Abdullah Ocalan: Ger dilê wan û çareseriyê hebe wê li hev rûnên, yan na merhebakirina sembolîk nabe

  • rojane
  • 09:48 13 Cotmeh 2024
  • |
img

ENQERE- Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li ser merhebakirina Bahçelî ya berê wiha gotibû: “Ez nabêjim wê lihevkirin, merhebakirin çênebe. Ger bi rastî jidil bin û çareseriyê bixwazin, dê di nava xwe de peymaneke civakî îmze bikin. Ew ê bi hev re li ser maseyê rûnên."

Piştî ku Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan di vekirina Meclısê de axivî û got, "Êrişkariya Îsraîlê Tirkiye jî dihewîne", Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî ji nişka ber bi Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan ve çû û merheba kir. 
 
Bahçelî di cih der çû ber kamerayan û got: "Em dikevin serdemeke nû. Dema em li cîhanê aştiyê bixwazin, divê em li welatê xwe jî pêk bînin." 
 
Dû re Erdogan piştgirî da Bahçelî û wiha gotibû: “Em ji diyaloga ku bi kêrî millet tê, dûr nakevin. Em hêvîdar in ku nirxê destê ku Tifa Cumh»rê dirêj kiriye ji aliyê muxataban ve baş bê zanîn." Erdogan piştî serdana xwe ya Sirbistanê di bersiva pirsên rojnamevanan da wiha got: "Dema ku em li geşedanên li herêma xwe dinêrin, ya herî baş ew e ku her kes li welatê me di astemosfereke aramî û aştiyê de be." 
 
Bi vê merhebakirina Bahçelî û gotinên Erdogan re "pêvajoya çareseriyê" ya nû ket rojevê. Têkildarî vê mijarê ku berê jî Bahçelî bi destê DTP'iyan girtibû. Me jî têkildarî vê yekê nirxandinên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên der barê MHP'ê û Bahçelî de kom kirin. 
 
OCALAN: JI MHP'Ê 16 KES LI DYA'YÊ PERWERDE BÛN
 
Abdullah Ocalan di hevdîtina 2007’an de ya bi parêzerên xwe re helwesta MHP'ê û Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî li gorî geşedanên wê demê nirxandin.
 
Ocalan gefên MHP'ê û Bahçelî yên li ser Partiya Civaka Demokratîk (DTP) ku wê demê siyaset dikir û piştre hat girtin bi bîr xist û got: “Ez neteweperestiya MHP’ê dizanim. Ey Bahçelî! Em dizanin berê çi hêz li pişt we bûn. Di sala 1944'an de dest pê kir, ji we 16 kes şandin Amerîkayê û di perwerdehiyekê re derbas bûn. Di sala 1970'yî de, wan li Florida, Dewletên Yekbûyî, perwerdehiya taybet dît. Û piştî vê perwerdeyê serî li gelek rêxistinên Tirkiyeyê dan û çepgiriyê qedandin. Ev, ji hêla DYE'yê ve tên piştgirîkirin." 
 
'TURKEŞ JÎ LI DYA'YÊ HAT PERWERDEKIRIN'
 
Rêberê PKK'ê Ocalan ku di sala 2009'an de bi parêzerê xwe re parve kiribû ku damezrînerê MHP'ê Alparslan Turkeş jî li DYA'yê perwerde bûye, wiha got: "Altemûr Kiliç 40 salan li Florîdayê jiya. Bi rastî, hemû endamên Komîteya Yekîtiya Neteweyî li Amerîkayê hatin perwerdekirin. Suphi Kahraman di nav wan kesan de bû ku di sala 1944'an de çûbû Amerîkayê. Di damezrandina Partiya Karkeran de jî cih girt. Suphi Kahraman jî di navbera salên 1944-60’î de li DYA’yê hatiye perrwedekirin. Bahçelî jî, ji vê kevneşopîyê tê. Ji ber vê yekê li dij derdikevin.  Ji ber ku ew dizanin dê çi were serê wan." 
 
‘HEVSARÊ WAN DI DESTÊ HIN KESÊN DIN DE YE'
 
Ocalan anî ziman ku hevsarê MHP'ê û Bahçelî di destê hinekên din de ye û got: “Ew çi bibêjin wisa diaxivin, çi bibêjin wiha dikin. Baykal û Bahçelî her du jî cihûyên tirk in. Her du jî ji bo berjewendiya Îsraîlê dixebitin, ne ji bo berjewendiya Tirkiyeyê. Ez tirkan nas dikim, hevalên me yên tirk hene, Hakî Karer, Kemal Pîr û her wiha çend keç jî bi me re hebûn, wêrek û mêrxas bûn."
 
