Ji ber fabrîqe û makîneyan karê necariyê tune dibe

ŞIRNEX - Ji ber ku berhemên fabrîqeyan behtir tên tercîhkirin, berhemên ku bi destan tên çêkirin bêqîmet dimînin. Pîşeya necarî ku berê rastî eleqeyeke mezin dihat êdî eleqeya ji bo wê kêm bûye û bi tunebûnê re rû bi rû maye. 

Pergala kapîtalîzmê ku roj bi roj bi pêş ve diçe û li seranserî cihanê belav bûye, dibe sedema ku gelek pîşeyên ku bi salane didomin û heta roja me ya îro hatin bên qedandin. Bi pirbûna fabrîqe û makîneyan, karên bi destan tên çêkirin jî hatine asta xelasbûnê. Yek jî ji van karan jî necarî ye. Necarî ku xwedî dîrokeke kevnare ye niha ber bi tunebûnê ye. Ji berê her karek û amûrek  bi keda destan dihat kirin û ji ber wê jî elaqayeke mezin li dijî  necaran hebû. Lê  niha ji ber ku her tişt bi makînayan tê çêkirin keda bi sedên salane xelas ber bi qedandinê ve diçe. Li Sûka Tarî ya dîrokî ya li navçeya Cizîra Şirnexê ku beriya niha bi necaran tije bû lê niha hema bêje kesên ku vî karî bikin nemane. 
 
Necarên ku li sûkê bi salane vî karî dikin diyar kirin ku ew heqê keda destê xwe nagirin û gotin ku pîşeya ku ji pêşiyên wan ji bo wan maye ro bi ro tune dibe. 
 
55 SAL IN BI NECARIYÊ DEBARA XWE DIKE
 
Fadil Harman ê ku yek ji hosteyên necariyê ye 55 sal in debara xwe bi necariyê dike. Harman bi daran, landik, tîr û alavên cuda çêdike. Harman bi lêv kir ku li gel  zêdebûna fabrîqeyan karê wî kêm bûye û wiha axivî: "Ez li cem hosteyekî hînî vî karî bûm. Min di sala 1972'yan de dikana xwe vekir. Wê demê min derî, pencere û dolab çêdikirin. Lê belê bi zêdebûna fabrîqeyan re êdî eleqeya ji bo karê me kêm bûye û weke berê karê me nameşe. Lê dîsa jî ez debara xwe bi necariyê dikim. Berê pir baş bû û me heqê keda destê xwe digirt. Her wiha eleqeyeke mezin jî nîşanî me didan. Lê niha her tişt bûye makîne û bêtirin eleqeyê nîşanî amûrê makîneyan didin. Ji ber vê yekê jî weke berê kar nayê kirin."
 
EV 3 NIFŞ IN NECARIYÊ DIKIN
 
Metîn Şenturk jî ku yek ji hostayên necariyeyê ye anî ziman ku wî pîşeya necariyê ji bapîr û bavê xwe hîn bûye û diyar kir ku bi zêdebûna makîneyan re eleqe kêm bûye û got: "Bapîr bavê min di vê dikanê  de necarî kir û niha jî ez dikim. Lê zarokên min ne bawerim ku  necariyê bikin. Ji berê karê me pir baş bû lê niha ne wisayê. Êdî weke berê kar bi rê ve naçe. Berê her tişt bi destan dihat çêkirin, daxwaz pir zêde bû. Lê niha her tişt bi makîneyê tê kirin û tu eleqayek jî ji necariyê re nemaye. Her tişt biha bûye. Krîzeke aborî heye. Ji ber wê debar jî zehmet bûye. Landikên ku em çêdikin li gorî ên fabrîqeyan hem saxlamtir û hem jî ji bo tenduristiya mirov baştirin. Yên me bi daran tên çêkirin, lê yên fabrîqeyan ji plastîk tê çêkirin. Ji ber wê jî weke ya me nabe."
 
