Namzetên hevşaredariyê yên bi ser ketin: Me tişta aydê xwe stand

  • rojane
  • 10:22 1 Nîsan 2024
  • |
SÊRT/DÊRSIM - Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Sêrtê ku bi ferqekî mezin bi ser ketin wiha gotin: “Xelkê Sêrtê bersiv da 7 hezar hilbijêrên ji derve anîn bajar.” Namzetên Tifaqa Dêrsimê jî wiha gotin: “Ev bersiveke li dijî îradeya hatibû xespkirin bû.” 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) duh li Sêrtê mohra xwe li serkeftineke dîrokî da. AKP’ê 6 hezar û 600 “hilbijêrên” ji leşker û polîsan pêk dihat li Sêrtê veguhestibû lê tevî vê yekê jî DEM Partiyê 36 hezar û 856 deng (ji sedî 53), AKP’ê tevî dengên leşker û polîsên “veguhestî” 27 hezar û 554 (ji sedî 33) deng stand. HDP’ê di hilbijartinên 2019’an de bi ferqekî bi qasî hezar û 616  dengan şaredarî bi dest xistibû û îcar ferq derxist 9 hezar û 302 dengan. Xelkê bajêr serkeftina xwe bi coşeke mezin pîroz kir. 
 
Hevşaredarên Sêrtê Sofya Alagaş û Mehmet Kaysî encamên hilbijartinê nirxandin. Alagaş, anî ziman ku tevî hemû hîle, dek û dolab û hilbijêrên heram jî wan bi ferqekî mezin şaredarî bi dest xistine. Alagaş, diya kir ku xelkê Sêrtê xwedî li vîn û partiya xwe derketiye. Alagaş, wiha domand: “Gelê bajar bersiv da qeyûmên ev du serdemin tên tayînkirin. Xelk xwedî li ziman, çand û hebûna xwe derket.” 
 
‘SÊRTÊ BERSIV DA ‘HILBIJÊRÊN’ VEGUHESTÎ’ 
 
Hevşaredar Mehmet Kaysî jî diyar kir ku xelkê Sêrtê bi ser ketiye û gel pîroz kir. Kaysî, bal kişand ser “hilbijêrên” veguhestî û wiha got: “Nêzî 7 hezar hilbijêr anîn Sêrtê. Em jî kolan bi kolan, gund bi gund, tax bi tax geriyan û me ji gel re got; ‘Dixwazin vîna vî gelî bixin bin lingê xwe.’ Wan nêzî 7 hezar hilbijêr anîn lê me 7 hezar ferq avêt wan. Xelkê Sêrtê bersiva wan a pêwîst da.” 
 
DÊRSIM 
 
DEM Partî li Dêrsimê jî di bin sîwana Tifaqa Dêrsimê de kete hilbijartinê. Li gorî encamên nefermî, bi ser ket. Hevşaredarên bajar Bîrsen Orhan û Cevdet Konak anîn ziman ku ev demekî dirêje xebatên xwe li ser esasê “têkoşîna hevpar” dimeşînin û encamên hilbijartinê ji bo ajansa me nirxandin. 
 
KONAK: JI BO DÊRSIMÊ SEFER DIBE LÊ SERKEFTIN NABE 
 
Konak, bal kişand ser berxwedêriya Dêrsimê û ev tişt anî ziman: “Ev encam, ji hêla têkoşîna li dijî faşîzmê ve tenê rawestgeheke. Osmaniya 500 salan li dijî Dêrsimê sefer kirin. Di salên 1900’î de wiha gotin; ‘Li dijî Dêrsimê sefer dibe lê serkeftin nabe.’ Di sed salên komarê de rastî qirkirinê hat, gelek zext lê hatin kirin. Ji erdnîgariya xwe hate dûrxistin, gundên wê hatin valakirin. Lê Dêrsimê bi serkeftina xwe bersiva pêwîst da îradeya xwe ya di sala 2016’an de hatiye xespkirin.”
 
ORHAN: GELÊ KURD XWEDÎ LI DEM’Ê DERKET
 
Hevşaredar Bîrsen Orhan jî destnîşan kir ku di çarçoveya xebatên hilbijartinê ev demekî dirêje li qadê ne û wiha got: “Em gelek spasiya xelkê Dêrsimê dikin. Dêrsim bêyî DEM’ê, DEM jî bêyî Dêrsimê nabe. Li seranserî Kurdistanê DEM Partiyê serkeftineke mezin bi dest xist. Bi vê serkeftinê bû bersiva êrişa qeyûman a li dijî vîna me. Me tişta aydê xwe, tiştên ji me hatine dizîn dîsa ji wan stand. Gelê kurd vîna xwe nîşan da û xwedî li DEM’ê derket.” 
 
