Êrişa li dijî Koçyîgîtê hate protestokirin: Em li vir in, nikarin dengê me kêm bikin

  • jin
  • 14:57 19 Tebax 2024
  • |
AMED - TJA’yê ku êrişa wekîlên AKP’î ya li dijî Serokwekîla Komê ya DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgîtê şermezar kir, wiha got: “Gulistan Kiliç Koçyîgît ne bi tenê ye. Em li vir in nikarin dengê me kêm bikin.”
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li dijî êrişa Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît a li Meclisê ji aliyê parlamenterên AKP'ê ve birîndar bûbû, bi daxuyaniyekê şermezar kirin.
 
Parlamenter Ceylan Akça Cupolo, rêveberên DBP û DEM Partiyê yên bajar û navçeyan û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî bi dirûşma "Jin jiyan azadî" dest pê kir. Daxuyanî ji hêla aktîvîsta TJA'yê Bahar Peker ve hat xwendin. 
 
Her wiha beriya daxuyaniyê hevseroka DEM Partî ya Bajêr Gulşen Ozer axivî êrişa pêk hatî şermezar kir û got ji desthilata AKP’ê û MHP’ê natirsin û dê serî netewînin. 
 
Bahar, di daxuyaniyê de bal kişand ser êrişa li dijî Gulîstan Kiliç Koçyîgît û got: “Ev êriş nîşaneya polîtîkayên mêtîngeriyê yên desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ye. Êrişa li dijî rêhevala me Gulîstan Kiliç Koçyîgît êrişeke li dijî vîn, reng, helwest, siyaset û têkoşîna jinê bû. Em rê nadin xespkirina vînê, şîdeta li hemberî jinan, meşandina bêhiqûqiyê û rêbazên zext û zordariyê. Em li mal, li kolan û li meclîsê şîdeta mêr-dewletê qebûl nakin. Em ê têkoşîna xwe mezin bikin. Dewlet bingehek ji şîdeta li hemberî jinan re vedike, bi edaletê mêr re jî polîtîkayên bêcezahiştinê kûr dike. Em ê li hemberî şîdeta dewlet-mêr bêdeng nemînin û em ê her tim li cem jinan bin û ji têkoşîna xwe paşve gav navêjin. Bi hêza ku em ji dîroka têkoşîna jinê digirin, li dijî şer, tundî, zîhniyeta serdest a mêr, înkar, îmha û asîmîlasyonê têkoşîna xwe ya rêxistinî mezin bikin." 
 
Daxuyanî bi dirûşma “Em di meclisê de tundiyê naxwazin” û “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.
 
ŞIRNEX
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) tekildarî êrişa li dijî Serokvekila Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyigit ku li meclise pêk hatibû li navçeya Hezexê Daxuyanî da. Rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û DEM Partî yên Şirnexê, dayikên aştiyê, Parlamenterên DEM Partî yên Şirnexê Newroz Uysal Aslan, Zekî Îrmez û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta ku li ser, "Hebûna jinê hebûna jiyanê ye" dinivisî hat hilgirtin. 
 
Metna daxuyaniyê ji aliyê Hevseroka DEM Partî ya Hezexê Songul Erden ve hat xwendin. Erden anî ziman ku Gulistan Kiliç Koçyigit rastî êrişa zilamperest a desthilatdar hatiyê û wiha got: "Ev êrîş nîşaneya polîtîkayên mêrperest ên desthilata AKP-MHP’ê ye ku li dijî zêdebûna tundî û qirkirinên li ser jinan bê polîtîka dimîne û her carê êrîşî mafên destketî yên jinan dike. Êrîşa li hemberî rêhevala me Gulîstan Kiliç Koçyîgît êrîşa li dijî vîn, reng, helwest, siyaset û têkoşîna jinê ye. Em ê rê nedin rewakirina kiryarên dijhiqûqî, tundiya li ser jinê, desteserkirina îradeyê ya bi zext û zorê. Jina kurd di dîrokê de her tim bi rola aşitiyê hatiye nasîn. Di çanda gelê Kurd de şerê ku Jin dijî der dikeve di Cih de radiweste. Hevala Gulistan bi vê hişmendiyê û vê rola jinê ya dîrokî bi reflekseke xwezayî tevgeriyaye. Lê mixabin ferasta deshilatdariyê ew qas ji dad û demokrasiyê dûr e ku vê rewşê nabîne û êrîşê dibe ser jinê. Êdî Desthilata AKP û MHPê nikare dewletê rêve bibe. Ev rewş her ku diçe aloziya nava Tirkiyê mezintir dike. Tundiya ser jinê tundiya li ser civakê ye. Êrîşa mêrperest a deshilata Akp -Mhp ê em bi tundî şermezar dikin. Em ê têkoşîna xwe ya li dijî hişmendiya mêrane li nava malê kolanan, taxan heya meclîsê di her Qada Jiyanê de bilind bikin."
 