‘BÊYÎ KURDAN HÛN Ê BIQEDIN'
 
Ocalan di sala 2009’an de di hevdîtineke din a parêzeran de gotibû ku MHP û Bahçelî piştî çepgiran berê xwe dane kurdan. Ocalan got: “Amerîka di salên 70'yî de ji we re digot, 'Lêdin' we lêdida, ji we re digot 'bisekinin' hûn disekinîn. Hûn bi hêza xwe tevnegeriyan. Niha jî we xistiye serê xwe ku hûn ê kurdan biqedînin. Divê ev bê fêmkirin; kurd bêyî tirkan, tirk jî bêyî kurdan nabe. Bêyî kurdan û hûn ê biqedin. Bêyî kurdan wê tirk jî biqedin. Neteweperestê we yê herî mezin Ziya Gokalp vê dibêje. Gokalp, ev kifş kiribû. Ew bavê netewperestiyê ye, hûn çima fêm nakin!” wî got.
 
Rêberê PKK'ê di sala 2007'an de, îşaret bi merhebakirina Bahçelî kir ku di vekirina meclisê de bi DTP'iyan re merheba kir. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo vê got: “Helbet hişyariyên min jî hene. DTP nikare der barê encamên hilbijartinê de tu analîzan bike. Ji bo bûyera merhebakirinê ya li Meclîsê jî, ev qet nehatibû bîra min. Ez dixwazim bibêjim ku ez vê yekê pir balkêş dibînim. Bi MHP'ê re merheba dikin, lê polîtîkayeke wiha rastgele nabe. Divê polîtîka bi rêgez ve. Di vî warî de ev mijar girîng e: Gelo merhebakirin di xala naskirina hebûn û mafên kurdan de tê kirin? Nizanim nêrîna Devlet Bahçelî ya li ser kurdan çi ye, têgihîştina wî ya neteweperestiyê çawa ye. Lê pêwîst e ev dîtin bên zanîn."
 
Nêrînên Abdullah Ocalan ên li ser merhebakirina wê demê wiha ne: "Heta ku ev hemû neyên zanîn, tenê ji ber sedemên sembolîk merhebakirin çênabe; ger wisa be, dê siyaset şêlû bibe. Gelo Devlet Bahçelî hebûna kurdan û mafên Kurdan qebûl dike? Ger wisa be, têkilî tê danîn. Wekî din ew ê bê rêgez be. Siyaset bê rêgez nabe. Pêdiviya kurdan bi siyaseteke pir rêgezî heye. Pêwîstiya kurdan bi bernameyeke cidî ya siyasî heye, pêwîst e pêşî ev yek bê pêkanîn. Dibêjin em ê biçin maçan jî, ma siyaseteke wiha dibe? Meriv çawa dikare bêyî biryara kongreyê bi serê xwe wiha biaxive? Biryareke Kongreya Partiyê heye? Di kongreya partiyê de biryar tê girtin û piştre siyaset tê kirin."
 
Abdullah Ocalan di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Bahçelî li ser van mijaran û bi giştî pirsgirêka kurd çi difikire? Di vê mijarê de nêrînên Bahçelî çi ne? Ger ew we înkar bike, li ser çi bingehê hûn dikarin wî bibînin? Gelo mimkun e ku meriv zihniyetek ku we înkar dike û paşguh dike hembêz bike?
 
Ez nabêjim lihevkirin çênabe, merhebakirin çênabe. Girîng e ku ev yek li ser çi bingehê çêbibe. Ger îradeya çareseriyê hebe, jidilbûyîn hebe û helwesteke biratê hebe, mirov dikare merhebayê bike û hev hembêz bike. Ez belesebeb M. Kemal mînak nadim. M. Kemal di salên damezrandina Komarê de bi kurdan re tifaq çêkir û wan hembêz kir û car hebû destên mezinên kurdan maç kiribû." 
 
'BILA KURD BERBAYÎ VÊ NEKEVIN'
 
Abdullah Ocalan di sala 2008’an de di hevdîtina bi parêzerên xwe re der barê Bahçelî de agahiyên balkêş dabûn. Abdullah Ocalan her wiha destnîşan kiribû ku CHP jî wekî MHP'ê alîgirê Ergenekonê ye û Ergenkon bi qismî hatiye tasfiyekirin û lewma CHP û MHP di rewşeke zehmet de ne. Rêberê PKK'ê destnîşan kir ku ji ber vê sedemê hem CHP û hem jî MHP'ê dest bi axaftina "demokratîkbûnê" kirine. Rêberê PKK'ê got: "Ji niha û pê ve CHP wê hewl bide bibe sosyaldemokrat, ev sextekar in, divê kurd berbayî vê nekevin, bi wan nexapin."
 