 

Sernavên din

02/04/2024
23:13 Ji hilbijartiyên Fransî banga li hemberî xespkirina Şaredariya Wanê
22:33 Gel li dijî darbeya hilbijartinê ya AKP'ê li ser pêyan e
22:14 Li Îdirê gel li dijî xespa AKP'ê ya li Wanê daket kolanan
21:30 Gelê Wanê piştî fitariyê dîsa daket kolanan
20:49 Ji DEM Partiyê banga çalakiya 'dengderxistinê'
20:25 CHP, wê şandeyekê bişîne Wanê
20:10 AKP û MHP'ê li Giyadînê ji bo encamên hilbijartinê îtiraz kirin
19:43 Li Pirxusê ray ji nû ve tên hejmartin
19:23 Şedal: Gelê Wanê wê li dijî vê xespê li ser pêyan be
Zeydan: Li dijî vê bêhiqûqîtiyê rabin ser pêyan
18:35 Arvasê AKP'î berî ku biryar bigihê Zeydan ji bo mazbatayê serlêdan kiriye
18:23 DEM Partiyê ji bo Şirnexê serî li Lijneya Hilbijartinê da
18:06 Di şewata li Stenbolê de 29 kesan jiyana xwe ji dest da
18:02 Li Curnê Reş berteka ji bo nûkirina hilbijartinê: Çi dibe bila bibe em ê li ber xwe bidin
17:58 Darbeya hilbijartinê li Kadikoyê tê protestokirin
17:41 Parêzera penaberê îşkence lê hat kirin: Li girtîgehê gef lê hatin xwarin
17:35 Di Nobeta Edaletê de bertek hat nîşandan: Tu hêz nikarin îradeya gel xesp bikin
16:57 DÎSK: Dê 1’ê Gulanê li Taksîmê were pîrozkirin
16:53 DEM Partiyê li Çêrmûgê ji bo dengên nederbasdar îtiraz kir
16:51 Li Amedê li ber YSK'ê daxuyanî: Li hemberî darbeyê bêdeng nemînin
16:34 Xelkê Şirnexê mudaxileya bi leşkerên ‘veguhestî’ protesto dike
16:30 Hejmara miriyên şewata Beşîktaşê derket 29'an
16:15 AKP’ê ji bo Bazarcixê îcar jî serî li Lijneya Hilbijartinê ya Bajar da
16:12 DEM Partî: Em ê li dijî darbeyê li YSK’ê îtîrazê bikin
16:08 Ozgur Ozel: Li dijî îradeya gel kemîn hat danîn
16:07 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Ev darbeyeke siyasî ye
15:58 Rojnameger Evîn Buldan li ser gora xwe hat bibîranîn
15:51 AKP hewl dide Bazarcixa ketibû destê DEM Partiyê xesp bike
15:46 Wan li dijî darbeya AKP’ê veguherî qada berxwedanê
15:33 Li Curnê Reş dê hilbijartin dîsa bê lidarxistin
15:24 Qeyûmê Mêrdînê dest bi revandina koliyên alîkariyê kir
15:23 Hiqûqnas: Tu aliyê hiqûqî ya biryara têkildarî Zeydan nîne
15:00 Dê darbeya AKP’ê li gelek bajaran bê protestokirin
14:50 Gunaydin ê CHP’î: Em hewldana li dijî îradeya gelê Wanê qebûl nakin
14:46 DEM Partiyê daxuyaniyeke nû da: Darbeya siyasî didome
14:23 Dê MYK’a DEM Partiyê li Wanê bicive
14:15 Li dijî îradeya gelê Wanê darbe hat kirin: Mazbata dan namzetê AKP’ê
13:56 19 baroyan bertek nîşanî leşkerên ‘veguhestî’ dan
13:48 Xelkê Wanê biryara têkildarî Zeydan protesto dike
13:45 Ji bo protestokirina biryara têkildarî Zeydan bang li xelkê Wanê hat kirin
13:43 Lijneya Hilbijartinê ya Bajar a Wanê ji dadgehê dosyaya Zeydan xwest
13:37 Li dijî hewldanên xespkirina îradeyê li Curnê Reş meş tê lidarxistin
13:18 Ocalan bang li xelkê Rihayê kir: Werin Curnê Reş
13:10 Turkdogan: Di 4’ê nîsana 2023’yan de hemû mafên qedexekirî yên Zeydan lê hatin vegerandin
13:04 Li Bedlîsê li dijî bêusiliyên hilbiajartinê îtîraz hate kirin
12:33 Jiyana Abdullah Ocalan bû xêzeroman
12:08 Bertek nîşanî xespkirina îradeya hilbijêran dan: Ev darbe ye
11:52 Gelê kurd qeyûm paş ve şand!
11:34 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:27 Li Curnê Reş piştî 45 salan serkeftineke dîrokî
