Li nexweşxaneya Elkê ne bijîşk ne jî alav hene!

  • rojane
  • 09:03 23 Cotmeh 2024
  • |

ŞIRNEX - Li Nexweşxaneya Elkê ne bijîşk ne jî alavên tenduristiyê hene. Hevserokê Şaxa SES’a Şirnexê Samet Kaya got ku li Elkê mafê tenduristiyê yê gel tê binpêkirin. Ji şêniyên navçeyê Ahmet Ataman jî got ku ji ber mudaxile nehate kirin, hevjîna wî felc bûye.

Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê di sala 2013’an de ji bo Nexweşxaneya Dewletê ya Elkê ya Şirnexê rapora “Ji bo erdhejê guncav nîne” da. Lê tevî raporê jî nexweşxanêe bi salaye tê bikaranîn. Piştî erdhejên 6’ê Sibatê yên navenda wan Mereşê jî biryara hate dayin ku tavilê bê hilweşandin. Bi biryarê re nexweşxane veguhestin dibistaneke navçeyê û hêj niha jî li wir xizmetê dide. Ji bo çêkirina nexweşxaneyeke nû Wezareta Tenduristiyê gelek caran îhale vekir û herî dawî kete ber îhaleyê û çêkirina wê dest pê kir. 
 
Li nexweşxaneya behsa xeberê ya heyî hejmara bijîşkan û alavên tedawiyê pir kêm in lewma pêdiviyên welatiyan nayên cîbicîkirin. Nexweşên rewşa wan giran sewqî cihê herî nêz anku Şirnexa ku 169 kîlometreyan dûrî navçeyê. Hem rê hem jî dema zêde xetereyê li ser jiyana welatiyan çêdike. 
 
 Hevserokê Şaxa SES’a Şirnexê Samet Kaya 
 
BINPÊKIRINA MAFÊ TENDURISTIYÊ YE
 
Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) a Şirnexê Samet Kaya têkildarî rewşê axivî. Kaya, diyar kir ku ji bo bijîşk ji Nexweşxaneya Dewletê ya Elkê re bên şandin wan gelek caran serlêdan kirine. Kaya, wiha got: “Em dixwazin ku dema nexweşxaneya nû hate çêkirin, kêmasiya di hejmara bijîşkan de bê çareserkirin.” Kaya, nebûna bijîşk û alavên tenduristiyê weke “Binpêkirina mafê tenduristiyê” nirxand û wiha pê de çû: “Nebûna bijîşkan, sewqkirina nexweşan zêde dike. Ev rewş, ji bo welatiyên nexweş xetere ye. Ji ber ku nexweşxaneya navendî ya herî nêz 3 saetan dûr e. Heke bijîşkan neşînin, wateya vekirina nexweşxaneya nû jî namîne. Dê kêmasiytên di xizmetên tenduristiyê de bidomin û tedawî neyê kirin. Ji ber vê pirsgirêkê, gelek welatî ji bo tedawiyê koçî cihên cuda dikin. Hewceye beşên nû bên vekirin, hejmara bijîşkan û xebatkarên tenduristiyê bên zêdekirin.”
 
‘NAVÊ WÊ HEYE LÊ NEXWEŞXANE TUNE YE’
 
Ji şêniyên navçeyê Ahmet Ataman (78) da zanîn ku ji ber nexweşiyan sewqî Enqereyê hatiye kirin. Ataman, xwest pirsgirêka wan a nexweşxaneyê demildest bê çareserkirin. Ataman, wiha domand: “Nexweşiya KOAH’ê û gelek nexweşiyên min ên cuda hene. Demara stûyê min xitimî ye lewma diçim Enqereyê. Li vir ne bijîşk ne jî alav hene. Lewma nikarin derman bibin. Navê nexweşxanê heye lê nexweşxane nîne. Kî diçe sewqî nexweşxaneyên derdorê dikikn. Dema rewşekî lezgîn çêdibe dişînin Şirnexê û ev jî xetere ye. Divê nexweşxane wiha nebin.”
 
‘JI BO NEXWEŞAN XETEREYEKE MEZIN E’
 
Ataman, da zanîn ku hevjîna wî ji ber ku mudaxileya lêzgîn nehate kirin felcê lê da û axaftina xwe wiha qedand: “Serê mirov jî biêşe dişînin Şirnexê. Ma nexweşxaneyeke wiha hebe çi ye nebe çi ye. Hevjîna min xwin çû ser mejiyê wê. Bêyî mudaxile bikin şandin Şirnexê. Ambulans tune bû lewma em li bendê man. Heta ambulans hatî em çûn Nexweşxaneya Şirnexê. Gelek dem derbas bû û felcê li hevjîna min da. Heke mudaxile zû bihata kirin dê wisa nedibû. Ev pirsgirêkeke mezin e. Divê bijîşk û alavan bînin nexweşxaneya me. Heke bijîşk û alav tune bin, ma nexweşxane bi kêrî çi tê?” 
 