Her wiha Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, piştî ku merhebakirina Hasîp Kaplanê DTP'î û Bahçelî di çapemeniyê de derket, got: "Ez nabêjim wê lihevkirin, merhebakirin çênebe. Ger bi rastî jdil bin û çareseriyê bixwazin, dê di nava xwe de peymaneke civakî îmze bikin. Ew ê bi hev re li ser maseyê rûnên."
 
MA/Mehmet Aslan 

Sernavên din

26/10/2024
15:57 Bi girseyî serdana şîna Dayika Aştiyê hat kirin
15:53 Tirkiyeyê êrişî Amûdê kir: 8 welatî birîndar bûn
15:32 Li Stenbol û Enqereyê hat xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan
14:45 DEM Partiyê li Semsûrê du malbat li hev anîn
14:30 Li Îzmîrê aqûbeta Cemîl Kirbayir hate pirsîn
13:47 ‘Em ê pirsîna aqûbet û faîlên windakiriyan bidomînin’
13:23 Dayikên Şemiyê: Divê zemîna şer veguhere zemîna aştiyê
11:47 Rapora têkildarî mirina Rojînê: Mîde tejî xwarin bû
11:31 Rejîma Îranê kolberek din qetil kir
10:36 ‘Tundiya sîstematîk li Evîn Demîrtaş dihat kirin’
10:20 Li Hezexê hejmara binçavkiriyan derket 9 kesan
10:20 3 jê Dayikên Aştiyê 9 kes ji girtîgehê derketin
09:28 Nesteren Davûtoglû: Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe tu pêşketin çênabe
09:03 Girtîgehê tehliyeya girtî bi ‘fikar’ dît!
09:03 Şirketa Olmez ê AKP'yî gundên Pîrejma û Herido talan dike
09:02 Avesta banga dersên kurdî dike: Serlêdana qeydan di 2'yê mijdarê de diqede
09:02 Şaredarê Nablûsa Filistînê Shakhshir: Divê dinya ji Îsraîlê re bêje bes e
09:02 Di 9 mehan de hezar û 76 jinan li dijî tundiyê serî li Baroya Amedê daye
09:02 Li Silopiya cotkarên pembû bi gazinc in
09:00 Li ‘Gerstêrka Nehemîn’ hosteyê çêkirina kişikê
09:00 Bakkalci: Nabe ku ‘mafê hêviyê’ bibe mijara bazariyê
09:00 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Divê dewlet gavên şênber biavêje
09:00 ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2024'AN
08:34 Îsraîlê êrişî Îranê kir: Hedef binesaziya drone û fuzeyan bû
25/10/2024
23:36 Bîlançoya êrişên li ser Rojava hat eşkerekiriN
22:37 Aktaş ê li Mêrdînê jiyana xwe ji dest da hate veşartin
22:22 Rêveberiya Xweser: Em bang li Koalîsyona Navneteweyî dikin ku pêşî li qirkirina Tirkiyeyê bigire
22:13 Wezîrekê YNK’yî îstîfa kir
20:54 Li Sakaryayê 2 karker mirin
19:45 Qedexeya alîgiran a ji bo maça Amedsporê hat rakirin
18:01 Di doza DÎAYDER'ê de ceza li 16 kesan hat birîn
16:37 Derbarê 9 kesên li Bilêxşe hatibûn girtin de biryara berdanê hate dayîn
16:24 Ji bo maça Amedsporê biryara qedexeya alîgiran: Em ê dernekevin maçê
16:06 Girtiya nexweş Karaguzel li Amedê hate girtin
16:01 KESK’ê xwest ku endamên wan ên hatine îxrackirin li karê wan bên vegerandin
15:34 Cenazeyê Aktaş hate teşhîskirin
14:11 Sê sal û 9 meh cezayê hefsê dan Beyoglû yê AKP’î
14:08 Saziyên sivîl ên Wanê: Temîzer ji ber nexweşiya epîlepsiyê jiyana xwe ji dest daye
13:45 Bîlançoya 3 rojan a êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
13:43 Piştî hate binçavkirin birin herêma operasyonê
13:14 Li Brukselê kongreya ‘Rêya Sûriyeya Demokratîk’
12:57 Dayika Aştiyê Oner jiyana xwe ji dest da
12:35 Jinan serdana şîn û gora Evîn Demîrtaş kirin
12:26 Parêzer di dema danişînê de hate binçavkirin
12:15 Di êrişa Îsraîlê de 3 rojnamevan hatin kuştin
11:36 NPG’ê têkildarî TUSAŞ’ê daxuyanî da
11:18 Dîmenên kêliya êrişa li dijî DEM Partiyê derketin holê
11:15 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:39 Li 31 bajaran 176 kes hatin binçavkirin
