Koçyîgît: Îroj roja berxwedanê ye

  • rojane
  • 11:32 4 Mijdar 2024
  • |

ENQERE - Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît têkildarî tayînkirina qeyûman wiha got: “Îroj roja berxwedana li dijî qeyûman e. Îroj roja têkoşîna ji bo demokrasiyê ye.” 

Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît li Meclisê têkildarî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û şaredariyên Êlih û Xelfetî ya Rihayê daxuyanî da.  
 
Koçyîgît der barê tayînkirina qeyûman û hewldanên dawî de nirxandin kir û wiha got: “Îro 4’ê Mijdarê ye û dîsa em bi bêhiqûqiyekê hişyar bûn. Dîsa di 4’ê mijdara 2016’an de li dijî HDP’ê operasyona siyasî pêk hatibû. Qirkirina siyasî pêk hatibû. Di vê operasyonê de Hevserokên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selehattîn Demîrtaş jî di navde gelek wekîl hatibûn binçavkirin û girtin. Di 8’emîn qirkirina vê operasyona siyasî de îro dîsa em bi tayînkirina qeyûman hişyar bûn. Tirkiye dîsa bi darbeyekê çavê xwe vekir. Ji ber vê yekê di 4’ê mijdarê de tayînkirina qeyûmê ne tesadufî ye. Serê sibê qeyûm tayînî şaredariya Mêrdîn, Êlih û Xafetiyê kir.”  
 
JI EWIL QILIF AMADE DIKIN PIŞTRE MÎNAREYÊ DIDIZIN 
 
Gulistan Kiliç Koçyigît, anî ziman ku wezîrê karê hundir wekî her carê berê mînarê didizin û piştre kilif amade dikin û wiha axivî: “Wezîrê Karê Hundir dibêje ji ber lêpirsîn û cezayên şaredaran qeyûm tayîn kirine. Em dibînin di encama darazên ku bi fermanê tev digerin bêhiqûqiyê dikin. Çi dikin, berê kilif amade dikin û piştre mînarê dirizin. Em dipirsin, esas û armanca darbeya li dijî vîna gel çiye? Li vî welatî mafê gelê kurd ê esasî yê bijartin û hilbijartinê nayê qebûl kirin. Gelê kurd wekî welatî nayê dîtin. Naxwazin gelê kurd xwe bi xwe bi rêve bibe. Dibêje ‘Tu nikare bibe şaredar. Tu ne gel e. Tu ne welatî ye.’ Bi tayînkirina qeyûman vê peyamê dide.” 
 
AKP-MHP DESTHILATA DARBEKAR E
 
Kiliç Koçyigît, helwesta AKP’ê ya berê jî anî bira wan û got: “Desthilata AKP’ê berê digot ‘Em li dijî darbeyan in. Em mexdûrê darbeyê ne. Lê îro AKP/MHP bi xwe darbeyan pêk tîne. Darbeyê li vîna gel û demokrosiyê dixe. Destûra Bingehîn binpê dike. Van darbeyan bi rêbaza kumpasê dike. Îro Daraz, palîs û siyaset ji bo kûmpasê bike bûne hevkarên hev. Sêgoşeya Kumpasa qeyûm ava kirine. Tirkiye îro bi aqilê Sûsûrlikê re rû bi rû ne. Qeyûm îro tenê bi 3 şaredariyan ne bi sînor e. Heta niha qeyûm tayînî 149 şaredariyên me kirine. Cara sêyemîn qeyûm tayînî Mêrdîn, Êlihê dikin. Desthilata ku wekî rêbazê qeyûm hildibijêre, her carê têk diçe û bi ser nakeve. Hevşaredarê me yê Mêrdînê ji sedî 54 hat hilbijartin. Hevşaredara me ya Êlihê ji sedî 64’an deng bi dest xist û serkeftin bi dest xist. Ji ber vê yekê bêzar in. Li dijî demokrasiyê bêzar in. Em vê yekê aşkere û zelal dibinin. Demek dirêj li dijî gelê kurd polîtîkayên îstîsnayê pêk tînin. Sed sal in kurdan bi hiqûqa îstîsnayê bi rêve dibin. Li dijî kurdan rêveberiya OHAL’ê heye. Kurdan bi hiqûqa îstîsnayê bi rêve dibin. Dixwazin hiqûqa îstîsnayê berdewam bikin. Em îro dibînin ku ev hiqûq tenê bi kurdan bi sînor nemaye. Li hemû tirkiyeyê belav bûye. Em vê yekê bi tayînkirina qeyûm a Esenyûrtê dibinin.” 
 
