Binpêkirinên li girtîgehên Serhedê zêde dibin

  • rojane
  • 11:19 1 Cotmeh 2024
  • |
img
WAN - Li gorî rapora ÎHD’ê ya têkildarî girtîgehên herêma Serhedê, tecrîda li ser girtiyan her ku diçe girantir dibe. Hat diyarkirin ku tedawiya girtiyan nayên kirin û di mijara av û xwarina bi hîjyen de pirsgirêk hene. 
 
Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ên Wan, Tetwan û Bedlîsê çûn serdana girtîgehên li herêmê û têkildarî binpêkirinên heyî raporek amade kir. Li gorî raporê; binpêkirinên li girtîgehan berdewam in. 
 
GIRTÎGEHA TÎPA S A ÎDIRÊ 
 
Di raporê de hat gotin ku girtiyekî li Girtîgeha Tîpa S a Îdirê ji ber polîtîkayên tecrîdê û mercên girtîgehê, di 1’ê tebaxê de dest bi greva birçîbûnê kir û piştî hevdîtinan, di meha îlonê de çalakiya xwe bi dawî kir. Li gorî agahiyên girtî dane ÎHD’ê; dema lêgerîn tên kirin girtî biçûk tên xistin, gardiyan girtiyan li gorî “cureyê sûcan” dabeş dikin, di dema hevdîtinên bi îdareyê re de mayina ser pêyan tê ferzkirin, îdare guh nade daxwazên girtiyan, daxwazname bêbersiv tên hiştin û di rewşên pir lezgîn de jî girtiyan naşînin revîrê. 
 
Li heman girtîgehê bi girtiyeke din ê di nava lîsteya girtiyên nexweşiya wan giran de cih digire re hevdîtin hate kirin. Hat ragihandin ku aliyê çepê yê mejiyê girtiyê behsa xeberê ji sedî 90 bêfonksiyon bûye, di her du piyên wî de pirsgirêk heye û romatîzma heye, nexweşiya wî ya prostatê heye, nikare bi tena serê xwe li girtîgehê bimîne, bi tena serê xwe nikare sexbêra xwe bike, bi alîkariya girtiyên din xwe sexbêra xwe dike û ji bo rapora şandeyê sewqî nexweşxaneyê hatiye kirin lê hêj rapor nehatiye dayin. 
 
GIRTÎGEHA HEJMAR 2 YA BI EWLEKARIYA BILIND A DUMLU YA ERZIROMÊ 
 
Li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi ewlekariya Bilind a Dumlu ya Erziromê jî bi girtiyekî re hevdîtin hate kirin. Girtiyî, da zanîn ku li odeyeke ji 3 kesan pêk tê tên ragirtin, qawîş ji bo wan teng tê, lêgerîna tazî tê ferzkirin û ji ber ku vê sepanê qebûl nakin wan naşînin nexweşxaneyê. Girtiyî got ku ji pişta xwe ve birîndar e, nayê tedawîkirin û sewqên wan ên nexweşxaneyê jî 6-7 meh piştre tên kirin. 
 
Girtiyê bi navê S.A. jî qala binpêkirinan kir û destnîşan kir ku her tim bi ser hişê xwe diçe lê hêj jî nexweşiya wî nehatiye teşhîskirin, di dema ketin û derketina qawîşê de li dijî wan nêzikatiyên biçûkxistinê tên raberkirin û li wan tê ferzkirin ku solên xwe derxînin. Bi domdarî girtî da zanîn ku wergirtina wan a pirtûkan hatiye bisînorkirin û di nava 2 mehan de herî zêde dikarin 15 pirtûkan bistînin, girtina rojname, kovar û hwd. hatine bisînorkirin, tehliyeya girtiyên înfaza xwe temam kirine ji hêla lijneya rêveberî û çavdêriyê ve tên taloqkirin. 
 
GIRTÎGEHA TÎPA L A PANOSÊ
 
ÎHD’ê li Girtîgeha Tîpa L a Panos a Agiriyê jî bi girtiyan re hevdîtin kir. Girtiyê ku hevdîtin pê re hatiye kirin diyar kir ku di qawîşa wan de 19 girtî dimînin, ji ber ku perdeya guhê wî teqiyaye û divê sewqî Wanê were kirin lê nayê sewqkirin. Girtiyî got ku pirsgirêka wan a ava vexwarinê hêj didome, ji muslixê ava paqij a ku bikare were vexwarin nayê, xwarinên wan hîjyenîk nînin û kêm tên dayin. Her wiha hat daxuyandin ku girtiyê nifûsa wî li ser ya Îranê ji bo hevdîtina li ser telefonê ya 10 deqeyan neçar maye ku 340 TL’an bide û ji ber ku hêza wî bi têr nake ewqas pereyan bide, nikarin bi malbatên xwe re hevdîtinê bikin. 
 
