06 Xwest bavê wê yê nexweş û 80 salî bê berdan
09:04 151 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:01 Girtiyên siyasî bi daxwaza ‘azadiyê’ ev 118 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:00 ROJEVA 23’YÊ ADARA 2024’AN
08:55 Zana: Xwedî li partiya we bi keda xwe ava kiriye derkevin
22/03/2024
22:46 Li Moskowê êrişî salona konserê hat kirin
21:57 Tulay Hatîmogullari çû serdana Emîne Şenyaşar
20:50 DAIŞ'ê 2 kes qetil kirin
20:36 Ji şaredarîvaniya wekhev û azadîxwaz re hindik ma
19:45 Li Îzmîrê 4 endamên ESP'ê hatin girtin
19:13 Ûçar: Çareserkirina pirsgirêka kurd dê welêt aram bike
18:06 Siyasetmedar Zana: Her kes kesekî/ê qaneh bike
16:49 Ahmet Turk ji bo piştgiriya namzetên partiyê çû Şirnexê
16:22 Li Şirnexê danişîna doza 18 jinan hate lidarxistin
16:05 Ji Kobanê heya Lubnanê Newroz hate pîrozkirin
15:40 Agirê Newrozê îcar li Battalgazî û Haymanayê hate vêxistin
15:27 Saritaş: Em ê giliyê Midûriyeta Perwerdehiyê ya Sêrtê bikin
15:04 Li Edeneyê agirê Newrozê dê di 24’ê adarê de bê vêxistin
15:03 Eşîra Îskiyê îdiaya ku ew ê piştgiriya AKP’ê bikin, derewand
14:33 Turk û şandeya pê re serdana malbatên ku malên wan di bin avê de mane kirin
14:27 Çîçek Kobanê û 3 girtiyên din hatin sewqkirin
14:26 Ji girtiyan peyama Newrozê
13:19 1'emîn Pêşbirka Karîkatûran a Navneteweyî dê li Stenbolê bê lidarxistin
13:02 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
13:01 Ji 81 baroyan daxuyaniya hevpar: Em bi hev re rê li ber îstîsmarkirina zarokan bigirin
12:54 Xelat dan rojnameger Muftuogluyê
12:39 Li Cizîrê 4 avahiyên ku xetereya wan a hilweşînê hene hatin valakirin
12:04 Kesên di Newrozê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:47 Di Newroza Amedê de çi peyam hatin dayîn?
11:39 Baroya Amedê bertek nîşanî binçavkirina zarokan da
11:33 Baroya Şirnexê giliyê polîsên ku tundî li zarokan kirine kir
11:09 Daxwazên ku ji qada Newrozê bilind bûn
10:11 Coşa ‘mizgîniyê’ di Newroza Amedê de olan da
09:34 Ji karkerên înşeatê banga ji bo hilbijêrên livdar: Em bi dengê xwe ber bi DEM'ê ve biherikin
09:25 Cizîriyên malên wan di bin avê de man bertek nîşanî qeyûm dan: Ne ji bo xizmetê ji bo perexwarinê ne
09:22 Ên nikarin goşt bikirin berê xwe dane hestiyan!
09:08 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand û ev 150 roj in agahî jê nayên girtin
09:06 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 117’an de didome
09:02 Banga ji bo beşdariya Newroza Rihayê
09:01 ROJEVA 22’YÊ ADARA 2024’AN
21/03/2024
22:33 DEM Partiyê serdana malbatên ku malên wan di bin avê de man kir
21:53 Deriyê derve yê Wezareta Dadê jî li Şenyaşarê hat girtin
20:49 Piştî Newrozê li Amedê 126 kes hatin binçavkirin
19:40 Li Cizîrê lehî rabû: Kuçe û kolan di bin avê de man
18:41 Ji kesên li Şirnexê hatibûn binçavkirin 13 kes hatin berdan
18:38 Nobeda Edaletê ya li Stenbolê di roja 100'emîn de ye
17:05 Li Gokçeadayê Newroz hate pîrozkirin
16:59 Di Nobeta Edaletê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hate kirin
16:58 DEM Partî li qadê ye: Em ê hemû pirsgirêkan bi hev re çareser bikin