Bi ser erdheja Wanê re 13 sal derbas bûn lê hêj jî tevdîr nehatine girtin

  • rojane
  • 11:26 22 Cotmeh 2024
  • |
img

WAN - Endezyar Mîhaîl Atîk diyar kir ku bi ser erdheja Wanê re 13 sal derbas bûn lê hêj jî tu tevdîr nehatine girtin. Atîk, got: “Li şûna tevdîran bigirin, 3 caran efûya îmarê derxistin.” 

Di 23’yê cotmeha 2011’an de li Wanê bi pileya 7.2’yê erdhej çêbû. Di erdhejê de 604 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 4 hezar kes jî birîndar bûn. Di erdhejê de 2 hezar û 262 mal, kargeh û avahî hilweiiyan an jî êdî nema dikariyan bên bikaranîn. Bi ser erdhejê re 13 sal derbas bûn lê rayedar li şûna ku tevdîran bigirin, li Wanê 3 caran “efûya îmarê” derxistin û bingeha karesatan amade kirin. 
 
Berdevkê Lijneya Koordînasyona Bajarê Wanê (ÎKK) yê Yekitiya Odeya Endezyar û Avahîsanên Tirk (TMMOB) ê serdema berê û Endezyarê Înşaetê Mîhaîl Atîk bal kişand ser “efûya îmarê” ya piştî erdhejê û got: “Sedema her mirinekê xemsarî ye.” 
 
'BO XWE JI ERDHEJAN DERSAN NAGIRIN’ 
 
Atîk, got ku ji erdhejên heta niha ders nehatine girtin û wiha got: “Beriya niha li Ebexê erdhej çêbû û windahiyên canî û malî çêbûn. Bo xwe jê ders negirtin û demekî kin piştre hate jibîrkirin. Lewma êdî tevdîr li ser guhê wan ve neman. Rêveberên Wanê zêdetir xizmetê ji berjewendiyên sermayedaran re dikin. Ev 8 sal in bajar ji hêla qeyûman ve tê birêvebirin û ew jî berjewendiyên çendek koman diparêzin. Li şûna ku bajar li dijî erdhejan saxlem bikin, tenê hinek deverên bala mitehitan dikişînin ji îmarê re vekirin.” 
 
‘XETEREYA NIHA JI YA 2011’AN MEZINTIR E’ 
 
Atîk, da zanîn ku piştî erdheja 2011’an li Wanê tu lêkolîn nehatine kirin bê ka xetên fayê li bajar hene yan na û wiha pê de çû: “Çendek meh berê pisporekê erdhejê li Wanê lêkolînek kir. Tespît kir ku di navbera rêya Wanê û Îskeleyê de xeteteke fayê ya çalak heye. Lê heta ev xeta fayê hatî tespîtkirin, sermayedar û rantxwiran gelek avahî li vir çêkirin. Ev avahî li ser xeta fayê ya çalak hatin çêkirin. Ev jî ji bo bajar xetereyeke mezin e. Di erdhejeke îxtîmalî de dibe ku em windahiyên ji erdheja 2011’an mezintir bidin.” 
 
‘GUH NADIN RÊXISTINÊN PÎŞEYÎ’
 
Atîk, got ku rêxistinên pîşeyî 13 sal in li dijî erdhejê banga tevdîran dikin û ev tişt anî ziman: “Me dît bê ka veguherîna bajar a li dijî erdhejê çiqasî girîng û lezgîn e. Me ev agahî bi saziyên têkildar re parve kir. Lê guh nedan bangawaziyên me. Heke guh bidana dê xebatek bihata kirin. Lê her tim berjewendiyên sermayedaran hatin parastin. Mînaka herî şênber jî xwe li aliyê 2’yê Nîsanê nîşan dide. Li aliyekî malên bereqe li hêla din jî malên li gorî rantê hatine çêkirin hene.” 
 
‘3 EFÛYÊN ÎMARÊ DERXISTIN’
 
Bi domdarî Atîk da zanîn ku hikûmeta demê di çarçoveya polîtîkaya rantê de 3 caran li Wanê “Efûya îmarê” derxistye û wiha bi dawî kir: “Ji bo avahiyên qaçax û metrûq efû derxistin. Li şûna avahiyên xisar gihiştiyê xurt bikin, bi efûya îmarê rûxst dan wan. Rêveberiyên herêmî dikariyan rê li ber vê bigirin û xebat bidana destpêkirin. Li dijî berjewendî û komên rantxwir divê odeyên pîşeyî, zanîngeh, rêxistinên civaka sivîl û hwd. bên gel hev û hêzekî ava bikin. Dikarin bi hev re bixebitin. Tevî xetereya erdhejê jî tevdîr nayên girtin. Me encama vê xemsariyê li Meletî, Xarpêt, Hatay û Dîlokê dît. Heke li vir erdhejeke din çêbibe dê gel bedeleke giran bide. Lewma divê tavilê tevdîr bên girtin. Divê ‘Qada kombûnê’ were avakirin û “Qadên hewînê” bên avakirin.”
 