11:06 Li Amedê daxuyaniya 4’ê Nîsanê
10:33 Mafê qedexeyê yê Zeydan li ser ‘telîmata’ Wezarata Dadê hat betalkirin
10:29 Hejmara şaredariyên DEM Partiyê bi dest xistî derket 78’an
10:28 Namzetên hevşaredariya spasiya xelkê Şirnexê kirin: Îtîrazên me didomin
10:07 Welatiyê digot ‘biaxive, tu ji ku yî?’: Bi ser neketin, îradeya gel dizîn
09:25 Li Îzmîrê tundiya mêr: Zarokek xwe kuşt yek jî birîndar kir
09:11 Asayîşa PDK’ê rojnameger Ehmed revand: Ev 161 roj in agahî jê nayên girtin
09:06 Greva birçîbûnê di roja 128’an de berdewam dike
09:02 Amara li benda mevananên xwe ye
09:01 ROJEVA 2’YÊ NÎSANA 2024’AN
08:59 Pasûriyan serkeftina xwe pîroz kirin: Xwediyên vê axê em in
01/04/2024
23:32 Li Cizîrê pîrozbahiya serkeftinê
20:47 DEM Partî li dijî encamên li Hezroyê îtîraz kir
16:56 DEM Partiyê ji Yarkaya yê AKP’î re got: Di dîrokê de dê weke ‘diz’ bê zanîn
16:56 Bihevşaredariyê temsîliyeta jinan zêde bû
16:33 Namzetê hevşaredariyê yê Gêlê: AKP li vir bi ser neketiye
16:32 Li Agiriyê serkeftin hate pîrozkirin
16:31 Koçyîgît: Li Qersê qeyûm tayînî sindoqan hatin kirin
16:11 Ji bo mafê sewqê û tendirûstiyê 37 roj in di greva birçîbûnê de ne
16:10 Leşkerên ‘veguhestî’ ji Qersê derdikevin
16:10 Li Çermûgê DEM Partiyê li dijî encaman îtîraz kir
16:08 MYK’a DEM Partiyê dê di 3’yê nîsanê de bicive
15:54 Di Nobeta Edaletê de 4’ê Nîsanê hat pîrozkirin
15:41 Li Qilebanê îtîrazî encaman kirin: Gel li dijî nelirêtiyan meşiya
15:08 Li Wanê bi deh hezaran serkeftina 14 şaredariyan pîroz kirin
14:54 Bi ser koça dawî ya rojnameger Evîn Buldan re 7 sal derbas bûn
14:19 Encamên Dibistana Seretayî ya Tumgeneral Omer Keçecîoglû ya Şirnexê
13:58 Li Wan û Agiriyê pîrozbahiya hilbijartinê
13:56 Bakirhan: Şirnex, Bedlîs û Qersê gel bi ser ket
13:53 Kadîr Înanir ji beşa çavdêriya awarte hate derxistin
13:26 Serokê YSK’ê Yener: Rêjeya tevlibûna hilbijartinê ji sedî 78,11 e
13:25 Li Amedê ji sindoqê berteka li dijî cînayetên jinan derket
12:35 ‘Hilbijêrên’ veguhestî yên li Bedlîsê parve kir
12:33 Prz. Seydaoglû ji dosyaya KCD’ê beraet kir
12:32 Bajarên bakurê Kurdistanê bi rengên DEM Partiyê xemilîn
11:45 Şandeya ewropî: Li Kurdistanê hilbijartin di şertên demokratîk de nehat kirin
11:22 Şaredariyên bi rêya leşker û polîsên ‘veguhestî’ hatin xespkirin
11:01 Tevî 'hilbijêrên' veguhestî jî DEM Partî li Pasûrê bi ferqekî mezin bi ser ket
10:56 Navçeyên Kurdistanê yên DEM Partiyê bi ser ji sedî 70’ê deng standî
10:45 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Rêwîtiya ber bi Rojê ve’ derket
10:22 Namzetên hevşaredariyê yên bi ser ketin: Me tişta aydê xwe stand
10:08 Li Mêrsîn û Toroslarê ‘Lihevkirina Bajar’ bi ser ket
09:53 Şaredariyên DEM Partiyê bi dest xistî
09:24 Ji DEM Partiyê li Wanê serkeftina dîrokî: Her 14 şaredarî jî bi dest xist
09:15 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 127 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:13 Ji rojnameger Silêman Ehmed 160 roj in agahî nayên girtin
09:01 Her kes di 4'ê Nîsanê de vexwend Amarayê
09:00 ROJEVA 1’Ê NÎSANA 2024’AN
08:46 Li Xelfetiyê serkeftina hilbijartinê: Em diyarî Ocalan dikin
08:43 DEM Partî dê li Bedlîsê li dijî dengên nederbasdar îtîraz bike
08:41 Li Esenyurtê ‘lihevkirina bajar’ bi ser ket