'KAR KÊM BÛYE'
 
Sayit Begen ê ku pîşeya necarî ya ku ji bavê xwe wergirtiye didomîne diyar kir ku ew 50 sal e karê necariyê dike û ev yek anî ziman: "Berê me keştî, derî, pace û dolab çêdikirin. Lê niha hemû tişt bûye makîne û em tenê landik û alavên ku di malan de tên bikaranîn çêdikin. Weke berê daxwaz tune ye. Êdî berhemên makîneyan bêtir tên tercîhkirin. Ji ber vê jî karê me ne weke berê ye. Lê berhemên ku em bi daran çêdikin ji yên fabrîqeyan saxlamtir û baştir in. Gelek zarok bi stranên ku di van dandikan de guhdar kirine mezin bûne. Gelo ev landikên fabrîqeyan dikarin cihê van bigrin, na ne bawerim. Her wiha krîzeke aborî heye û ji ber krîza aborî jî weke berê em nikarin debara xwe bikin."
 
'EM BI ZORÊ KIRÊYA XWE DIDIN'
 
Abdurrahman Çaglak ê ku 64 sal in karê necariyê dike jî bi lêv kir ku ew ji bavê xwe hînî necariyê bû ye û got: "Dema beerê karê me pir baş bû. Lê niha ne weke berê ye. Krîza aborî û bihabûnê jî bandoreke mezin li ser me kir. Dikana min kirê ye. Ez kiriya xwe jî bi zorê didim. Em nikarin debara xwe bikim. Her tişt 4 qat zêde bûye. Her tişt pir biha ye. Em pir zehmetiyê dikşînin. Berê pir xweş bû, hem kar hebû û hem jî ewqasî bihabûn tûne bû. Lê niha ne wisa ye."
 
