NAVENDA NÛÇEYAN - Gelek welatiyên ji bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ber bi Bendava Tişrînê ve ku şer û pevçûnên dijwar lê diqewimin ve diherikin.
Ji 27’ê Mijdarê heta niha êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) jî li dijî van êrişan li ber xwe didin. Êrişên ser Bendava Tişrînê di roja 33’yemîn de didomin. Bi hezaran kesên ji kantonên Tebqa, Reqa, Cizîr û Firatê berê xwe dan bendavê jî di roja 3’yemîn de nobeta xwe didomînin.
Hat zanîn ku ji bajarên Rêveberiya Xweser gelek kesên din ber bi Bendava Tişrînê ve ketin rê. Gelek welatiyên Kantona Cizîrê di saetên serê sibehê de ji bo parastina Bendava Tişrînê bi rê ketin. Bi sedan welatiyên ji bajarên Hesekê, Til Temir, Zirgan, Dirbêsiyê, Amûdê û Şedadê ber bi Bendava Tişrînê ve bi rê ketin.
TIL TEMIR
Gelek kesên li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê hatin gel hev, ji bo biçin Bendava Tişrînê ber bi Hesekê ve bi rê ketin.
DIRBÊSIYE Û ZIRGAN
Bi dehan şêniyên bajarê Dirbêsiyê jî ji pêşiya Navenda Çand û Hunerê hatin gel hev, ber bi Hesekê ve bi rê ketin. Xelkê Zirganê jî tevî karwanê xelkê Dirbêsiyê berê xwe da Hesekê.
AMÛDÊ
Karwanê şêniyên bajarê Amûdê jî yekser berê xwe da Çerxerêya Panorama ya li bajarê Hesekê.
ŞEDADÊ
Li bajarê Şedadê jî bi sedan kesî berê xwe da bajarê Erîşê û bi karwanê xelkê Erîşeyê re berê xwe da Hesekê.
HESEKÊ
Şêniyên bajarê Hesekê li Çerxerêya Panorama ya li başûrê bajar kom bûn û beşdarî karwanên xelkên ji bajarên din ên Cizîrê bûn. Karwanên gel ên ji wan bajaran ku li Hesekê gihiştin hev, ber bi Bendava Tişrînê ve bi rê ketin.