MA / Mahmût Altintaş
 

Sernavên din

28/10/2024
10:09 Nijadperestan êrişî daweta kurdan kir: Em li vir muzîka kurdî û kurdan naxwazin
09:31 Ji Şaredariya Êlihê kreşa pirzimanî
09:25 Ji OGK'ê kargehên xweparastinê: Jiyaneke din pêkan e
09:02 Sûc tune be jî dikare bê afirandin: Hevdîtina nûçeyê ya li gor armancên rêxistinê
09:00 Parêzer Coşacak: Divê mafê hêviyê nebe qurbana siyasetê
09:00 ROJEVA 28'Ê COTMEHA 2024'AN
27/10/2024
21:23 Êrişî Garê hat kirin
19:55 Hevserokên giştî yên nû yên ESP’ê diyar bûn
16:48 Xelkê Dêrik û Amûdê li dijî êrişan daketin qadan
16:20 Komeleya Ekolojiyê ji bo zarokan çalakî li dar xist
16:19 ‘Bila qada hewayî ya Rojava ji balafirên dewleta tirk re bê girtin’
15:28 Silha malbatên Şenyaşar û Yildiz hate kirin
14:06 Hesabên medyaya dijîtal ên hunermend Rotînda hatin girtin
13:59 DEM Partiyê li Rihayê silha du malbata kir
13:51 Bakirhan: Sermuzakerevan birêz Ocalan e
13:28 Li Îsraîlê kamyonê li rawestgeha otobûsan xist: 35 kes birîndar bûn
12:48 Rêveberiya Xweser: Dewleta tirk hezar û 31 caran êriş kir û 17 kes hatin qetilkirin
11:56 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 30 navend ji xizmetê derketin
11:22 Encamnameya civîna PM’a DEM Partiyê: Divê mercên azadiyê yên Ocalan bên avakirin
11:21 Parlamentoya Iraqê dê cara dawî ji bo ‘Qanûna Statûya Şexsî’ bicive
10:56 Li Wanê ajokar nikarin debara xwe bikin: Heya pergal neguhere wê wiha be
10:54 Hejmara nû ya Kovara Jinê derçû
10:52 Bertekên li dijî êrişan: Îktîdara siyasî pêvajoyeke durû dimeşîne
09:58 Cînayeta Narîn Guran: Îdianame ji tespîtkirina faîlê rast dûr e
09:50 Rewşa girtiyê nexweş Gemîcîoglû di qonaxeke krîtîk de ye
09:30 ‘Tirkiye demildest divê ji bo 'mafê hêviyê' sererastkirinên qanûnî bike'
09:04 ‘Balafir radibin, aborî ber bi sifirê ve diçe'
09:03 16 caran êriş li ser Şengalê pêk hatin: Tirkiye li Şengal û Rojava sûcên şer dike
09:02 Albur ê astengdar hest û nêrînên xwe bi muzîkê dijenîne
09:00 ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2024'AN
08:54 Navenda Kobanê û 366 gund bêceyran man
08:50 Li Rihayê ciwanek a 18 salî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
26/10/2024
20:32 Bejahiya Eyn Îsa û Girê Spî tên topbarankirin
15:57 Bi girseyî serdana şîna Dayika Aştiyê hat kirin
15:53 Tirkiyeyê êrişî Amûdê kir: 8 welatî birîndar bûn
15:32 Li Stenbol û Enqereyê hat xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan
14:45 DEM Partiyê li Semsûrê du malbat li hev anîn
14:30 Li Îzmîrê aqûbeta Cemîl Kirbayir hate pirsîn
13:47 ‘Em ê pirsîna aqûbet û faîlên windakiriyan bidomînin’
13:23 Dayikên Şemiyê: Divê zemîna şer veguhere zemîna aştiyê
11:47 Rapora têkildarî mirina Rojînê: Mîde tejî xwarin bû
11:31 Rejîma Îranê kolberek din qetil kir
10:36 ‘Tundiya sîstematîk li Evîn Demîrtaş dihat kirin’
10:20 Li Hezexê hejmara binçavkiriyan derket 9 kesan
10:20 3 jê Dayikên Aştiyê 9 kes ji girtîgehê derketin
09:28 Nesteren Davûtoglû: Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe tu pêşketin çênabe
09:03 Girtîgehê tehliyeya girtî bi ‘fikar’ dît!
09:03 Şirketa Olmez ê AKP'yî gundên Pîrejma û Herido talan dike
09:02 Avesta banga dersên kurdî dike: Serlêdana qeydan di 2'yê mijdarê de diqede
