ENQERE - DBP, li Enqereyê 7’emîn Kongreya Asayî li dar dixe.
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li Enqereyê li Navenda Bazirganiyê ya Cîhanê 7’emîn Kongreya Asayî li dar dixe. Hevserokên Giştî yên DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir, Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, Hevserokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Mûrat Çepnî û gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl tev li kongreyê bûn.
‘RÊYA ÇARESERIYÊ AZADIYA OCALAN E’
Di kongreyê de pankartên “Rêya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, azadiya birêz Abdullah Ocalan e” û ” Li hemberî şerê taybet jin jiyan azadî" hatin daliqandin û beşdaran dirûşma “Jin, jiyan, azadî" berz kirin.
Di kongreyê de ji ewil endamên dîwanê hatin diyarkirin. Parlamenterê DEM Partiyê Serhat Eren û Cemîle Turhalli Balsak ji bo serokatiya dîwana kongreyê hatin hilbijartin. Kongre, bi axaftinên siyasetmedaran didome.