GIRTÎGEHA TÎPA F A WANÊ 
 
Li Girtîgeha Tîpa F a Wanê jî bi girtiyan re hevdîtin hate kirin. Girtiyê hevdîtin pê re hatiye kirin anî ziman ku nexweşê tansiyona bilind e, sewqên wan ên ji bo revîr û nexweşxaneyê dereng tên kirin, dermanên wan di dema xwe de nayên dayin. Girtiyeke din jî diyar kir ku ji ber sekn û nêzikatiya rêveberiya girtîgehê, rewşa girtiyên nexweş girantir bûye. 

Sernavên din

14/10/2024
14:54 Kadrî Bagdû hate bibîranîn: Dewlet dizane faîl kî ne
14:52 Rojnamevan Salaz li ser gora xwe hat bibîranîn
14:36 Wezîrê Dadê: Îdianameya cînayeta Narîn Guranê li ber amadebûnê ye
14:03 Ji DBP’ê daxuyaniya mitîngê: Gelan berpirsyarî dan muxatabên çareseriyê
13:29 Karkerek din ê ku di teqîna fabrîqayê de birîndar bûbû mir
13:25 Polîsan êrişî karkerên Fernasê kirin
13:02 Edîtora ETHA’yê Gayip hate binçavkirin
12:45 Li Artvînê piştî baranê rêyên gundan hatin girtin
12:44 Temellî: Heke pêvajo dest pê bike wa Îmrali li wir e
12:33 Kesên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:02 Li Nexweşxaneya Dewletê ya Esenyûrtê şewat derket
11:59 Siyasetmedarên baskî piştgiriya kampanyaya 'Ji Ocalan re azadî' kirin
11:18 Ji bo Fîncanci biryara anîna bi darê zorê hate dayin
10:55 Bogûrcû yê li Qoserê hatibû binçavkirin di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da
10:46 ROJNEWS'ê belgeyek din a hevkariya bi Tirkiyeyê re derxist holê
10:21 AYM: Gotina ‘Bijî Serok Apo’ di çarçoveya azadiya xweîfadekirinê de ye
10:20 Beşdarên mitînga ‘azadiyê’: Em ê ji bo azadiyê dev ji berxwedana xwe bernedin
09:48 Li Şaredariya Midyadê ya AKP’î 60 milyon lîre hatine dizîn
09:38 Mehmet Ocalan: Bi mezinkirina têkoşînê re em ê bikarin encamê bi dest bixin
09:00 Teorîsyena hunerê Bakçay: Herêmîbûn li dijî neolîberalîzmê derfetê berxwedanê dide
09:00 Ji pirsa strana ‘Zindana Amedê’ re bersiva Guernicayê: We çêkir
09:00 Ji nameya ku beriya 4 salan hate şandin ve çi hate guherîn?
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2024'AN
08:58 Li Kolikê bi ser malan de hate girtin
08:31 Ciwan bi daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ meşiyan
08:23 Abdullah Oncel dîsa bû serokê Baroya Rihayê
08:15 Xwebûn bi manşeta 'Kurdîstan kerdo rantîstan' derket
13/10/2024
22:56 Hîzbûllahê êrişî Îsraîlê kir: Herî kêm 67 leşker birîndar bûn
21:50 Gundê Minbicê yê Ewn Dadat hate topbarankirin
21:16 Rojnews dê sibê belgeyên ‘xiyanetê’ yên PDK’ê biweşîne
21:06 Şaneşîna xaniyê di erdhejê de xesar gihiştibûyê hilweşiya: 2 kes mirin
20:27 Li Şirnexê 7 herêm weke ‘Herêma ewlehiyê’ hatin îlankirin
20:12 Li Şirnexê mirina biguman a jinekê
19:47 Serokên nû yên baroyên Êlih, Mêrdîn û Enqereyê diyar bûn
19:28 Dosyayên rojnamevanên jin ji saziya înfazê re hatin şandin
19:18 DFG’ê û MKG’ê bertek nîşanî derbkirina rojnamevanan da
18:59 Ji roja ‘azadiyê’ ya Amedê çend nîşe
18:06 Serokê Baroya Amedê yê nû bû Abdûlkadîr Guleç
17:26 Piştî mitîngê meş hate lidarxistin: Bê Serok jiyan nabe
16:56 Bakirhan li Amedê bang kir: Navnîşana çareseriyê Îmrali û Meclis e
16:38 Meşa ‘Azadiyê’ hate silavkirin: Her der Amed her der berxwedan
16:33 Parêzerê herî dawî bi Ocalan re hevdîtin kirî: Deriyên Îmraliyê vekin
16:20 Hevserokê DEM Partiyê di cînayeta kar de jiyana xwe ji dest da
15:54 Parlamenterên DEM Partiyê rê li trafîkê girtin
15:49 Uçar: Rêya çareseriyê ji Îmraliyê re derbas dibe
