Bayindir: Em ê xwedî li wesyeta Kûday derkevin

  • rojane
  • 16:23 4 Cotmeh 2024
  • |
MÊRDÎN - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir ê li şîna Abdûlkadîr Kûday ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da axivî, wiha got: “Îro wezîfeya me ye ku em vê têkoşîn û berxwedanê bilind bikin vê berxwedanê mezin bikin. Wesyeta wî ev bû. Em ê xwedî li vê wesyeta wî derkevin.”
 
Abdulkadîr Kuday ku li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê dihat ragirtin û tevî nexweşiyên wî yên giran jî nedihat berdan, di 2’yê cotmehê de jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wî li navçeya Qoser a Mêrdînê hate veşartin. Şîna ji bo Kûday hate danîn bi awayekî girseyî hate ziyaretkirin. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), hevşaredar, rêveberên navend û navçeyan û sedan kesan serdana şîna ku li taxa Pireketa hatiye danîn kirin. Girseya ku ji aliyê malbata Kûday ve hate pêşwazîkirin ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan rêz girtin. 
 
Mehmet Şafî Erol ê di şînê de li ser navê Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER) axivî, da zanîn ku Kûday tevî hemû zehmetiyan jî teslimiyet qebûl nekir û wiha got: “Heta bêhna xwe ya dawî li ber xwe da û têkoşiya. Em li pêşberî berxwedana wî bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.”
 
Pişt re Hevserokê DEM Partiyê yê Bajêr Mehdî Tûnç mafê axaftinê wergirt û ji malbatê re sersaxî xwest. Tûnç, anî ziman ku divê her welatparêzek berxwedana Abdûlkadîr Kûday bibîne.
 
Pişt re parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Salîha Aydenî axivî û got: “Ev şîna hevalekî me ye ku ji bo hebûna gelê kurd bedena xwe daye ber mirinê ye.”
 
Aydenîz a gotinên dawî yên Kûday bi bîr xistin, diyar kir ku Kûday li dijî kesên zilmê li gelê kurd dikin serî netewandiye û wiha domand: “Divê ev sekne ji bo me bibe mînak. Divê em bi vê seknê têkoşîna azadiyê ya gelê kurd bimeşînin.” Aydenîz bi lêv kir ku ji ber vê yekê ji bo rakirina tecrîdê û azadiya Ocalan divê her roj di nava berxwedanê de bin û anî ziman ku ji bo girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest nedin û azadiya gelê kurd divê tecrîd were rakirin û azadiya Ocalan pêk were.
 
BAYINDIR: RÊYA WÎ RÊYA AZADIYÊ BÛ
 
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir ê bi şandeya ku Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk jî di nav de serdana şînê kir, ji malbatê re sersaxî xwest. Bayindir bal kişand ku li girtîgehan girtî ji her cure pêdiviyên mirovî bêpar dijîn û destnîşan kir ku hevalên wan di girtîgehan de di encama dijminahiya kurdan de jiyana xwe ji dest didin. Bayindir, gotinên Kûday ên dawî bi bîr xistin û got: “Wesyeta wî ya ji me re bû rêya azadî û berxwedanê. Wesyeta wî ew bû ku gelê kurd tifaqa xwe mezintir bike. Wesyeta wî ew bû ku em heta bêhna xwe ya dawî li dijî zilmê û dijminatiyê çok nedeynin.
 
Îro li zindanan û her çar parçeyê Kurdistanê hevalên Abdûlkadîr têkoşîna wî dimeşînin. Îro tişta ku dikeve berê me, bilindkirina vê têkoşînê û berxwedanê ye. Wesyeta wî ev bû. Em xwedî li vê wesyetê derkevin. Em ê yekitî û tifaqa xwe mezin bikin. Em ê ji hev hez bikin. Em ê li dijî vê desthilatê, zilmê û dijminatiyê heta azadiyê, azadiya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan pêk bînin em ê li dijî tecrîdê têbikoşin û li ber xwe bidin.”

