Ji roja ‘azadiyê’ ya Amedê çend nîşe

  • rojane
  • 18:59 13 Cotmeh 2024
  • |

AMED - Li Amedê tevî barîkat û astengiyan berxwedana “azadiyê” tevahiya rojê berdewam kir. Bi deh hezaran azadiya Abdullah Ocalan qêriyan. 

Bertek nîşanî qedexekirina mitînga ku dihate plankirin bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, pêkhatina azadiya wî ya fizîkî û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd îro li Amedê bê lidarxistin, hate dayîn. Bi hezaran kesan berê xwe dan Amedê. Tevî hemû astengiyên polîsan girse ji çar aliyan ve herikî Amedê. Tevahiya rojê li hemû kolanên bajêr bertek nîşanî tecrîda li Îmraliyê hate dayîn. Bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Ciwan Fedayiyên Rêber Apo ne” çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin. 
 
Tevahiya rojê li bajêr tişt qewimîn: 
 
 * Tevî dorpêç û astengkirina li ber Plazaya AZC ya li semta Ofîsê bi hezaran kes kom bûn. Girseya ku ji navçeyên Rezan û Sûrê li noxteyên ber bi Qada Îstasyonê ve diçin kom bûn tu astengî nasnekirin. Kolan bi kolan bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” meşiyan. 
 
 Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir, Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari, Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Cahît Kirkazak, yek parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Rezan Sarica û birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan ên hatin ber Plazaya AZC’yê tevahiya rojê bi girseyê re li ber xwe dan.
 
 * Ciwanêwn ku hatin ber Plazaya AZC’yê rojnameya ku wêneyuê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li ser bû hilgirtin û dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kirin. 
 
* Ciwanan gelek caran gotinên endamê Konseya PKK’ê Mûrat Karayilan bi bîr xistin. 
 
* Dayik bi laçikên xwe yên sipî ku sembola aştiyê ne û bi rengên kesk û sor û zer hatibûn xemilandin hatin qadê. 
 
* Girseyê li dijî bêtehamuliya polîsan a li dijî Abdullah Ocalan bi çepik û dirûşmeyan bersiv da.  
 
* Li dijî anonsên ku polîsan ji bo dengê girseyê kêm bike kirin parlamentera DEM Partiyê Salîha Aydenîz tevahiya rojê anons kirin.  
 
* Ciwanên ku li semta Ofîsê kolan bi kolan azadiya Abdullah Ocalan qêriyan dirûşmên “Em ê cîhaneke bêyî Ocalan bi serê we de hilweşînin” , “Ciwan fedayiyên Rêber Apo ne” , “Ev der Kurdistan e, ji vir derketin nîne” û “Kurdistan xwedî li rêbertiya xwe derkeve” berz kirin. Dayikan jî bi dirûşm û çepikan piştgirî da ciwanan û ew hembêz kirin.  
 
* Li kolanên Sûrê barîkat hatin danîn û fîşekên hewayî hatin avêtin.  
 
* Li Rezanê parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan li dijî astengkirina polîsan bi megafonê bi gotina “Heta ku azadiya fizîkî ya birêz Ocalan pêk neyê û pirsgirêka kurd bi awayekî demokratîk çareser nebe em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin” bertek nîşan da. Li kolanên Rezanê ligel stranên kurdî meş hate lidarxistin. 
 
* Li Rezanê parlamenterên DEM Partiyê li dijî astengkirinan rê li trafîkê girtin û çalakiya rûniştinê li dar xistin. Di encama berxwedanê de girse ber bi Plazaya AZC’yê ve meşiya.  
 
* Girseya ji Rihayê hat li Noxteya Polîsan a Qirxalî ku di rêyên gundan de gihiştinê hate rawestandin. Girse li ser vê yekê bi peyatî kete rê dirûşmeyên “Em ê bi berxwedanê serbikevin” û “Bijî berxwedana Îmraliyê” berz kirin.  
 
* Li dijî mudaxileya polîsan parêzerekî bi gotina “Hûn li bajarê me dijminatiyê li me dikin, em nikarin li bajarê xwe berteka xwe bînin ziman” bertek nîşan da.  
 
* Wesayîtan û welatiyan piştgirî da girseya ku li bajarê polîsan li her noxteya wê barîyer û barîkat danîn li ber xwe dan.  
 
* Hemû astengî û barîkat bêencam man, li pêş plazaya AZC’yê mitîng hate lidarxistin. Bi hezaran kesên kom bûn ji pirsa Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar a “Çareseriya pirsgirêka kurd ji ku derê re derbas dibe? re bersiva “ji Îmraliyê re” dan. 
 
* Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan jî bal kişand ku bi astengkirin û qedexeyan aştî pêk nayê û ji bo çareseriyê îşaret bi Îmraliyê û Meclisê kir.  
 
* Li Amedê welatiyan bi dirûşmeyên xwe, siyasetmedaran bi peyamên xwe nîşan dan ku çareseriya pirsgirêka kurd di Îmraliyê re derbas dibe û azadiya Abdullah Ocalan hate destnîşankirin.  
 
 
 

Sernavên din

26/10/2024
15:57 Bi girseyî serdana şîna Dayika Aştiyê hat kirin
15:53 Tirkiyeyê êrişî Amûdê kir: 8 welatî birîndar bûn
15:32 Li Stenbol û Enqereyê hat xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan
14:45 DEM Partiyê li Semsûrê du malbat li hev anîn
14:30 Li Îzmîrê aqûbeta Cemîl Kirbayir hate pirsîn
13:47 ‘Em ê pirsîna aqûbet û faîlên windakiriyan bidomînin’
13:23 Dayikên Şemiyê: Divê zemîna şer veguhere zemîna aştiyê
11:47 Rapora têkildarî mirina Rojînê: Mîde tejî xwarin bû
11:31 Rejîma Îranê kolberek din qetil kir
10:36 ‘Tundiya sîstematîk li Evîn Demîrtaş dihat kirin’
10:20 Li Hezexê hejmara binçavkiriyan derket 9 kesan
10:20 3 jê Dayikên Aştiyê 9 kes ji girtîgehê derketin
09:28 Nesteren Davûtoglû: Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe tu pêşketin çênabe
09:03 Girtîgehê tehliyeya girtî bi ‘fikar’ dît!
09:03 Şirketa Olmez ê AKP'yî gundên Pîrejma û Herido talan dike
09:02 Avesta banga dersên kurdî dike: Serlêdana qeydan di 2'yê mijdarê de diqede
09:02 Şaredarê Nablûsa Filistînê Shakhshir: Divê dinya ji Îsraîlê re bêje bes e
09:02 Di 9 mehan de hezar û 76 jinan li dijî tundiyê serî li Baroya Amedê daye
09:02 Li Silopiya cotkarên pembû bi gazinc in
09:00 Li ‘Gerstêrka Nehemîn’ hosteyê çêkirina kişikê
09:00 Bakkalci: Nabe ku ‘mafê hêviyê’ bibe mijara bazariyê
09:00 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Divê dewlet gavên şênber biavêje
09:00 ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2024'AN
08:34 Îsraîlê êrişî Îranê kir: Hedef binesaziya drone û fuzeyan bû
25/10/2024
23:36 Bîlançoya êrişên li ser Rojava hat eşkerekiriN
22:37 Aktaş ê li Mêrdînê jiyana xwe ji dest da hate veşartin
22:22 Rêveberiya Xweser: Em bang li Koalîsyona Navneteweyî dikin ku pêşî li qirkirina Tirkiyeyê bigire
22:13 Wezîrekê YNK’yî îstîfa kir
20:54 Li Sakaryayê 2 karker mirin
19:45 Qedexeya alîgiran a ji bo maça Amedsporê hat rakirin
18:01 Di doza DÎAYDER'ê de ceza li 16 kesan hat birîn
16:37 Derbarê 9 kesên li Bilêxşe hatibûn girtin de biryara berdanê hate dayîn
16:24 Ji bo maça Amedsporê biryara qedexeya alîgiran: Em ê dernekevin maçê
16:06 Girtiya nexweş Karaguzel li Amedê hate girtin
16:01 KESK’ê xwest ku endamên wan ên hatine îxrackirin li karê wan bên vegerandin
15:34 Cenazeyê Aktaş hate teşhîskirin
14:11 Sê sal û 9 meh cezayê hefsê dan Beyoglû yê AKP’î
14:08 Saziyên sivîl ên Wanê: Temîzer ji ber nexweşiya epîlepsiyê jiyana xwe ji dest daye
13:45 Bîlançoya 3 rojan a êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
13:43 Piştî hate binçavkirin birin herêma operasyonê
13:14 Li Brukselê kongreya ‘Rêya Sûriyeya Demokratîk’
12:57 Dayika Aştiyê Oner jiyana xwe ji dest da
12:35 Jinan serdana şîn û gora Evîn Demîrtaş kirin
12:26 Parêzer di dema danişînê de hate binçavkirin
12:15 Di êrişa Îsraîlê de 3 rojnamevan hatin kuştin
11:36 NPG’ê têkildarî TUSAŞ’ê daxuyanî da
11:18 Dîmenên kêliya êrişa li dijî DEM Partiyê derketin holê
11:15 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:39 Li 31 bajaran 176 kes hatin binçavkirin