10:26 Mehmet Altan: Heke tu pirsgirêka kurd çareser nekî dê hin kesên din çareser bikin
10:15 Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin
10:02 Li Şengalê herî kêm 10 herêm hatin bombebarankirin
09:55 Kampanyaya milyonek name ya ji bo 'mafê hêviyê' yê Abdullah Ocalan
09:33 Bayramoglû: Ocalan dê pirsgirêka kurd derbasî qonaxeke pir cuda bike
09:31 Kuçeyên Wanê: Em ne gotinê, pratîkê dixwazin
09:27 Parêzerê Temîzer: Pêvajoyeke ber bi mirinê ve hat meşandin
09:00 Ev 18 sal in bi keda destên xwe teşe dide daran
09:00 25'Ê COTMEHA 2024'AN
08:41 Êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di tevahiya şevê de domiyan
07:51 Êrişî Navenda Giştî ya DEM Partiyê hate kirin
24/10/2024
22:16 Bîlançoya êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
21:16 Zana: Em bi berpirsyariyên cidî re rû bi rû ne
21:11 Ji KCK'ê daxuyaniya 'Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re'
16:43 ÎHD’ê ji Dîlokê ji bo Hatîce Onaran banga berdanê kir
16:09 Girtî Karataş piştî 31 salan hate berdan
15:33 Babacan ji îktîdarê re got: Tenê yek saeta em winda bikin tune ye
15:22 Cenazeyê Acar a hatibû îdiakirin întîhar kiriye hate veşartin
15:07 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Birêz Ocalan amade ye lê dewlet?
14:56 Tenduristvan: Divê peywira berpirsyaran bê bidawîkirin
14:54 Cenazeyê Demîrtaş a hate qetilkirin hate veşartin
14:53 ÎHD: Divê gavên pêbawer bên avêtin
14:20 Leşkeran posterên Ahmet Kaya dan jêbirin
14:17 Malbata Şenyaşar piştî 6 sal û 4 mehan şîn danî
14:16 Li Şengalê bertek nîşanî êrişên hewayî hate dayin
13:41 DBP: Sekna me ya li dijî êrişan dê berxwedan be
13:08 Serra Bucak: Divê em tevek ji bo aştiyê bixebitin û ev berpirsyariya me tevan e
12:57 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî hevdîtina li Îmraliyê daxuyanî da
12:55 Yerlîkaya nav aşkere kir
12:53 Faîlê ku Evîn Demîrtaş qetil kir 3 roj in winda ye
12:15 Mazlum Ebdî: Tirkiye sivîlan hedef digire, ev sûcê şer e
12:04 Serdana 20 girtîgehan hate kirin: Gelek binpêkirinên giran hene
12:01 HSD: Em ê li dijî van êrişan Rojava biparêzin
11:50 Rêveberiya Xweser: Dewleta tirk sûcên şer dike
11:46 Bi hinceta ‘ragihandina rêxistinî’ şandina çîrokê ya ji zarok re asteng kirin
11:30 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdanek nû kirin
11:15 Cerdevanên nexwestin biçin operasyonê daxwaznameyên îstîfayê dan
10:58 Di doza rojnameger Muftuoglû de biryara beraetê hate dayin
10:41 Girtiya ku hatibû îdiakirin întîhar kiriye jiyana xwe ji dest da
10:28 Karayilan: Aliyê kurd nabêje na lê rê nade taktîkên şerê taybet jî
10:26 DEM Partî: Divê demildest dawî li bombebarankirina li dijî qadên jiyana sivîlan bê anîn
10:10 Tehliye bi hinceta ‘halnebaşiyê’ tên astengkirin: Ezyetê li girtiyan dikin
10:05 Ji Abdullah Ocalan peyama ewil
10:03 Serokê Baroya Amedê Guleç: Destnîşankirina mafê hêviyê girîng e
09:58 Di êrişa li dijî stasyona Siwêdiyê de 8 kes hatin qetilkirin
09:54 Dayikên girtî beriya danişînê banga piştevaniyê kirin
09:13 Li Herêma Kurdistanê niha jî nîqaşên avakirina hikûmetê dest pê kirin e
09:08 Serokê Şaxa ÎMO'yê Korkmaz: Amed ji bo erdhejê ne amade ye
09:03 Di 21 rojên girtîgehê de 15 caran sewqî nexweşxaneyê hatiye kirin
09:01 Dêrik: Xeta Bêrîtan hê jî li dijî 'xiyanetê' li ber xwe dide
09:00 ROJEVA 24’Ê COTMEHA 2024’AN