MA / Mahmut Altintaş 
 

Sernavên din

15/11/2024
11:20 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:52 Çakmak: Hevdîtinek nayê wateya bidawîbûna tecrîdê
10:19 Li Stenbolê zarokek hate girtin
10:17 Bayindir: Divê kesên azadî û demokrasiyê dixwazin tev li mitîngê bibin
09:52 Li Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin
09:51 Hevserokê KON-MED’ê Gok: Ji bo azadiyê em tev li mitînga Kolnê bibin
09:36 Di Doza Qontaxê de polîs hatibû girtin: Ji dozgerê Dadgeha Bilind daxwaza ‘awarte’
09:03 'Dosyeya ku di sala 2019'an de wekî sedema tayînkirina qeyûm hat nîşandan bi beraetê bi encam bû'
09:02 Girtî Serhat: Em bi pêkanînê 12'ê Îlonê re rû bi rû ne
09:01 Sonuk: Armanc birêvebirina civakeke yekreng, yekzayend û yekaqilî ye
Demîr: Qeyûm polîtîkaya dijminatiyê ya li hemberî kurdan e
09:00 Rojnamevan Duran: Tirkiye muzakereyê nake, dibêje 'teslîm bibin yan na em ê bişewitînin'
09:00 ROJEVA 15’Ê MIJDARA 2024’AN
14/11/2024
21:23 Gemîcîoglû hat berdan: 21 roj in li nexweşxaneyê ye
16:48 Baroyên bakurê Kurdistanê li Mêrdînê ne: Qeyûman paşve bikişînin
16:02 Li Wanê di 10 mehan de 10 jinan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan
16:01 Şaredariyên Wan û Tûşbayê li dijî tundiyê belgeya helwestê îmze kirin
15:32 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li Amerîkaya Latîn kampanya hat destpêkirin
15:07 Danişîna doza ‘Meşa azadiyê’ hate taloqkirin
14:48 Ji bo jinên hatin qetilkirin şitil hatin danîn
14:36 DEM Partiyê bang kir: Werin ji bo aştiyeke birûmet em berpirsyartiyê li xwe bigirin
14:09 Li Êlihê ji bo 17’ê mijdarê bang: Ji bo parastina azadiyê em li qadan bin
13:46 Bi hinceta konserê derheqê Şaredariya Beykozê de lêpirsîn hate destpêkirin
13:45 Tîryakî: 11 roj in hêj biryara qeyûm nehatiye teblîxkirin
13:20 Berxwedana Xelfetiyê ya li dijî qeyûm didome
12:56 Tehliyeya Karak ê 29 sal in girtî ye 6 salên din taloq kirin
12:49 DAD: Bila cihê gora Seyîd Riza û hevalên wî bên eşkerekirin
12:33 Ji baroyan berteka hevpar: Qeyûm ne hiqûqî ne ne jî rewa ne
12:20 Li pêşiya Wezareta Karên Hundir çalakî: AKP’ê derbe kir
11:40 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:39 Sekreterê Yekîtiya Partîzanên Îtalyayê: Ji bo çareseriyê divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:14 Diljen Ronî ku konsera wî hat betalkirin: Dest ji vê helwesta dudilî berdin
09:04 Wê qeyûm li Stenbolê bi hevdîtina gel bê protestokirin
09:03 Serokê Giştî yê ÎHD'ê Kuçukbalaban: Ji bo biçin Îmraliyê dê serlêdanê bikin
09:01 Amadekariyên mîtînga 'azadiyê' didomin: Em bi ruhê seferberiyê beşdar bibin
09:00 ROJEVA 14'Ê MIJDARA 2024'AN
13/11/2024
21:43 Li Cenevreyê ji bo Abdullah Ocalan çalakî
16:17 Li Dêrsimê polîsek mir
16:07 ÎHD’ê kampanyaya ‘şandina pereyan a ji girtîgeh re sûc nîne’ da destpêkirin
15:15 Li gelek bajaran banga ‘bûdçeya ji bo ked û edaletê’ hate kirin
14:54 Têkildarî kuştina Çitay 3 polîs ji peywirê hatin dûrxistin
14:45 ‘Sîxûriya tesîrkirinê’ ji pêşniyarqanûnê hate derxistin
14:32 Baroya Wanê têkildarî tundiya li zarokan hatiye kirin serlêdana sûc kir
13:53 Di berxwedana Êlihê de ji bo mitînga 17’ê mijdarê bang hate kirin
13:36 Li Sêweregê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
13:33 Lêkolîna qadê: Hilbijêrên kurd qeyûm naxwazin
13:30 Li Wanê bi ser malan de hate girtin
13:21 DEM Partî: Zimanê kurdî xeta jêneveger e û divê bibe zimanê perwerdeyê
