ENQERE - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan destnîşan kir ku divê gelên Sûriyeyê bi xwe pêşeroja xwe diyar bikin û wiha got: “Dev ji dijminatiya li Kurdan berdin. Pirsgirêka esasî ya ewlehiyê, ew zîhniyete ya ku Kurdan tune dihesibîne.”
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li Navenda Bazirganiyê ya Cîhanê ya li Enqereyê 7’emîn Kongreya Asayî li dar xist. Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan di kongreyê de axivî û got ku cîhan di nava guherîneke girîng de ye û êşa veguherînê dijî.
'HEKE ZILM HEBE BERXWEDÊR JÎ HENE’
Bakirhan, wiha got: “Ji ber ku bizmarê wê li cihekî saxlem nedabûn. Lê tevî vê zext û zilmê jî berxwedêr hene. Yên guherînê dixwazin hene. Li dijî vê guherîn û veguherînê şer û alozî jî heye. Nediyareke mezin heye. Her roj şer, alozî û komkujî hene. Gelan bi hev nedin qirkirin. DBP di refa berxwedêran de cih digire û em beşdarî kongreya wê bûne. Em tev li kongreya partiya xwe ya li dijî alozî û şer ji bo edalet, aştî û wekheviyê têdikoşe bûne. Heke zilm hebe, berxwedêr jî hene. Heke zext hebe, têkoşer hene.”
'BILA GELÊN SÛRIYEYÊ PÊŞEROJA XWE DIYAR BIKIN’
Bakirhan, anî ziman ku divê statûya gelê Kurd hebe û got ku Tirkiye li dijî vê derdikeve. Bakirhan, wiha pê de çû: “Tirkiye hewl dide pêşî li statûya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bigire. Her roj êriş dike. Bila bes sivîlan qetil bike. Bi vî awayî demokrasî nayê Sûriyeyê. Heke rejîmeke nû were avakirin ma bêyî Kurdan, Elewiyan, Xiristiyanan, Êzidiyan, Çerkesan, Erebên sekûler dibe? Heke wiha bibe em ê çawa jê re bibêjin rejîma nû? Ez bangî îktîdara Tirkiyeyê dikim; bihêlin bila gelên Sûriyeyê bixwe biryara pêşeroja xwe bidin. Çi karê we li wir e?”
‘KOBANÊ BAJARÊ BERXWEDANÊ YE’
Bi domdarî Bakirhan ev tişt anî ziman: “Hêza herî mezin a piştre çûye Sûriyeyê hûn in. Gelê Kurd bi sedsalaye li xaka Sûriyeyê dijî. Efrîn, bajarekî dîrokî yê Kurdan e, Kobanê bajarê berxwedanê ye. Li Qamişloyê Ereb, Kurd û gelên din bi hev re dijîn. Lê tevî aloziyan jî şerê hev nakin û bi xwişk-biratî dijîn. Heke li wir pirsgirêka ewlehiyê hebe, wê demê li vir çi heye? Girtîgeh hatine tijekirin, li her kesê devê xwe vedike doz tên vekirin. Xelk bifikar e. Li welatekî wiha pirsgirêka ewlehiyê, demokrasiyê û azadiyê heye. Di nava vê krîza Rojhilata Navîn de we kengî dîtiye li Rojava jineke Ereb hatiye tacîzkirin an jî mudaxileyî jiyana wê hatiye kirin? We kengî dîtiye rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zirar daye mal û canê Ereb, Çerkez, Tirkmen an jî kesên din? Di van 11 salan de we kengî dîtiye kevirek hatiye avêtin? Lê gelên Tirkiyeyê dixapînin. Qaşo meseleya ewlehiyê ye. Meseleya ewlehiyê ya esasî, zîhniyeta we ya Kurdan tune dihesibîne ye. Vaye birêz Ocalan bi şandeya me re hevdîtin kir, dema guherîna vê zîhniyetê ye.
KURD DIJMINÊN WE NÎNIN
Kurd dijminên we nînin. Dev ji vê dijminatiyê berdin. Kurd pirsgirêka ewlehiyê nînin. Roja wê hatiye ku hûn ji vê xeletiya xwe vegerin.”
BANGA DIYALOGÊ
Bakirhan, wiha domand: “Heke pirsgirêkeke we hebe hûn çima hewl didin bi top, tifing, SÎHA û ÎHA’yan çareser bikin? Hûn çima bi rêya diyalog, hevdîtin, axaftin û muzakereyan çareser nakin? Herin hevdîtin bikin, biaxivin. Ji kerema xwe bila wezîrên we biçin wê derê. Bila di cih de bibînin ka pirsgirêka ewlehiyê ye yan na. Kurd û gelên li wir çi dixwazin? Lewma banga me ji bo îktîdarê ew e ku bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re hevdîtinan, muzakereyan bike û daxwazên wan di cih de lêkolîn bike.
OCALAN DI 94’AN DE ÇI GOTIBE NIHA XWEDÎ HEMAN SEKNÊ YE
Ji 1’ê Cotmehê ve pêvajoyek heye. Pêvajo bi hevdîtina şandeya me ya bi birêz Ocalan re didome. Birêz Ocalan peyamên girîng da. Hûn li çendek şîrovekarên bipere yên dezgehên medyayê yên Tirkiyeyê nenihêrin. Ew tiştên din dibêjin. Birêz Oalan di sala 94’an de çi gotibe niha xwedî heman seknê ye. Çareseriyeke demokatîk, komareke demokratîk, destûreke bingehîn a Kurd jî li Tirkiyeyê xwedî heman mafan û pêkvejiyanê dixwaze. Dibêje jiyaneke wekhev.
Lê ev îktîdar dibêje çi? Bahçelî diaxive. Birêz Edogan çi dibêje? Li Amedê çendek tişt got. Em pir zelal in û me îrade nîşan daye. Banga min ji bo îktîdarê ye; hûn çi dibêjin? Vaye ji gel re bibêjin ka hûn bi demokrasiyê re ne yan bi şer û tundiyê re ne? Gelo hûn li gel demokratîkbûna Tirkiyeyê û naskirina mafên gelê Kurd in?
TU BI ŞÛR GEFÊ LI KÊ DIXWÎ?
Şandeya me çû serdana hemû partiyan û spasiya wan partiyan û derdorên civakî dikim. Şandeyê peyamên birêz Ocalan yekser bi wan re parve kir. Em ê vê pêvajoyê jinêzve bişopînin. Bawer bikin ku rizgariya Tirkiyeyê muzakereyên demokratîk e. Aştî ye, çareseriya demokratîk e.Demokratîkkirina Tirkiyeyê ye. Di vê mijarê de muxalefet jî seknekî baş nîşan dide. Ez qala nêçîrvanên dengan nakim. Tu qîmeta wan nîne. Şûr nîşan didin, dê bibêjî qey gel dê stûyê xwe dirêjî ber şûrê wî bike. Hele li vî nîjadperest û faşîstî binêre. Ev çi welate ku em dibêjin aştî û demokrasî doz li me tên vekirin lê kesekê banga qetilkirina 25 milyon insanan bi şûr dike bi rehetî digere. Ma hiqûqeke wiha cihêkar dibe? Bi ço li destê kesê daxwaza aştiyê dikin didin û digirin lê faşîstê ku gefa qirkirinê dike û nîjadperestiyê dike tenê temaşe dikin. Wiha nabe.”