15:25 Berxwedana Botaniyan encam girt: Gel ber bi Amedê ve kete rê
15:13 Li Amedê berxwedana ‘Azadiyê’
14:54 Wezareta Dadê ji bo astengkirina tehliyeya girtiyê 33 salan got ‘rast nîne’
14:27 Baskê Rihayê yê ‘Mitînga Azadiyê’ li Amedê dest bi meşê kir
14:22 Ciwan li Rezanê bi dirûşma ‘Azadiyê’ dimeşin
13:51 Ji Xana Axparê ber bi Amedê ve meşa ‘Azadiyê’
13:14 Li her çar aliyên Amedê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan
12:59 Werîşe Mûradî dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem kir
12:58 Xelkê Amedê ji bo mitînga ‘Azadiyê’ kom dibe
11:41 Li gelek baroyan hilbijartin dest pê kirin
10:58 Di qezaya trafîkê de 2 karker mirin û 13 jî birîndar bûn
10:50 Şemsa Bagdû: Heta faîl tên cezakirin dê têkoşîna me bidome
10:21 Li Bursayê cenazeyên 3 kesan hatin dîtin
10:20 Bi hezaran kes ji bo ‘Mitînga Azadiyê’ ber bi Amedê ve diherikin
10:00 Bertek nîşanî qetilkirina jinan dan: Bila edalet pêk were
09:48 Abdullah Ocalan: Ger dilê wan û çareseriyê hebe wê li hev rûnên, yan na merhebakirina sembolîk nabe
09:47 Meclis li hezar û 93 kesan qedexe ye
09:16 Bafel Talabanî: Em ê tişta li me tê ferzkirin biguherînin
09:00 ROJEVA 13’Ê COTMEHA 2024’AN
08:45 Hejmara 85’an a Kovara Jinê derçû
08:44 Ji bo 7 bajaran bi koda zer hişyariya barîna zêde hate kirin
08:15 Astengkirina ‘Mitînga Azadiyê’ hate protestokirin
12/10/2024
22:05 Ji astengiya polîsan re gotin 'Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin'
19:52 Abdullah Findik bû serokê Baroya Şirnexê
16:45 Banga beşdariya mitînga ‘azadiyê’ li gelê Botanê hat kirin
16:37 Aldar Xelîl: Divê gelê Başûr dengê xwe bide kesên bikarin nûnertiya wan bikin
16:29 Grûba Parêzerên Netewperest êrişî parêzerên kurd kirin
15:32 Li Enqere û Stenbolê xwestin Hatîce Onaran bê berdan
15:01 Kongreya Baroya Amedê: Nêzîkatiya li hemberî Îmraliyê nayê qebûlkirin
14:15 Li çar bajaran li aqûbeta windayan hat pirsîn
14:06 Li Dîlokê dayikek û çar zarokên xwe hatin qetilkirin
13:57 Dayikên Şemiyê li aqûbeta 11 windayan pirsîn
13:38 Beriya mitînga ‘azadiyê’ astengî: Her der Amed her der berxwedan
12:59 Bakirhan soz da astengdaran: Em ê li Wanê û Mêrdînê jî daîreya xizmeta astengdaran ava bikin
12:45 Şofêrên TIR’an çalakî li dar xistin
12:38 Li Stenbolê coşa mitînga ‘azadiyê’
12:09 Kongreyên baroyên bajarên bakurê Kurdistanê dest pê kirin
11:27 Bultena Tecrîdê: 24 sal 7 meh û 28 roj in tecrîd tê sepandin
11:17 Li girtîgehan divê 'mafê tenduristiyê' dîl neyê girtin
10:44 Li mamosteya zimanê kurdî sê meh ceza hat birîn
09:55 Parlamenterên DEM Partiyê: Em ji bo azadiyê li Qada Îstasyonê bin
09:35 'Em ê tim li ser rêya Hevrîn Xelef bin'
09:34 Di serdegirtina malê de îşkence: Dîmen bi gefxwarinê jê birin e
09:33 Rihayî: Em ê bi awayê herî xurt beşdarî mitîngê bibin
09:01 Her gavên siyasetmedarên girtî sûc hatiye hesibandin
09:01 DEDAŞ li gundê ku ceyrana wê her tim qut dike li 'ceyrana qaçax' digere!
09:00 ROJEVA 12'Ê COTMEHA 2024'AN
11/10/2024
19:08 Hevserokê DBP'ê yê Dîlokê Ozhan hat girtin
18:01 Xebatên ji bo Kabaîşê destpêkirî di roja 14’an de ye
16:30 Ji Enqereyê banga ‘mitînga azadiyê’
16:04 Bakirhan: Em dikevin pêvajoyek nû, yê birêxistinkirî bi ser dikeve
15:33 Li Stenbolê 3 kes hatin girtin
15:32 Wezaretê bersiva qedexekirina ‘Pêşî Peya’ da: Ne li gorî standartan e!
15:13 Şaredariya AKP’ê gelek heywan qetil kirin
15:08 Hunermendê NÇM’ê Engîn Cengîz hat berdan