Giliyê qereqola erdê wî yê tapokirî bi têlan girtî kir

  • rojane
  • 15:54 14 Tebax 2024
  • |
img
AMED - Welatiyê bi navê Osman Karabacak ê li navçeya Erxeniyê dijî, li ser CÎMER’ê giliyê qereqola erdê wî yê tapokirî bi têlan girtî kir. 
 
Malbata Karabacak li gundê Qalendan ê navçeya Erxenî ya Amedê dijî. Aliyê zeviya malbata Karabacak ê dikeve mlê rêyê, ji hêla cendirmeyan ve bi têlan hate girtin. Malbata Karabacak nikare bi wesayîtan biçe nav erdê xwe. Ji ber vê yekê Osman Karabacak li ser Navenda Ragihandinê ya Serokkomariyê (CÎMER) giliyê Qereqola Cendirmeyan a Qalendanê kir. 
 
‘CERDEVAN DIZIYAN DIKIN’
 
Me bi rêya telefonê xwe gihand Osman Karabacak û got ku ji roja noqteya lêgerînê hatiye danîn heta niha (8-9 sal in) bi cerdevan û cendirmeyan re pirsgirêkan dijîn. Karabacak, anî ziman ku cerdevan ji bo wan pirsgirêkan derdixînin û “diziyan” dikin. Karabacak, wiha domand: “Bêyî destûra me dikevin nav erdê me. Me gelek caran ev pirsgirêk vegotin lê cerdevanan ji me re gotin; ‘Heke hûn îfadeyên rast jî bidin, gotinên me yên derew bi ser gotinên we re ne. Lewma tu qîmeta we nîne.’ Min têkildarî vê mijarê bi fermandarê qereqolê re hevdîtin kir. Got; ‘Temam em ê çareser bikin.’ Lê bi heman rengî domiya. Salek û nîv berê dema cerdevanan dizî dikirin min ew girtin. Alav û amûr, zebze, alavên çandiniyê, boriyên avê û hwd. di dizîn. Herî dawî ava me ya kaniyê birin noqteya lêgerînê. Min dîsa bi fermandarê qereqolê re hevdîtin kir. Got; ‘Temam em bi kar nayînin, hûn ava xwe bibin.’ Min 500 metreyên xortimê kirîn û xistin wir. Min ewqas mesref kir lê 2 roj piştre dîsa xortim jê kirin û ya xwe xistin wir. Ez dîsa çûm cem fermandarî. Min jê re got ku 2 roj piştre ava me tê birîn. Dema cara dawî çûm, min jê re got; ‘Ma tu nikarî gotina xwe bi cerdevanan bidî kirin?’ Ji min re got; ‘Dê ji vir û şûnde êdî neçin.’ Lê heman pirsgirêk dîsa berdewam kirin. Em êdî ji vegotina wê bêzar bûn.” 
 
 ‘EZ 4 CARAN ÇÛM QEYMEQAMTIYÊ’
 
Karabacak, wiha domand: “Cendirmeyan qaşo ji bo cerdevan nekevin nav zeviyê têl li ber zeviyê raçandin. Min ji fermandar re got; ‘Heke tu têlê li wir raçinî wê demê divê ez bikarim bikevim nav zeviya xwe û rê bide min.’ Xwest ez ji bo vê mijarê nivîsê ji qeymeqamtiyê bigirim. Ez 4 caran çûm qeymeqamtiyê lê min nekarî xwe bigihînim wî. Ma peywira wî çi ye? Guhdarîkirina gel e. Kesek bi me re eleqedar nebû. Dibe ku tu naskiriyên min nebe lê ma ez ê nekarim derdê xwe vebêjim?” 
 
KOMÊN TENDURISTIYÊ NEKARÎN BIKEVIN BAXÇEYÊ 
 
Karabacak da zanîn ku di 22’yê hezîranê de xalê wî li nav zeviyê aloz bûye û piştre wefat kiriye. Karabacak, axaftina xwe wiha qedand: “Xebatkarên tenduristiyê yên hatin wê derê bi meşê jî nekarin biçin cem xalê min. Li ser bûyerê min 2 caran peyama; ‘Bila were vê rezîliyê bibîne, em nikarin cenazeyê derxînin.’ ji fermandarê qereqolê re şand. Lê fermandar nehat. Ez nikarim bi meşê jî bikevin nava zeviya xwe ya tapokirî. Nikarim bikevim nav zeviya xwe û çandiniyê bikim. Ma ez ê bi helîkopterê bikevim nav zeviya xwe? Dixwazim ev mexdûriyeta min tavilê ji holê bê rakirin.”  
 

