NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Reyhan Hacioglû, Ahmet Guneş, Necla Demîr û Rahîme Karvar hatin binçavkirin.
Polîsêna li Stenbol û Wanê bi ser malan de girtin. Di serdegirtinên malan de 4 rojnameger hatin binçavkirin. Rojnameger Reyhan Hacioglû li Wanê, rojnameger Ahmet Guneş, Necla Demîr û Rahîme Kar jî li Stenbolê hatin binçavkirin. Sedema binçavkirinan nehate zanîn.
DI DEMA SERDEGIRTINA MALÊ DE GEF XWARIN
Li rojnameger Reyhan Hacioglû ku li Wanê hate binçavkirin, gef hatin xwarin. Polîsan bi gotina “Dengê xwe bibirin nexwe em ê we tevan kom bikin. Dê we tevan bigirim û dê ruhê tu kesî nebihîse.” gef li hevalên Reyhan Hacioglû yên rojnameger xwarin.
Reyhan Hacioglû jî bertek nîşanî helwesta polîsan da û got: “Li hundir an jî li derve, em li ku jî bin dê her tim heqîqetê binivîsin. Bi binçavkirin, girtin, gef û îşkenceyan hûn nikarin me têk bibin. Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin.”
Polîsan dest danîn ser alav û amûrên dijîtal ên li malê.