AMED - 6’emîn danişîna doza Halîse Aksoy hat lidarxistin. Şandeya dadgehê ji bo dozger mutalaaya xwe amade bike taloq kir.
Halîse Aksoy ku hestiyên kurê wê Agît Îpek di qutiyekê de bi rêya kargoyê jê re hatibûn şandin, ji ber îfadeyên îtîrafkar Umît Akbiyik di 28’ê Nîsana 2023’yan de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin. 6’emîn danişîna doza Halîse Aksoy li 10’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Halîse Aksoy tev li danişînê nebû lê parêzerên wê Zeynep Karayilan û Necat Çîçek amade bûn.
Di danişînê de dozgerî ji bo amadekirina mutalaayê dem xwest. Şandeya dadgehê jî daxwaz qebûl kir û danişîna dozê taloqî 7’ê Sibatê kir.