13:01 Ji Dîlokê bo piştevaniyê hatin Xelfetiyê
12:58 Girtiyan name şandin: Sewqên me nayên kirin, gef li me tên xwarin
12:51 Hevşaredaran starta kampanyaya ‘Gotina me xelas nebûye’ dan
11:15 Rapor nedan girtiyê ji hêla gardiyanan ve hatiye derbkirin
10:58 Mamosteya li dijî xespkirina îradeyê têdikoşe: Ez xwedî li dengê xwe derdikevim
10:20 AYM’ê redkirina serlêdana ‘şertên nebaş’ weke ‘binpêkirin’ qebûl kir
09:51 Ji bo faîlê Hîlal Kar cezayê muebbeta girankirî hat xwestin
09:37 Ji ber ‘Meşa Azadiyê ya Mezin’ doz li 29 kesan hate vekirin
09:36 Dosyeya rojnameger Tara û Behadîn radestî Nûnertiya YE’yê hate kirin
09:34 Demîrel: Ma hûn dê bi tayînkirina qeyûman pirsgirêka kurd çareser bikin?
09:04 Çiyayên Cûdî û Gabarê bi dînamîtan tên tunekirin
09:04 Banga ji bo meşa li Kolnê: Em ê vîna gelê kurd nîşanî cîhanê bidin
09:04 Girtiyên jehrî bûn nehatin dermankirin
09:02 Banga ji bo mîtînga 17'ê Mijdarê: Em tecrîdê bişikînin û qeyûm bişînin
09:00 ROJEVA 13'Ê MIJDARA 2024'AN
12/11/2024
19:26 Edîp Solmaz hat bibîranîn: Ruhê berxwedanê li qadan e
16:34 Di doza ‘biaxive tu ji ku yî?’ de biryara beraetê hate dayin
15:59 Dadgeha Bilind biryara ‘Doza Qontaxê’ erê kir: Polîs hate girtin
15:37 Nobetên li dijî xespkirina îradeyê yên li Êlih û Xelfetiyê didomin
15:28 Ji bo bîranîna Narîn, Rojîn û Şirînê şitil hatin danîn
15:20 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê alîkarî da Samandagê
15:17 Bakirhan: Em dixwazin bi hemû partiyên siyasî yên li Meclisê re hevdîtinê bikin
15:12 Li 10 navçeyên Wanê berteka li dijî qeyûm: Em têkoşîna hevpar mezin bikin
14:27 Demîr piştî 30 salan hate berdan
13:50 Girtiyê nexweş Gemîcîoglû êdî bîra xwe winda dike
13:24 PSD’ê bertek nîşanî qeyûm da: Bi sedemên siyasî tên tayînkirin
13:15 Li Mêrdînê bi hinceta ‘ewlehiyê’ nahêlin gel biçe parkê
12:48 Bakirhan: Çareserî li Amed û Enqereyê ye
12:38 Emîne Şenyaşar tev li nobeta li dijî qeyûm a li Xelfetiyê bû
12:31 Êrişên ser Çapemeniya Azad dê li Tunela Taksîmê bên protestokirin
12:30 Li Girtîgeha Şirnexê malbat nikarin silavê bidin girtiyan
12:15 Parêzerên doza Narîn Guranê: Nakokiyên heyî nehatin zelalkirin
11:21 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:21 Muzîkjen Wecker ji bo azadiya Abdullah Ocalan bang kir
11:15 Qeyûm bi pereyê xelkê Mêrdînê rêyên Kirklareliyê çêkiriye
10:41 Doza aktîvîstên TJA’yê hate taloqkirin
10:40 Rapora Dîwana Çavdêriya Darayî: Qeyûm, MARSU xistiye nav çirava deynan!
10:14 Rojnameger Ulug: Li Rojhilata Navîn kurd hêzeke sereke ne
09:52 Berteka li dijî zextên li ser rojnamevanan: Bêdengî erêkirin e
09:03 Nîzamettîn Kabaîş: Bila rapora otopsiyê ya Rojînê bê eşkerekirin
09:02 Ên govend gerandin jî û yên negerandin jî 'sûcdar' in
09:00 Bi 12 kesan hat parastin, bi hezaran kesan hat rizgarkirin
09:00 ROJEVA 12’Ê MIJDARA 2024’AN
08:55 Ciwanan li Cizîrê qeyûm protesto kirin
08:53 Ji bo gelek bajarên Serhedê hişyariya barîna zêde hate kirin
11/11/2024
16:49 Li Şirnexê starta 25’ê Mijdarê hate dayin
16:01 Li Amedê loqenteyeke din a gel hate vekirin
15:58 Li Amedê bi tevlibûna gel civîna meclisa şaredariyê hat kirin
15:47 Tunç têkildarî ‘Mafê hêviyê’ got: Mijarên li Meclisê tên axaftin in
15:41 Hevşaredar Karayilan bertek nîşanî Erdogan da
14:56 Tundiya polîsan xistin rojeva Meclisê
14:50 Silava Abdullah Ocalan gihand berxwedêran
13:41 Nobeta li Xelfetiyê di roja 8’an de ye: Ji bo mitînga 17’ê mijdarê bang kirin