Sernavên din

20/08/2024
09:00 ROJEVA 20'Ê TEBAXA 2024'AN
08:13 Halîl Yildiz piştî 30 salan ji girtîgehê hat berdan
19/08/2024
23:23 Bakirhan: Ger malnişin bixwazin dikarin vê desthilatê bişînin
23:09 Ji Şîşhaneyê bang kirin: Kurd xwedî li vîna xwe derdikevin
21:37 Li Mêrdînê êrişên nijadperest hatin şermezarkirin
16:43 Li Qamişloyê êriş
16:34 Li Bismilê jina 78 salî întîhar kir
16:07 Li Mêrsînê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
15:04 Di êrişên Tirkiyeyê yên li Şêrawayê de 4 kes birîndar bûn
14:57 Êrişa li dijî Koçyîgîtê hate protestokirin: Em li vir in, nikarin dengê me kêm bikin
14:25 TUÎK’ê daneyên hêza kar aşkere kirin: Hejmara bêkariyê 3 milyon û 156 hezar e
14:24 Pisporê ewlehiyê yê Iraqî: Li şûna mutabakatê Tirkiyeyê ji axa xwe derxîne
13:42 Yildirim ê ji sedî 98 astengdar hate berdan
13:38 Çawişê pispor du kesan qetil kir
12:48 Girtî Alî Riza Erdem piştî 31 salan hate berdan
12:12 Di sekeratê de hate berdan: 19 roj in di lênêrîna awarte de ye
12:11 Sewqiyata leşkerî ya bi PDK’ê re didome
12:10 Cerdevanê nexwest biçe operasyonê îstîfa kir
11:35 Dogan: Desthilatê tundiya kolanê xistiye meclisê
11:34 Manîsa 6 roj in dişewite
11:22 Rêveberiya Xweser: Em dikarin bi Şamê re pirsgirêkan bi riya diyalogê çareser bikin
10:48 Li mîhrîcana îtalyayiyan paradîgmaya Abdullah Ocalan: Fikrên wî rê nîşanî gelan didin
10:40 7 kesên binçavkirî hatin berdan
10:23 Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Blînken ê çû Îsraîlê: Dibe ku ev firsenda dawî be
10:10 Karsazê filîstînî di êrişa çekdarî de hate kuştin
09:55 Gelê Cizîrê bertek nîşanî tecrîdê da
09:52 Rejîma Îranê kolberek din qetil kir
09:20 Hate îdiakirin ku rapora tenduristiyê ya ‘sexte’ dane girtiyê nexweş
09:11 Meteorolojî: Dê germahî zêde bin
09:10 Faîlê Hîlal Karê ev 2 meh in hêj nehatiye dîtin: Bila edalet pêk were
09:05 Jin dê li ser şer û tecrîdê bi KE’yê re hevdîtinê bikin
09:04 Eskerê ku govend gerandiye hatiye girtin: Wê govenda kurdî berdewam bike
09:02 Seferberiya zimanê kurdî: Ziman xeta me ya sor e
09:00 ROJEVA 19'Ê TEBAXA 2024'AN
08:43 Xwebûn bi manşeta “Sifreyê vergan” derket
18/08/2024
23:54 Li dijî dagirkeriya peravên gola Wanê çalakî hat lidarxistin
22:54 Li Elkê cerdevanan êrişî berîvanan kirin
22:29 Li Kanîreşê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
22:21 Panela ‘Di hiqûq û civakê de zimanê dayikê’
21:45 Serokê TFF’ê hate Amedê
20:18 Kampanyaya ‘ji darvekirinê re na’ hate dirêjkirin
19:47 WHO’yê têkildarî bandora germahiya kûrewî, hişyarî kir
19:37 Şewata piştî bombebaranê derketibû didome
19:03 Li Kerkukê ji bo ‘jiyana bi hev re’ serdema nû
16:36 Bijîşkên hindistanî 72 saet dem dan hikûmetê
16:35 Li Qereyaziyê şahiya ‘govendê’ hat lidarxistin
16:11 Li sê navçeyên Mûglayê şewat derket
15:52 Çalakiya 'Deng bide azadiyê’: 4 sal in agahî ji rêberê gel nayê girtin
15:29 TAJÊ û TJA berxwedana jinên Hindistanê silav kirin
15:24 Rejîma Îranê 3 jê kurd 4 girtiyên din bidarve kir
15:23 Êrişa li dijî Koçyîgît li Êlihê hat protestokirin
