Hiqûqnasê Ceza Kanar: Dewleta tirk ji dewleta qanûnê derket

  • rojane
  • 10:06 3 Nîsan 2024
  • |
STENBOL - Hiqûqnasê Cezayî Ercan Kanar bal kişand ku serpêhatiyên Hatîce Yildiz (75) a ku ji ber pere ji keça xwe ya girtî re şandiye hatiye girtin, di dema 12’ê Îlonê de jî nehatiye dîtin û got: “Tirkiye êdî ji dewleta hiqûqê derketî ye.”
 
Derheqê dayika bi navê Hatîce Yildiz a 75 salî de bi hinceta ku ji keça xwe ya girtî û hevala wê ya qawîşê re pere şandiye, bi îdiaya “fînansekirina rêxistinê” doz hatibû vekirin û 4 sal û 2 meh cezayê hefsê lê hate birîn. Piştî erêkirina cezayê wê jî di 23’yê adarê de hate girtin.
 
Yildiz tevî pîratiya xwe û gelek nexweşiyên weke tansiyona bilind, çav, fitika piştê û xwarbûna pirûskê pê re hene jî 11 roj in li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tê ragirtin. Bertekên li dijî zilma li Yildizê tê kirin jî didomin. 
 
Hiqûqnasê cezayî parêzer Ercan Kanar ê bi nav û deng diyar kir ku di qanûnan de cezayekî weke “şandina pereyan a girtîgehê” nîne û biryar weke “dijhiqûqî” penase kir. 
 
Prz. Ercan Kanar bi lêv kir ku li Tirkiyeyê demekî dirêje li dijî girtîgehan polîtîkayên tecrîdê û zextan hene û da zanîn ku bi taybetî di salên dawî de bi “Qanûna Pêşîlêgirtina Fînansekirina Terorîzmê” bi hin cure cezayên tên dayîn malbatên girtiyan bi zexta darazê re rû bi rû dimînin.  
 
Hiqûqnasê Cezayî Ercan Kanar
 
‘BI QANÛNA HEYÎ RE ELEQEYEKE HERÎ BIÇÛK JÎ NÎNE’ 
 
Kanar, anî ziman ku şandina pereyan a ji girtiyan re eleqeya xwe bi qanûna heyî re nîne û wiha got: “Tişteke wisa nîne. Ev pêkanînên wiha encax bi pêkanînên bi mantixa hiqûqa şer a dijmin bên kirinin. Di serdema darbeya leşkerî ya faşîzma 12’ê Îlonê jî ev pêkanînên wiha nebûn. Di vê serdemê de yek dozek nîne ku ji ber şandina pereyan a ji girtîgehê re hatibe vekirin.”
 
‘HER TIŞT BI RÊYÊN QANÛNÎ TÊ KIRIN’ 
 
Kanar, destnîşan kir ku di Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê de “Qanûna Pêşîlêgirtina Fînansekirina Terorîzmê” heye lê hin regêzên vê yên diyar hene û got: “Ewilî rêgezên vê qanûnê hene. Li gorî vê qanûnê divê bi awayekî îllegal û rast e rast pereyekî zêde bidin rêxistinê an jî bi pêkhatina armanca rêxistinê divê ev pere hatibe dayîn. Niyeta ewil ev e. Lê di bûyera Hatîce Yildizê de niyeteke wiha nîne. Ji ber ku xebatên rêxistinî yên kesekî di girtîgehê de nînin. Her tişt bi rêyên qanûnî û di bin kontrola dewletê de tê kirin. Ji ber vê yekê mirovê di girtîgehê de ji bo pêdiviyên wî bên bicihanîn dikare ji malbata xwe pereyan bixwaze û ev jî dikare di bin kontrola dewletê de were kirin. Di rewşeke wiha de tu eleqeya malbatên girtiyan bi vê qanûnê nîne.”
 
‘HATÎCE YILDIZ BI AWAYEKÎ KEYFÎ HATE GIRTIN’ 
 
Ercan Kanar, bi lêv kir ku di serdema desthilata AKP’ê û MHP’ê de bi her awayî pêkanînên keyfî zêde bûne û got: “Ji bo ku rêxistin were fînansekirin, divê bi awayekî îllegal bi rêxistinê re bikevin têkiliyê û pereyekî zêde bidinê. An ku divê bi niyeta ji bo rêxistin li gorî armanca xwe xebatan bike pere were şandin. Niha di bûyera Hatîce Yildizê de niyeteke wiha nîne. Bi temamî pêkanîneke keyfî ye û em dibîhisin ku heman pêkanîn li hin cihên din jî hene. Di dema vê desthilatê de bi her awayî hiqûqa şovenist û dijminatiyê tê pêkanîn.”
 
‘TIRKIYE DÊ LI DIJÎ HEMÛ CÎHANÊ REZÎL BIBE’ 
 
Kanar, diyar kir ku divê cezayê li Hatîce Yildizê hatiye birîn ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ve bê xerakirin û jinûve were darizandin û ev tişt got: “Heke AYM vê biryarê bipejirîne dê Tirkiye li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) teqez were mehkûmkirin û dê ji hemû cîhanê re rezîl bibe.”
 