Sernavên din

28/10/2024
10:09 Nijadperestan êrişî daweta kurdan kir: Em li vir muzîka kurdî û kurdan naxwazin
09:31 Ji Şaredariya Êlihê kreşa pirzimanî
09:25 Ji OGK'ê kargehên xweparastinê: Jiyaneke din pêkan e
09:02 Sûc tune be jî dikare bê afirandin: Hevdîtina nûçeyê ya li gor armancên rêxistinê
09:00 Parêzer Coşacak: Divê mafê hêviyê nebe qurbana siyasetê
09:00 ROJEVA 28'Ê COTMEHA 2024'AN
27/10/2024
21:23 Êrişî Garê hat kirin
19:55 Hevserokên giştî yên nû yên ESP’ê diyar bûn
16:48 Xelkê Dêrik û Amûdê li dijî êrişan daketin qadan
16:20 Komeleya Ekolojiyê ji bo zarokan çalakî li dar xist
16:19 ‘Bila qada hewayî ya Rojava ji balafirên dewleta tirk re bê girtin’
15:28 Silha malbatên Şenyaşar û Yildiz hate kirin
14:06 Hesabên medyaya dijîtal ên hunermend Rotînda hatin girtin
13:59 DEM Partiyê li Rihayê silha du malbata kir
13:51 Bakirhan: Sermuzakerevan birêz Ocalan e
13:28 Li Îsraîlê kamyonê li rawestgeha otobûsan xist: 35 kes birîndar bûn
12:48 Rêveberiya Xweser: Dewleta tirk hezar û 31 caran êriş kir û 17 kes hatin qetilkirin
11:56 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 30 navend ji xizmetê derketin
11:22 Encamnameya civîna PM’a DEM Partiyê: Divê mercên azadiyê yên Ocalan bên avakirin
11:21 Parlamentoya Iraqê dê cara dawî ji bo ‘Qanûna Statûya Şexsî’ bicive
10:56 Li Wanê ajokar nikarin debara xwe bikin: Heya pergal neguhere wê wiha be
10:54 Hejmara nû ya Kovara Jinê derçû
10:52 Bertekên li dijî êrişan: Îktîdara siyasî pêvajoyeke durû dimeşîne
09:58 Cînayeta Narîn Guran: Îdianame ji tespîtkirina faîlê rast dûr e
09:50 Rewşa girtiyê nexweş Gemîcîoglû di qonaxeke krîtîk de ye
09:30 ‘Tirkiye demildest divê ji bo 'mafê hêviyê' sererastkirinên qanûnî bike'
09:04 ‘Balafir radibin, aborî ber bi sifirê ve diçe'
09:03 16 caran êriş li ser Şengalê pêk hatin: Tirkiye li Şengal û Rojava sûcên şer dike
09:02 Albur ê astengdar hest û nêrînên xwe bi muzîkê dijenîne
09:00 ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2024'AN
08:54 Navenda Kobanê û 366 gund bêceyran man
08:50 Li Rihayê ciwanek a 18 salî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
26/10/2024
20:32 Bejahiya Eyn Îsa û Girê Spî tên topbarankirin
15:57 Bi girseyî serdana şîna Dayika Aştiyê hat kirin
15:53 Tirkiyeyê êrişî Amûdê kir: 8 welatî birîndar bûn
15:32 Li Stenbol û Enqereyê hat xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan
14:45 DEM Partiyê li Semsûrê du malbat li hev anîn
14:30 Li Îzmîrê aqûbeta Cemîl Kirbayir hate pirsîn
13:47 ‘Em ê pirsîna aqûbet û faîlên windakiriyan bidomînin’
13:23 Dayikên Şemiyê: Divê zemîna şer veguhere zemîna aştiyê
11:47 Rapora têkildarî mirina Rojînê: Mîde tejî xwarin bû
11:31 Rejîma Îranê kolberek din qetil kir
10:36 ‘Tundiya sîstematîk li Evîn Demîrtaş dihat kirin’
10:20 Li Hezexê hejmara binçavkiriyan derket 9 kesan
10:20 3 jê Dayikên Aştiyê 9 kes ji girtîgehê derketin
09:28 Nesteren Davûtoglû: Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe tu pêşketin çênabe
09:03 Girtîgehê tehliyeya girtî bi ‘fikar’ dît!
09:03 Şirketa Olmez ê AKP'yî gundên Pîrejma û Herido talan dike
09:02 Avesta banga dersên kurdî dike: Serlêdana qeydan di 2'yê mijdarê de diqede