15:22 Hatîmogûllari: Di warê tûrîzmê de pêdiviya welat bi aştiyê heye
14:56 Ji Şandeya DEM Partiyê serdana Îzmîrê
14:55 Dadgeha Îranê salek ceza li nivîskara kurd birî
13:37 Şewata li Karşiyakayê hat temartin
13:18 Bazo Yilmaz ê di girtîgehê de jiyana xwe ji dest dabû hate bîranîn
13:13 Li Geverê cerdevanan welatiyek birîndar kir
11:46 Cenazeyê Tarik Ziya Ekîncî hat veşartin: Emrê xwe fedayî gelê xwe kir
10:39 Nivîskar Mona Fayad: Divê li dijî darvekirinan têkoşîna hevpar bê kirin
10:08 Kovara Jin bi bergeya ‘Hûn nikarin serê jinan bitewînin’ derçû
10:05 Şewatên li 4 bajarên herêma Egeyê berdewam dikin
10:02 Di bin germa 40 dereceyî de dixebitin: Em heqê keda xwe nagirin
10:00 Berdevka DEM Partiyê: Ji bo ku li Meclisê bêhiqûqî neyê axaftin êriş kirin
09:09 Girtiya ku berdana wê 2 caran hat taloqkirin: Çi hewce be divê niha bê kirin
09:06 Gelê Avkevirê: Me raya xwe daye DEM Partiyê
09:03 Jinên wanî daxwazên xwe ragihandin şaredariyarê
09:00 ROJEVA 18'Ê TEBAXA 2024'AN
17/08/2024
22:36 Di Nobeda li Şîşhaneyê de kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
16:18 Li Cizîrê deklarasyona zimanê kurdî hat eşkerekirin: Dem dema seferberiya kurdî ye
16:12 Tuncel: Navenda şerê Tirkiyeyê û polîtîkaya neçareserkirinê Îmrali ye
15:54 Di Rûniştina F de bang kirin: Şivekar Ataş serbest berdin
15:28 Li Wanê dê mitînga 1’ê Îlonê bê lidarxistin
15:18 ÎHD: Mafê her mirovî heye ku di erdhejan de li bajarên zexm bijîn
14:59 Cenazeyê Ekîncî ji Stenbolê şandin Amedê
14:49 Hatimogûllari: Dawiya vê rejîmê hatiye
14:48 Uçar: Tirkiye bi hevkariya PDK’ê ji nû ve DAIŞ’ê zindî dike
14:41 Hat xwestin ku girtî Suleyman Sabrî Mavî yê nexweş bê berdan
13:50 Li bajarên herêma Egeyê şewat berdewam dike
13:41 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Abdurrahîm Demîr pirsîn
13:31 Li çar bajaran li aqûbeta windayan hat pirsîn
10:51 Bi ser mirina Îpek Er re 4 sal derbas bûn: Mûsa Orhan hê jî tê parastin
10:19 Li Hindistanê dirûşma jinên kurd 'Jin jiyan azadî' olan da
09:52 Fistiqfiroşên Rihayê doza 'piştgiriyê' dikin
09:48 Xebatên 5 mehan ên Şaredariya Êlihê
09:29 Genimê cotkaran li nava zeviyan ma
09:07 Tehliyeya girtiyê di greva birçîbûnê de cara 5’emîn hat taloqkirin
09:00 Talana ekolojiyê: Dibe ku di demek nêzîk de Şirnex bibe erdekî bêdar û daristan
09:00 Ji ber krîza aborî nanê tenûrê jî nayê pahtin
09:00 ROJEVA 17'Ê TEBAXA 2024'AN
08:53 Binçavkiriyên li Amedê hatin berdan
08:46 Şewata li Dêrsimê hat vemirandin
16/08/2024
23:15 Ji Koçyîgîtê bersiva êrişê: Em ê teslîmî zextên we nebin
23:10 Ji TJA’yê bernameyên xwendinê
19:53 Kesên ji ber govendgerandinê hatibûn girtin hatin berdan
16:39 Hevserokên DEM Partiyê: Êrişa li Meclisê çetevaniya siyasî ye
16:34 Li Amedê 3 kesên ku êrişî kafeyan kiribûn hatin tehliyekirin
16:07 Ozel serdana Gulistan Kiliç Koçyîgît kir
16:02 Ozel: Heke li Meclisê xwîn dirije wê welatî çi bike?
15:38 Di rûniştina bo Can Atalay de hovîtiya parlamenterên AKP’ê
15:30 Binçavkiriyên li Mêrdînê hatin berdan