QEYÛM LI DIJÎ DEMOKRASIYÊ PÊK HAT 
 
Koçyîgît, xwest her kes li diji qeyûm derkeve û wiha dirêj kir: “Eger li Mêrdînê jî bê tayînkirin u li Esenyûrtê jî bê tayînkirin divê her kes li diji vê yekê derkeve. Ev li dijî demokrasiyê pêk hatiye. Divê her kes li dijî vê yekê derkeve. Bi van qeyûman dixwazin pêşiya heviya gelan bişkine û pêşketina demokrasiyê û jiyana hevpar a gelan bişkîne. Em vê yekê dibinin. Dîsa ji ber şeraderiyên me bi paradîgmaya azadiya jinê, demokratîk û ekolojîk xwe bi rêve dibe dikin hedef. Çima ji ber ku AKP li hemû şaredariyan rant ji bo xwe kiriye arman û felsefe. Ji ber di 31’ê Adarê de kaniyên talan û rantê hatin qutkirin dixwazin dîsa qeyûman tayîn bikin. Yek ji sedema tayînkirina qeyûm a Esenyûrtê çavkaniyên rantê ye. Ji bo çavkaniyên şaredariyê bi dest bixin qeyûm tayîn dikin. Tayînkirina qeyûm tane çavkaniyên gel qut nakin. Di heman demê de zilan, çand û vîna gel jî tune dike. Ji ber vê yekê qeyûm di heman demê de politikaya înkar û redkirina gelê kurd e.” 
 
ÊRIŞÎ TIFAQA GELÊ KURD Û TIRK DIKIN
 
Gulistan Kiliç Koçyigît, di berdewama  axaftina xwe de destnîşan kir ku ew li dijî hemû polîtîkayan li ber xwe didini û wiha berdewam kir. “Eger îro ne em bûna, niha AKP demek berê her tişt xistibûya kontrola xwe. Îro ji ber em li dijî wan derdikevin, AKP nikare rejîma xwe ava bike û nikar daxwazên xwe têxe meriyetê. Ji ber vê yekê qeyûman tayîn dikin. Me aşkere got  ‘Eger îro qeyûm tayînî Şaredariyên Mêrdîn, Wan û Colemêrgê bike, sibê bi hêsanî dikarin qeyûm tayînî şaredariyên Îzmir, Mêrsîn û yên din bikin. Îro dîrok me piştrast dike. Îro divê li her derê em bên cem hev u bi hevre demokrasiyê biparêzin. Li vir mijar ne hiquq e. Mijar siyasî ye. Mijar tifaqa gelê kurd û tirk e. Êrîşî tifaqa gelê kurd û tirk dike. Mijar naxwazin cihekî wekî Esenyûrtê ku heri zêde kurd lê dijîn u herî zêde xwedi çavkaniyên debarê ye desteser bikin. Îro feraseta ku desthilatiya  gelan esas nagire desthilat e.” 
 
EM Ê LI DIJÎ ZILMÊ BIBIN YEK
 
Koçyîgît, da zanîn ku Wekî DEM Partiyê wekî duh îro û sibê jî em disa li ber xwe didin û em ê li ber xwe bidin û got: “Îro em û gelê xwe li bern xwe didin. Ez li vir careke din bang dikim. Îro roja em bi hevre li her qadê li ber xwe bidin. Em ligel partiyên siyasî, rêxistinên jinan, rêxistinên hiqûqê û hemû kesên aliyên heq, hiqûq û mafan divê bibin yek û li dijî zilmê em bibin yek û bi hevre li ber xwe bidnin. Îro em li dijî vê zilme li ber xwe nedin, dê sibê pêşeroja tirkiyeyê tarî be. Divê em li dijî vê zilmê bibin yek. Em nebin yek dê Tirkiye têkeve kaosek mezin û li ser navê demokrasiyê tiştek nabîne.” 
 
Kiliç Koçyigît, anî ziman ku desthilat çareseriyê naxwaze û wiha pêde çû: “Îro bi van kiryarên qeyûm me careke din dît ku ev desthilat çareseriyê, demokrasiyê naxwaze. Desthilat xwe ji şer û kaosê xwe xwedi dike. Gelê Tirkiyeyê aştiyê dixwaze. Gelê kurd aştiyê dixwaze. Hemû gelê Tirkiyeyê bi çar çavan li benda aştî û demokrasiyê ye. Lê îro me dît ku desthilat bi qeyûm darbeyekê dixwaze li hewldanên aştî û demokrasiyê bixe.”
 