09:02 Şaredarê Nablûsa Filistînê Shakhshir: Divê dinya ji Îsraîlê re bêje bes e
09:02 Di 9 mehan de hezar û 76 jinan li dijî tundiyê serî li Baroya Amedê daye
09:02 Li Silopiya cotkarên pembû bi gazinc in
09:00 Li ‘Gerstêrka Nehemîn’ hosteyê çêkirina kişikê
09:00 Bakkalci: Nabe ku ‘mafê hêviyê’ bibe mijara bazariyê
09:00 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Divê dewlet gavên şênber biavêje
09:00 ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2024'AN
08:34 Îsraîlê êrişî Îranê kir: Hedef binesaziya drone û fuzeyan bû
25/10/2024
23:36 Bîlançoya êrişên li ser Rojava hat eşkerekiriN
22:37 Aktaş ê li Mêrdînê jiyana xwe ji dest da hate veşartin
22:22 Rêveberiya Xweser: Em bang li Koalîsyona Navneteweyî dikin ku pêşî li qirkirina Tirkiyeyê bigire
22:13 Wezîrekê YNK’yî îstîfa kir
20:54 Li Sakaryayê 2 karker mirin
19:45 Qedexeya alîgiran a ji bo maça Amedsporê hat rakirin
18:01 Di doza DÎAYDER'ê de ceza li 16 kesan hat birîn
16:37 Derbarê 9 kesên li Bilêxşe hatibûn girtin de biryara berdanê hate dayîn
16:24 Ji bo maça Amedsporê biryara qedexeya alîgiran: Em ê dernekevin maçê
16:06 Girtiya nexweş Karaguzel li Amedê hate girtin
16:01 KESK’ê xwest ku endamên wan ên hatine îxrackirin li karê wan bên vegerandin
15:34 Cenazeyê Aktaş hate teşhîskirin
14:11 Sê sal û 9 meh cezayê hefsê dan Beyoglû yê AKP’î
14:08 Saziyên sivîl ên Wanê: Temîzer ji ber nexweşiya epîlepsiyê jiyana xwe ji dest daye
13:45 Bîlançoya 3 rojan a êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
13:43 Piştî hate binçavkirin birin herêma operasyonê
13:14 Li Brukselê kongreya ‘Rêya Sûriyeya Demokratîk’
12:57 Dayika Aştiyê Oner jiyana xwe ji dest da
12:35 Jinan serdana şîn û gora Evîn Demîrtaş kirin
12:26 Parêzer di dema danişînê de hate binçavkirin
12:15 Di êrişa Îsraîlê de 3 rojnamevan hatin kuştin
11:36 NPG’ê têkildarî TUSAŞ’ê daxuyanî da
11:18 Dîmenên kêliya êrişa li dijî DEM Partiyê derketin holê
11:15 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:39 Li 31 bajaran 176 kes hatin binçavkirin
10:26 Mehmet Altan: Heke tu pirsgirêka kurd çareser nekî dê hin kesên din çareser bikin
10:15 Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin
10:02 Li Şengalê herî kêm 10 herêm hatin bombebarankirin
09:55 Kampanyaya milyonek name ya ji bo 'mafê hêviyê' yê Abdullah Ocalan
09:33 Bayramoglû: Ocalan dê pirsgirêka kurd derbasî qonaxeke pir cuda bike
09:31 Kuçeyên Wanê: Em ne gotinê, pratîkê dixwazin
09:27 Parêzerê Temîzer: Pêvajoyeke ber bi mirinê ve hat meşandin
09:00 Ev 18 sal in bi keda destên xwe teşe dide daran
09:00 25'Ê COTMEHA 2024'AN
08:41 Êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di tevahiya şevê de domiyan
07:51 Êrişî Navenda Giştî ya DEM Partiyê hate kirin
24/10/2024
22:16 Bîlançoya êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
21:16 Zana: Em bi berpirsyariyên cidî re rû bi rû ne
21:11 Ji KCK'ê daxuyaniya 'Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re'
16:43 ÎHD’ê ji Dîlokê ji bo Hatîce Onaran banga berdanê kir
16:09 Girtî Karataş piştî 31 salan hate berdan
15:33 Babacan ji îktîdarê re got: Tenê yek saeta em winda bikin tune ye
15:22 Cenazeyê Acar a hatibû îdiakirin întîhar kiriye hate veşartin