Piştrê jî parlamentera DEM Partî ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan axivî. Aslan bi lêv kir ku desthilata AKP'ê bi heşmmendiya zilamtiyê welat rêvedibe û wiha got: "Weke heşmendiya zilamtiyê dixwazê meclise jî rêve bibe. Em êrişên li dijî Serokvekîla me Gulîstan Kiliç Koçyigit şermezar dikin. Tu êriş nikarin pêşiya têkoşîna me ya azadiyê jinê bigrin."
 
Daxuyanî bi dirûşmeyên "Jin jiyan azadî" bi dawî bû. 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

27/08/2024
08:31 130 malbatên din yên Şengalî vegeriyan ser cih û warê xwe
26/08/2024
23:11 Di nobeta li dijî qeyûm de rojnamevanên hatin qetilkirin hatin bibîranîn
23:06 Li Stenbolê 3 kes hatin girtin
22:33 Li Cizîrê 'Xwendinên Azadiyê'
19:24 Rojnameya Yenî Yaşam jî di nav de 82 hesab hatin astengkirin
19:03 Ji bo rojnamevanên hatin qetilkirin çalakî: Wê dengê heqîqetê bilind bibe
16:57 Bartin: Tu kes nikare zimandirêjiyê li partî û tekoşîna me bike
16:02 Bayindir: Divê em berê xwe bidin Rêber Abdullah Ocalan
15:55 Êzidî berê xwe didin Şengalê
15:49 Li Sûdanê bendav hilweşiya: 60 mirî û gelek jî winda hene
15:32 Tevî biryara dûrxistinê jî hate qetilkirin
14:59 Êrişa li dijî karkeran pirsî: Ma guhdarkirina stranên kurdî sûc e?
14:00 Li dijî xwediyê Hewj Kafeyê êrişa duyem: Destê wî derizî
13:35 Serokkomarê Îranê Pezeşkiyan dê ewilî serdana Iraqê bike
13:20 Gundê Şînkê yê Silêmaniyê hat bombebarankirin
13:11 Malbata Bozkûrt gardiyan gilî kirin
12:17 Emîne Şenyaşar a tabûrcî bû dîsa hat li Meclisê
11:53 Ji bo Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî 36 hezar îmze
10:43 Qetilkirina rojnamevanan li Amedê hate şermezarkirin: Pênûsê wan dê li erdê nemîne
10:31 Tirkiyeyê di 41 salan de 247 welatî qetil kirin
10:06 Koçyîgît: Heke Kenan Evren sax bûya da ji polîtîkayên AKP’ê yên dijminatiya kurd re li çepikan bide
09:37 Li Balikesîrê jinek hate qetilkirin
09:02 Karker û cotkar tev bi gazin in
09:01 Xizmeta bi zimanê zikmakî ji bo mekanîzmayên pêşîlêgirtina tundiyê di xaleke sereke de ye
09:00 ROJEVA 26'Ê TEBAXA 2024'AN
08:50 Xwebûn bi manşeta ‘Tecrîd politikaya şer e’ derket
25/08/2024
21:58 Omer Ocalan: Divê rojeva me ya sereke tecrîd be
20:02 Ji ber bombebarana Tirkiyeyê li 5 gundan şewat derket
19:57 Qetilkirina rojnamevanan li Şehbayê bi meşek girseyî hat protestokirin
19:13 Esed: Divê Tirkiye piştgiriyê nede terorê
18:39 Li Efrînê 5 welatî hatin revandin
18:23 DEM Partî û Tora Zarokan a Amedê serdana malbata Narîn Guran kirin
17:01 Serdanên şîna ji bo rojnamevan Tara hatiye danîn didomin
17:00 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Çareserî azadiya Birêz Ocalan e
16:22 Li Hezexê 2 ciwan hatin binçavkirin
16:06 Rejîma Îranê kurdek din bi darve kir
15:44 Kovara Jinê bi berga ‘dewletperestî, kapîtalîzm û hilweşîna ekolojîiyê’ derket
15:19 Li Stenbolê rojnamevan dê ji bo Tara û Bahadîn çalakiyê li dar bixin
15:17 Li Endonezyayê lêhî rabû: 11 kes jiyana xwe ji dest dan
14:57 Qetilkirina rojnamevanan hate şermezarkirin: Ew ê nekaribin dengê heqîqetê bibirin!
14:23 DEM Partiyê bi girseyî serdana Selahattîn Genç ê piştî 31 sal û 8 mehan hate berdan kir
13:51 Ukrayna êrişî Rûsyayê kir: 5 kes mirin 12 kes birîndar bûn
12:58 Di ‘Xwendinên Azadiyê’ de hevjiyana azad hate nîqaşkirin
12:28 Şewata li Çewligê derketibû hate vemirandin
12:27 Berteka rêxistinên çapemeniyê: Protokolên rojnamevanan diparêzin tên bipêkirin
11:13 Hêzên Heşdî Şeebî ji Germiyanê vekişiyan
11:03 Îsraîl ji bo 48 saetan Rewşa Awarte îlan kir
10:40 ‘Serpêhatiya wê ya azadiyê ew hêj bedewtir kir!’
10:05 Der barê sergardiyanê ku îşkence li girtiyan kir de lêpirsîn