‘JI DEWLETA QANÛNÊ DERKETIYE’ 
 
Kanar axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji ber ku ev pêkanîn, pêkanîneke ku encax li pergalên faşîst ên Efrîka û Asyayê were kirine. Tirkiye bi desthilata AKP’ê re demekî dirêje ji dewleta hiqûqê derketibû lê êdî ji dewleta qanûnê jî derket.”
 
MA/ Esra Solîn Dal
 
 

Sernavên din

06/04/2024
12:29 Bi rakirina kulubeya ewlehiyê dest bi peywirê kirin
12:06 Uçar: Em li Wanê bi ser ketin û dê li Curnê Reş û Xelfetiyê jî bi ser kevin
11:06 Parêzerê Kahyaoglu: Şopa qebzeya çekê li serê wî hebû
10:44 Li Edeneyê êriş li jinekê hate kirin
09:43 Kurkçu: Berpirsiyariya me divê em di 2028'an de dawî li heyama AKP'ê bînin
09:32 Qeyûm şaredariya Mêrdînê şêlandiye: Sînorê deynkirinê 4 qet derbas kiriye
09:05 Berxwedana girtiyên siyasî di roja 132’yan de didome
09:03 165 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:03 Efrîniyên hêviyê bi ruh û can dikin
09:01 Wanî: Êdî kes wê newêribe vîna me xesp bike
09:00 ROJEVA 6’Ê NÎSANA 2024’AN
05/04/2024
22:03 DEM Partiyê ji bo nûkirina hilbijartina Qersê serî li YSK'ê da
20:24 Rojnamevan hatin berdan
18:35 Li Şirnexê îtîraza ji bo betalkirina hilbijartinê hat redkirin
18:04 Ji xizmên girtiyan ên di Nobeda Edaletê de biryardariya têkoşînê
17:38 Platforma Azadiya Parastinê hat avakirin
16:33 DEM Partiyê ji bo hilbijartinên Bedlîsê serî li YSK’ê da
16:31 Di Nobeta Aştiyê de bertek nîşanî darbeya hilbijartinê dan
16:18 Di lêpirsîna şewata Beşîktaşê de dozger xwest 9 kes bên girtin
15:47 Mazbata wergirtin û deriyê şaredariyê jê kirin
15:38 Di 2 avahiyên li Beyogluyê de şewat derket
15:25 Tirkiye ji peymana AKKA’yê vekişiya
15:24 Ji bo Xelfetiyê jî biryar hat dayîn ku hilbijartin ji nû ve bê lidarxistin
15:00 Tanal ê CHP’î: AKP’ê li Hîlwanê li dijî DEM Partiyê winda kiriye
14:46 Hevşaredarên Wanê li avahiya şaredariyê ne
14:44 Rêxistinên Çapameniyê: Rojamegerên binçavkirî berdin
14:18 Vaye tundiya polîsan a li dijî nûçegihanê me Sezgîn
14:04 4 jê rojnameger 86 kes sewqî edliyeyê hatin kirin
14:02 Partiyên siyasî yên li Qersê têkildarî ‘hilbijêrên veguhestî’ daxuyanî dan
13:27 Rojnamevan Metîn Alataş li ser gora xwe hate bibîranîn
13:12 Dema gulîk û kerengên hat
13:02 Xêzeromana Abdullah Ocalan vedibêje li Berlînê hate danasîn
12:57 DEM Partî li 2 navçeyan îtîraza encamên hilbijartinê kir
12:50 Li Silopiyayê 4 kes hatin binçavkirin
12:41 Hevşaredaran cîhazên X-ray û têlên direhî yên li şaredariyê rakirin
11:58 Cîgira Serokê Giştî yê Partiya Şoreşger hate girtin
11:41 Li Wanê hevşaredaran mazbatayên xwe wergirtin
11:21 Malbat û parêzeran bi boneya cejnê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:20 Rojnameger Murat Verîm hate berdan
11:13 DEM Partiyê ji bo betalkirina hilbijartina Qersê serlêdan kir
11:11 Dayikên di Nobeta Edaletê de: Em bibin dengê girtiyan
11:10 Kesên li Amed û Mêrdînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:48 Qeyûm saetek berî mazbatayê bidin hevşaredaran, 30 mîlyon xerc kirin
10:42 Cenazeyê zarokê winda hate dîtin
10:24 Li navçeya ku av lê nîne, qeyûm 45 milyon lîre ji karên cuda re xerc kiriye
10:02 Difina nûçegihanê me yê polîsan tundî lê kiribû şikestiye
09:58 Serokê CHP’a Qersê: Bi hilbijêrên veguhestî dest danîn ser îradeya gel
09:37 Çalakiya girtiyan a ‘ji bo azadiya Abdullah Ocalan’ di roja 131’an de didome