Sernavên din

17/10/2024
13:00 Rojnamevanên ji binçavan hatin berdan: Ji ber belgekirina îşkenceyê me kirin binçavan
12:00 Arinç: Ger hûn ji Ocalan bangekî bixwazin, divê hûn binê gotina xwe tije bikin
11:49 Li Sêwazê bi pileya 4.7 erdhej çêbû
11:28 Agirbesta bi endamên FARC’ê yên kevin re ji bo 6 mehan hate dirêjkirin
10:54 Parêzerên Abdullah Ocalan serî li dozger û girtîgehê dan
10:52 Koçberiyê ji Lubnanê ber bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve didome
10:39 Abdullah Ocalan ji jinan re got: Yekane rizgarî azadî ye!
09:53 Tehliyeya girtiyê nexweş Îvrendî hat taloqkirin: Bi rêxistinê re têkiliya xwe qut nekiriye!
09:50 Berxwedana li dijî şer a li Silopiyayê di roja 3’yemîn de didome
09:45 Li Pasûrê konsera gel
09:41 Rojnamevan Drews: Hilbijartina herêmê dê bandorê li hevsengiyên herêmê bike
09:20 Tehliyeya girtî bi hinceta ‘ji bo bê nav civakê amade nîne’ hate taloqkirin
09:16 Parêzerê Abdullah Ocalan: Gotinên li ser 'hevdîtinê' tişteke manîpulatîf e
09:00 ROJEVA 17’Ê COTMEHA 2024’AN
08:43 Ji bo 11 bajaran bi koda zer hişyariya barîna zêde hate kirin
08:43 Onder bi Nasiroglû re hevdîtin kir: Bingeha pêşmutabeqetê hate amadekirin
16/10/2024
21:01 Ji Baroya Wanê der barê Rojîn Kabaîş de daxuyanî
18:28 Yerlîkaya: 187 kesan bandor ji erdhejê girtiye
17:59 Rojnamevanên li Silopiyayê hatin binçavkirin serbest hatin berdan
16:54 Starta Fûara Pirtûkên Kurdî hate dayîn
16:33 Komeleya Ekolojiyê ya Wanê hate vekirin
16:21 Lîstika ‘Sê Ezezok’ zarokên Şemrexê kêfxweş kir
16:15 Jin ji bo Kabaîşê bêdeng meşiyan: Em ê kujerên wê bibînin
16:14 Ozgur Ozel dê serdana Demîrtaş bike
16:08 Hevdîtina rojnameger Ezîzî ya bi malbat û parêzer re tê astengkirin
16:07 Li Xarpêtê ji ber erdhejê 94 kes birîndar bûn
15:44 Doza Dînk ji bo parastina Yilmazer cara dawî hate taloqkirin
15:37 Karkerên Fernasê di nava barîkatan de çalakiya xwe didomînin
15:04 Xwendekarên Yuzuncu Yilê ji bo Rojîn Kabaîş meşiyan
15:03 Bavê Rojîn Kabaîşê: Ne întîhar e cînayet e
15:01 Hevdîtina Erdogan û Barzanî dest pê kir
14:54 Dr. Yavîç ê ku daxilî otopsiya Kabaîş bû: Divê pêvajo bi zelalî were birêvebirin
14:37 TFF: Stadyûma Amedsporê ji bo lîstikê û tenduristiya lîstikvanan guncav nîne
14:03 Mûstafa Karasu: Silavdayîna Bahçelî jî parçeyeke siyaseta şerê taybet e
14:03 Dermanên girtiyê nexweş nedanê
14:02 Endamê RTUK’ê Îpekyuz: Betalkirina lîsansa Açik Radyoyê neheqî ye
13:22 Nobeta Dayikên Aştiyê di roja duyemîn de ye
13:19 Îdianame 8 meh piştre hate amadekirin lê dadgehê qebûl nekir
13:02 Li Amedê hevşaredar piştî erdhejê daketin qadê
12:56 Ji Wezîrê Karên Navxweyî daxuyaniya erdhejê
12:53 BES-AR: Sînorê birçîtiyê di mehekê de ji sedî 3,99 zêde bû
12:41 Rêxistinên çapemeniyê: Dest ji hedefnîşandana rojnamevanan berdin
12:39 Daxuyaniya piştî erdhejê: Erdhejoka erdhejên 2023'yan e
12:03 Karkerên Fernasê hatin berdan
11:38 Êrişî avahiya DEM Partiyê ya Înegolê kirin
11:29 Kosen ê parsûyên wî hatin şikandin: Ez berxwedana dayikan silav dikim
11:03 Li Meletiyê bi pileya 5.9 erdhej çêbû: Gelek bajar hejiyan
10:57 Tê payîn binçavkiriyên li Silopiya sewqî edliyeyê bên kirin
10:50 Dayikên Aştiyê: Dê têkoşîna me bidome
10:39 Li Amed û Meletiyê gelek kes hatin binçavkirin