09:02 Şaredarê Nablûsa Filistînê Shakhshir: Divê dinya ji Îsraîlê re bêje bes e
09:02 Di 9 mehan de hezar û 76 jinan li dijî tundiyê serî li Baroya Amedê daye
09:02 Li Silopiya cotkarên pembû bi gazinc in
09:00 Li ‘Gerstêrka Nehemîn’ hosteyê çêkirina kişikê
09:00 Bakkalci: Nabe ku ‘mafê hêviyê’ bibe mijara bazariyê
09:00 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Divê dewlet gavên şênber biavêje
09:00 ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2024'AN
08:34 Îsraîlê êrişî Îranê kir: Hedef binesaziya drone û fuzeyan bû
25/10/2024
23:36 Bîlançoya êrişên li ser Rojava hat eşkerekiriN
22:37 Aktaş ê li Mêrdînê jiyana xwe ji dest da hate veşartin
22:22 Rêveberiya Xweser: Em bang li Koalîsyona Navneteweyî dikin ku pêşî li qirkirina Tirkiyeyê bigire
22:13 Wezîrekê YNK’yî îstîfa kir
20:54 Li Sakaryayê 2 karker mirin
19:45 Qedexeya alîgiran a ji bo maça Amedsporê hat rakirin
18:01 Di doza DÎAYDER'ê de ceza li 16 kesan hat birîn
16:37 Derbarê 9 kesên li Bilêxşe hatibûn girtin de biryara berdanê hate dayîn
16:24 Ji bo maça Amedsporê biryara qedexeya alîgiran: Em ê dernekevin maçê
16:06 Girtiya nexweş Karaguzel li Amedê hate girtin
16:01 KESK’ê xwest ku endamên wan ên hatine îxrackirin li karê wan bên vegerandin
15:34 Cenazeyê Aktaş hate teşhîskirin
14:11 Sê sal û 9 meh cezayê hefsê dan Beyoglû yê AKP’î
14:08 Saziyên sivîl ên Wanê: Temîzer ji ber nexweşiya epîlepsiyê jiyana xwe ji dest daye
13:45 Bîlançoya 3 rojan a êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
13:43 Piştî hate binçavkirin birin herêma operasyonê
13:14 Li Brukselê kongreya ‘Rêya Sûriyeya Demokratîk’
12:57 Dayika Aştiyê Oner jiyana xwe ji dest da
12:35 Jinan serdana şîn û gora Evîn Demîrtaş kirin
12:26 Parêzer di dema danişînê de hate binçavkirin
12:15 Di êrişa Îsraîlê de 3 rojnamevan hatin kuştin
11:36 NPG’ê têkildarî TUSAŞ’ê daxuyanî da
11:18 Dîmenên kêliya êrişa li dijî DEM Partiyê derketin holê
11:15 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:39 Li 31 bajaran 176 kes hatin binçavkirin
10:26 Mehmet Altan: Heke tu pirsgirêka kurd çareser nekî dê hin kesên din çareser bikin
10:15 Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin
10:02 Li Şengalê herî kêm 10 herêm hatin bombebarankirin
09:55 Kampanyaya milyonek name ya ji bo 'mafê hêviyê' yê Abdullah Ocalan
09:33 Bayramoglû: Ocalan dê pirsgirêka kurd derbasî qonaxeke pir cuda bike
09:31 Kuçeyên Wanê: Em ne gotinê, pratîkê dixwazin
09:27 Parêzerê Temîzer: Pêvajoyeke ber bi mirinê ve hat meşandin
09:00 Ev 18 sal in bi keda destên xwe teşe dide daran
09:00 25'Ê COTMEHA 2024'AN
08:41 Êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di tevahiya şevê de domiyan
07:51 Êrişî Navenda Giştî ya DEM Partiyê hate kirin
24/10/2024
22:16 Bîlançoya êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
21:16 Zana: Em bi berpirsyariyên cidî re rû bi rû ne
21:11 Ji KCK'ê daxuyaniya 'Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re'
16:43 ÎHD’ê ji Dîlokê ji bo Hatîce Onaran banga berdanê kir
16:09 Girtî Karataş piştî 31 salan hate berdan
15:33 Babacan ji îktîdarê re got: Tenê yek saeta em winda bikin tune ye
15:22 Cenazeyê Acar a hatibû îdiakirin întîhar kiriye hate veşartin