09:48 42 meh in agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin
09:03 Destvala ji bazaran vedigerin
09:03 Banga kir ku demildest şandeyeke serbixwe biçe Girtîgeha Tekîrdagê
09:02 Nivîskar û çavdarê siyasetê Osman hilbijartin nirxand: Gel li dijî PDK'ê bi bertek e
09:00 ROJEVA 25'Ê TEBAXA 2024'AN
24/08/2024
23:45 Li Stenbolê nobeta li dijî qeyûm: Divê her kes dengê xwe bilind bike
19:21 Bang li rêxistinên çapemeniyê yên navneteweyî kirin: Li dijî êrişan dengê xwe bilind bikin
16:43 Bertek nîşanî qetilkirina rojnamevanan dan: Em ê li dijî êrişan serî netewînin
16:30 Bayindir: Cihê çareseriya pirsgirêka kurd cem birêz Ocalan e
16:20 Bi girseyî serdana şîna ji bo rojnamevan Tara hate danîn kirin
16:02 Li Şirnexê 8 cenaze li nexweşxaneyê tên sekinandin
15:51 ÎHD: Divê saziyên serbixwe qetilkirina rojnamevanan lêkolîn bikin
15:10 Li sê bajaran hat xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan
15:09 Pêkhateyên Amedsporê: Tiştekî ku kulûba me nikare aşkere bike nîne
14:42 Dewleta tirk li Dihokê jî êrişî wesayîteke sivîlan kir
14:36 Beştaş: Çareserî bi rakirina tecrîda li Îmraliyê pêkan e
14:27 Li Stenbolê ji ber govendê binçavkirin: Zarokek hat berdan, 6 kesan dê bibin edliyeyê
14:14 Zarokên Yaşar ê beriya 30 salan hate windakirin: Em bi te serbilind bûn
13:36 Seroka Komîteya Têkiliyên Derve ya Parlamentoya Iraqê êrişa dewleta tirk şermezar kir
13:22 Emîne Şenyaşar beriya emeliyat bibe: Kurê min berdin
12:57 Li Zarokistan a di dema qeyûm de bêfonksiyon hatibû kirin qeydan dest pê kir
12:45 Bavê Hêro Behadîn: Bi pere û petrola me zarokên me qetil dikin
12:41 ROJIN: Hûn nikarin bi êrişan pêşî li rastiyan bigirin
12:14 Girtî Oztekîn bêyî daxwaza xwe sewqî Girtîgeha Sûlûcayê hate kirin
11:46 Bertek nîşanî qetilkirina rojnamevanan dan: Em ê ragihandina heqîqetê bidomînin
11:01 Xizmên Windayan li aqûbeta windayan û li faîlan pirsîn
11:01 Gundê Ewêna li ber xwe dide: Em zilma DEDAŞ’ê û leşkeran qebûl nakin
10:58 Edhem Barzanî: Bi dagirkeriyê ranewestiyan rojnamevanan şehîd dikin
10:23 Heman dadgehê derbarê du serlêdanên cuda de biryarên cuda dan
10:22 Girtî Ferhat Onkol hat sewqkirin û wî xistin hucreyê
09:53 Welatiyên Amedê ji bo çareseriya pirsgirêkan dawa hilbijartina pêşwext kirin
09:52 Ji TJA'yê li dijî şer banga rêxistinkirinê
09:00 Li ber kamerayan lêxistin û gefa kuştinê lê xwarin!
09:00 Girtiyê ku 30 sal in girtî ye salek e nayê berdan: Em têkoşînê bilind bikin
09:00 ROJEVA 24'Ê TEBAXA 2024'AN
23/08/2024
23:59 Bayindir ji Botanê bang kir: Em ê bi kurdîtiya xwe bi ser bikevin
23:31 Genç piştî 31 salan li warê xwe bi girseyî hat pêşwazîkirin
20:42 Cenazeyê rojnamevan Hêro Bahadîn hat veşartin
20:39 Ji bo Demîrê mewlûd hat dayîn
20:36 Kesên li Mêrdînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:33 Bayindir: Taqet di desthilatê de nemaye, serkeftin a gelê kurd e
16:52 DBP: Herêma Kurdistanê bûye sedema kuştina zarokên kurd
16:33 ‘Êrişa li dijî rojnamevanan, terora dewletê ye’
16:32 Ji ciwanan pankarta ‘Jiyan bi kurdî xweş e…’
16:24 MKG’ê û DFG’ê qetilkirina rojnamevanan şermezar kirin: Bila saziyên navneteweyî peywîra xwe bi cih bînin
15:53 ÎHD’ê Rapora Binpêkirina Mafan a 2023’yan eşkere kir: Tecrîd binpêkirina mafê mirovan e
15:01 Rêveberê Produksiyona Chatrê: Destek reş ê navxweyî bû sedema şehîdxistina her du rojnamevanan
14:43 Şukru Akbaş piştî 30 salan hat berdan: Têkoşîn berdewam dike
14:42 Têkoşîna Ewênayê DEDAŞ û cendirme dan sekinandin
14:42 Rapora Girtîgeha Şirnexê: Girtî li erdî radikevin
13:46 Navên rojnamevanên di êrişê de hatin qetilkirin eşkere bû