09:35 54 jinên ku li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:33 Ji rojnameger Silêman Ehmed 164 roj in agahî nayên girtin
09:32 Pîroglû: Desthilat di sindoqê de ma
Akdenîz: Gelê kurd vîna xwe nîşanî desthilata yekperest da
09:23 Zanyarê Siyasetê Onal: Planên êrişê yên Tirkiyeyê dê têk biçin
09:02 Parêzer Sevîmlî: Girtina Hatîce Yildizê derî aqilan e
09:00 ROJEVA 5'Ê NÎSANA 2024'AN
08:13 Li bajarên Ewropayê pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê
08:12 Li Amedê piştî şahiyê 9 kes hatin binçavkirin
08:10 Li Colemêrgê ji 44 kesên hatibûn binçavkirin 18 hatin girtin
04/04/2024
21:30 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 68'an de ye
20:43 Li Amedê bi hezaran kesî 4'ê Nîsanê pîroz kir
19:00 Hevşaredar bi gel re mazbatayên xwe wergirtin
18:21 Namzetê AKP'ê yê Wanê ji dêvla ku lêborînê bixwaze gel bi 'vandaltiyê' tawanbar kir
17:42 Rojbûna Abdullah Ocalan li mala ku lê çêbûye hat pîrozkirin
17:07 Qeyûmê ku ji wezaretê destûra girtina karkeran xwestibû, piştî hilbijartinê xwest destûr were betalkirin
16:53 Pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê: Heta Abdullah Ocalan azad nebe em nasekinin
16:43 Bi hezaran kes çûn Şaredariya Êlihê: Ev serkeftin encama berxwedana gel e
16:41 CHP’iyê li dijî namzetê DEM Partiyê îtîraz kirî ji partiya xwe hat îxrackirin
16:34 Çalakvanên Nobeta Edaletê rojbûna Abdullah Ocalan pîroz kirin
16:27 Di Girtîgeha Kurkçulerê de hewldana provakasyona alê
16:09 Qeyûmê Peyasê 5 neguhêzbar dewr kirin
15:58 Meşa Amarayê bi civîna bi gel re bi dawî bû
15:57 Şaredarê AKP’î piştî ku hilbijartin winda kir, pereyê alîkariyê bi paş ve kişand
15:56 HSK’ê derheqê dadgeha têkildarî Zeydan biryar dabû lêpirsîn da destpêkirin
15:43 Hevşaredarên Wanê tev li paqijkirina kolanan bûn
15:33 Zarokê li Edeneyê hatiye binçavkirin cezayê nederketina ji Şaxê girt
15:14 Rewşa girtiya nexweş Hatîce Yildiz a 75 salî giran bû
15:05 Rojnamevan Alataş dê li ser gora xwe bê bibîranîn
14:53 Yildirim ê piştî 30 salan hatiye berdan: Îro rojek ronî ye
14:52 Dema binçavkirina 3 jê rojnamevan 132 kesan hate dirêjkirin
14:51 4’ê Nîsanê bi pankarta ku bi sûran ve daliqandin pîroz kirin
14:25 Zarokê rûbiken ê berxwedanê hate girtin
14:16 Bîlançoya du rojan a Wanê
14:15 Hem tundî lê kirin hem jî bi îdiaya ‘tundiyê’ derheqê wan de lêpirsîn vekirin
13:57 Qeyûma Cizîrê 772 milyon û 414 hezar TL deyn li pey xwe hiştiye!
13:32 DEM Partî: Elî Welî yê radestî cendirmeyan hatiye kirin li ku ye?
13:18 Ji ber îfadeya ‘Qirkirina Ermenan’ doza 4’emîn li Baroya Amedê hat vekirin
12:51 Ji Bekîr Kaya peyam: Berxwedana we ji bo gelan bû hêvî
12:50 Kahyaoglu yê bi derbkirinê hatibû binçavkirin jiyana xwe ji dest da
12:27 Rêveberiya Xweser: Tirkiye li herêmê pêşiya DAIŞ’ê vedike
12:12 Rojnameger Kaya yê rastî êrişa AKP’iyan hat: Jiyana min di xetereyê de ye
11:58 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:49 ‘Li Wanê piştevanî û têkoşîn bi ser ket’
11:48 YSK dê hinceta biryara têkildarî Wanê îro binivîse
11:36 Meşa Amarayê: Dem dema azadiya Abdullah Ocalan e
11:34 Kadîr Înanir ji nexweşxaneyê tabûrcî bû
11:33 Li Mêrdînê gelek kes hatin binçavkirin
11:18 Li Periyê dê hilbijartin jinûve bê lidarxistin
11:15 Ji Abdullah Zeydan peyama spasiyê
11:14 Gelê Wanê dest bi paqijiya bajêr kir
10:53 Li Edeneyê polîs jinekî ducanî derb kirin
10:47 Li Tarsusê jinek hate qetilkirin