10:08 Dadgeha Îstînafê îtîraza doza êrişa ewilî ya li dijî malbata Dedeogûllari red kir
09:59 Karker dê di 20’ê cotmehê de li Kartalê bin: Çareserî di têkoşîna yekbûyî de ye
09:34 Ji Yenî Yaşamê berteka li dijî sansurê
09:34 Cenazeyê Rojîn Kabaîş hate definkirin
09:33 Dîwarên betonî û kûleyên leşkerî bi navê jiyanê tiştek nehiştine
09:01 ‘Divê jin bi hev re têbikoşin'
09:00 ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2024'AN
08:47 Encumenê AKP’ê yê ku jinên kuştî tawanbar kiribû îstîfa kir
08:40 Nobeta Dayikên Aştiyê didome: Leşkeran betaniye avêtin çopê
08:18 Rapora pêş otopsiya Rojînê nedan Baroya Wanê
08:02 3 jê rojnamevan 22 kes di binçavan de ne: Parsûyên Hevserokê DEM’ê şikandin
15/10/2024
18:22 Cenazeya Rojîn Kabaîşê anîn ATK’ê
16:33 Fûara Pirtûkên Kurdî ya li Êlihê sibê dest pê dike
16:18 Cenazeyê Rojîn Kabaîşê hate dîtin
16:17 Li Şemrexê ‘Pêşbaziya Dimsê’ hat lidarxistin
16:14 Dayikên Aştiyê û 3 rojnameger hatin binçavkirin
16:12 Xebatkarê paqijiyê ku zarok tacîz kiribû hate girtin
16:03 Koma faşîst êrişî xwendekarên jin kirin
15:48 Li Merîwanê îşkence li kolberan kirin
15:19 Li gorî par bûdçeyê îsal ji sedî 110 zêdetir li kêmiyê da
15:13 Dozger xwest ku cezayê giran li faîlê Fatma Ogûr bê birîn
14:31 Li Silopiyayê çalakiya ‘Ji şer re na, a niha aştî’
14:25 Di doza 5 leşkeran de wê li benda rapora ATK’ê bê sekinandin
14:23 Şahiya Pirtûkan a Kiraathaneyê dest pê dike
13:11 Doza rojnamevanan: Şertê kontrola edlî hat rakirin, lêpirsînek nû hat destpêkirin
13:09 Dadgehê derbarê kesên Nisêbîn şêlandibûn de biryara beraetê da
12:44 Bakirhan ji Bahçelî re got: Deriyê Îmraliyê vekin, em li Ocalan guhdar bikin
12:38 Li cihê rojnameger lê hatine qetilkirin lêkolîn nehatiye kirin
11:57 Çalakiya greva birçîbûnê ya karkerên Fernasê di roja 2’yemîn de ye
11:12 Hevserokê MED-DER’ê: Gotin û kirinên Erdogan ên têkildarî ziman hev nagirin
10:55 Doza Ozgur Gundemê hate taloqkirin
10:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:29 Di doza cînayetên kiryarên nediyar de biryarên beraetê hatin pejirandin
10:07 Di binçavan de tundî û tacîz hat kirin: Nikarin îradeya me bişikînin
09:15 Li Gundikê Melê navê ‘Narînê’ li parkekê hate kirin
09:14 HDK 13 salî ye: Pêdivî bi peymaneke nû heye
09:12 Li 36 bajaran 269 kes hatin binçavkirin
09:02 'Divê fikrên Ocalan bên parvekirin û pêvajoya aştiyê dîsa dest pê bike’
09:00 ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2024'AN
08:40 Ji bo Serhedê hişyariya barîna zêde hate kirin
14/10/2024
22:11 Sembola berxwedana Kobanê Apê Nemir jiyana xwe ji dest da
16:47 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Aştî, bi azadiya Abdullah Ocalan pêkan e
16:30 KESK’ê li Wanê dest bi xebatên mitînga xwe kir
16:21 Daxuyaniya têkildarî mîtînga 'Azadiyê': Muxatab birêz Ocalan e
15:57 Ji bo bîrên petrolê yên li Hezroyê biryara ‘îstîmlaqkirinê’ hate dayin
15:36 Zarokek 8 salî hate tacîzkirin: Gumanbar hate berdan
15:17 Rojnameger Andan û 14 binçavkiriyên din hatin berdan
15:05 Cara duyemîn biryara komkirina rojnameya Yenî Yaşamê hate dayîn
14:54 Kadrî Bagdû hate bibîranîn: Dewlet dizane faîl kî ne
14:52 Rojnamevan Salaz li ser gora xwe hat bibîranîn