NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder li gelek bajaran şîn hate danîn û bi girseyî hatin ziyaretkirin.
Endamê Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder di 3’yê Gulanê de jiyana xwe ji dest da. Li gelek bajaran ji bo Onder şîn hate danîn. Rêxistinên DEM Partiyê yên bajar û navçeyan şînên hatine danîn bi girseyî ziyaret kirin.
AMED
Bi sedan kes çûn serdana şîna li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê hatiye danîn. Endamên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, wekîlên berê, Dayikên Aştiyê û nûnerên rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên girseyî yên demokratîk çûn serdana şînê. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun di şînê de axivî û got: “Bila dayikên me xwe bêhêvî nekin. Bi hezaran hevalên me ji bo aştiyê jiyana xwe ji dest dan. Ev, ala ye. Wan ev ala heta roja me anîn û ev bar niha jî li ser milên me ye. Em ê nehêlin ew ala bikeve erdê. Ala Sirri anîbû em ê li ba bikin û pêşve bibin. Em ê barê wî jî bigirin ser milên xwe, bêhtir bixebitin û aştiya di navbera gelan de pêk bînin.”
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak jî ev tişt anî ziman: “Mîna hemû windahiyan, ev windahî jî ji bo me windahiyeke bêwext bû. Lewma dilê me tevan dişewite. Sirri Sureyya Onder hem ji gelê Kurd re hem ji gelên Tirkiyeyê re hem jî ji civakên bo demokrasî û mafên mirovan têdikoşin nirxên pir mezin hişt. Heta ku aştî tê vê xakê dê ev têkoşîn her ku diçe mezintir bibe. Bîranîna wî dê rêya me ronî bike.”
RIHA
Li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Rihayê jî şîn hate danîn. Pankarteke wêneyê Sirri Sureyya Onder li ser bû jî bi avahiya partiyê ve hate daliqandin. Ji saetên serê sibehê ve gelek kes hatin serdana şînê. Şîn dê heta roja çarşemê bidome.
ŞIRNEX
Şînên li Şirnex û navçeyên wê hatine danîn jî bi girseyî hatin ziyaretkirin. Dengbêj Fadîle Aytîş ku tev li şîna li navçeya Silopiyayê bû, wêneyê Onder hilgirt û zêmar got. Dema Fadîle Aytîşê zêmar digot, gelek kes giriyan.