10:26 Mehmet Altan: Heke tu pirsgirêka kurd çareser nekî dê hin kesên din çareser bikin
10:15 Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin
10:02 Li Şengalê herî kêm 10 herêm hatin bombebarankirin
09:55 Kampanyaya milyonek name ya ji bo 'mafê hêviyê' yê Abdullah Ocalan
09:33 Bayramoglû: Ocalan dê pirsgirêka kurd derbasî qonaxeke pir cuda bike
09:31 Kuçeyên Wanê: Em ne gotinê, pratîkê dixwazin
09:27 Parêzerê Temîzer: Pêvajoyeke ber bi mirinê ve hat meşandin
09:00 Ev 18 sal in bi keda destên xwe teşe dide daran
09:00 25'Ê COTMEHA 2024'AN
08:41 Êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di tevahiya şevê de domiyan
07:51 Êrişî Navenda Giştî ya DEM Partiyê hate kirin
24/10/2024
22:16 Bîlançoya êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
21:16 Zana: Em bi berpirsyariyên cidî re rû bi rû ne
21:11 Ji KCK'ê daxuyaniya 'Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re'
16:43 ÎHD’ê ji Dîlokê ji bo Hatîce Onaran banga berdanê kir
16:09 Girtî Karataş piştî 31 salan hate berdan
15:33 Babacan ji îktîdarê re got: Tenê yek saeta em winda bikin tune ye
15:22 Cenazeyê Acar a hatibû îdiakirin întîhar kiriye hate veşartin
15:07 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Birêz Ocalan amade ye lê dewlet?
14:56 Tenduristvan: Divê peywira berpirsyaran bê bidawîkirin
14:54 Cenazeyê Demîrtaş a hate qetilkirin hate veşartin
14:53 ÎHD: Divê gavên pêbawer bên avêtin
14:20 Leşkeran posterên Ahmet Kaya dan jêbirin
14:17 Malbata Şenyaşar piştî 6 sal û 4 mehan şîn danî
14:16 Li Şengalê bertek nîşanî êrişên hewayî hate dayin
13:41 DBP: Sekna me ya li dijî êrişan dê berxwedan be
13:08 Serra Bucak: Divê em tevek ji bo aştiyê bixebitin û ev berpirsyariya me tevan e
12:57 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî hevdîtina li Îmraliyê daxuyanî da
12:55 Yerlîkaya nav aşkere kir
12:53 Faîlê ku Evîn Demîrtaş qetil kir 3 roj in winda ye
12:15 Mazlum Ebdî: Tirkiye sivîlan hedef digire, ev sûcê şer e
12:04 Serdana 20 girtîgehan hate kirin: Gelek binpêkirinên giran hene
12:01 HSD: Em ê li dijî van êrişan Rojava biparêzin
11:50 Rêveberiya Xweser: Dewleta tirk sûcên şer dike
11:46 Bi hinceta ‘ragihandina rêxistinî’ şandina çîrokê ya ji zarok re asteng kirin
11:30 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdanek nû kirin
11:15 Cerdevanên nexwestin biçin operasyonê daxwaznameyên îstîfayê dan
10:58 Di doza rojnameger Muftuoglû de biryara beraetê hate dayin
10:41 Girtiya ku hatibû îdiakirin întîhar kiriye jiyana xwe ji dest da
10:28 Karayilan: Aliyê kurd nabêje na lê rê nade taktîkên şerê taybet jî
10:26 DEM Partî: Divê demildest dawî li bombebarankirina li dijî qadên jiyana sivîlan bê anîn
10:10 Tehliye bi hinceta ‘halnebaşiyê’ tên astengkirin: Ezyetê li girtiyan dikin
10:05 Ji Abdullah Ocalan peyama ewil
10:03 Serokê Baroya Amedê Guleç: Destnîşankirina mafê hêviyê girîng e
09:58 Di êrişa li dijî stasyona Siwêdiyê de 8 kes hatin qetilkirin
09:54 Dayikên girtî beriya danişînê banga piştevaniyê kirin
09:13 Li Herêma Kurdistanê niha jî nîqaşên avakirina hikûmetê dest pê kirin e
09:08 Serokê Şaxa ÎMO'yê Korkmaz: Amed ji bo erdhejê ne amade ye
09:03 Di 21 rojên girtîgehê de 15 caran sewqî nexweşxaneyê hatiye kirin
09:01 Dêrik: Xeta Bêrîtan hê jî li dijî 'xiyanetê' li ber xwe dide
09:00 ROJEVA 24’Ê COTMEHA 2024’AN