Koçyîgît, herî dawî bang li hemû beşên civakê kir û wiha got: “Ez bang li dijî darbeyan, bang li nivîskar, rewşenbir, partiyên siyasî nûnerên saziyên civakî û demokratîk û hemû kesên aştî û demokrasiyê dixwazin dikin. Werin em li dijî darbeyan û bêhiquqiyê bibin yek. Em bi hevre têbikoşin. Emê li her derê bi gelê xwe re bi hevre bin. Em ê ji bo Esenyûrt, Colemêrg, Mêrdîn, Êlih û Xalfetiyê têbikoşin.”  
 
 
 

Sernavên din

08/11/2024
12:52 ‘Ma ev berîqet dê heta hilbijartina din li vir bin?’
12:45 Erdogan ji ber tayînkirina qeyûman daraz pîroz kir
12:42 Qeyûmî ji bo polîsan dar kezaxt
12:02 DEM Partiyê bertek nîşanî tundiya polîsan da: Dawî li van îşkenceyan bînin
12:01 Îranê cezayê îdamê da 3 kurdan
11:53 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:51 Keskîn Bayindir: Têkoşîna me ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û azadiya Abdullah Ocalan e
11:10 Gelê Êlihê bi şev û roj li ber xwe dide
10:36 Ji ber tundiya di dema binçavkirinê de destê wî qelişî
10:18 Bi ser bombekirina Pirtûkxaneya Umutê re 19 sal derbas bûn
09:42 Di doza Narîn Guranê de roja duyemîn: Şahid tên guhdarîkirin
09:33 Hevşaredarên Xelfetiyê: Em ê qeyûman bişînin
09:22 Jinan banga têkoşîna hevpar kirin: Qeyûm êrişa li hember vîna jinê ye
09:11 Tîryakî: Gel li kuçeyan îşaret bi navnîşana çareseriyê dike
09:01 Der barê girtiya ku li ber lêgerîna tazî rabû lêpirsîn hat destpêkirin
09:00 Zanîngeha Mûşê ji bo serlêdanên beşa kurdî mezûnbûna ji zimanê tirkî şert danî!
09:00 Li girtiyê nehiştin parastina xwe bike 11 roj cezayê hucreyê birîn
09:00 ROJEVA 8’Ê MIJDARA 2024’AN
07/11/2024
22:21 'Em ê bajarên xwe radestî qeyûman nekin'
22:17 4 kesên ku bi îşkenceyê hatibûn binçavkirin hatin girtin
18:48 Nobeda li Xelfetiyê didome: Li şaredariyê diz heye
16:29 Doza Narîn Guranê:Îfadeyên binakok ên Yuksel Guranê
16:11 Derheqê tundiya polîsan de gilî hate kirin
16:06 Omer Ocalan: Divê dewlet bi destê aştiyê yê Ocalan bigire
15:58 Xelkê Êlihê li dijî êrişên polîsan dest bi berxwedanê kir
15:47 Operasyona li Bagokê didome
15:44 Meclisa Şaredariya Xelfetiyê civiya: Em ji bo di nava çar dîwaran de birêve bibin nehatine hilbijartin
15:33 Berxwedana Êlihê di roja 4’an de ye: Em ê li ber xwe bidin
15:05 Sembola berxwedana li dijî qeyûm
13:36 Polîsan bi kûçikan îşkence li welatiyê astengdar kirin
13:01 Jinan got: Heta faîlên Guranê tên dîtin dê têkoşîna me bidome
12:20 Wezareta Karên Hundir: Derheqê Bakirhan de kirariya qanûnî hate destpêkirin
12:16 Zarokên bi lêdanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:13 Keskîn Bayindir: Berxwedana me ya li kolanan dê bidome
12:11 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:10 Wesayîta bizirx a anîn cihê nobetê piştî bertekê paşve kişandin
12:06 Li Îzmîrê gelek kes hatin binçavkirin
11:35 Dogan bang kir: Divê dewlet tişta dibêje pêk bîne
11:29 Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê: Em tundiya polîsan şermezar dikin
10:59 Mehmet Ocalan: Aqilê dewletê divê li gorî gotinên xwe tevbigere
10:26 Ji bo betalkirina biryara tayînkirina qeyûm a li Mêrdînê serî li dadgehê dan
09:57 Li dijî qeyûman banga têkoşînê
09:49 Ayla Akat Ata: Dê qeyûm biçin, berxwedan dê bidome
09:43 'Dilê wan ê çareseriyê hebe muxatab Ocalan e'
09:36 Danişîna doza Narîn Guranê: Nûve hatin tunekirin
09:31 Hevşaredarê Êlihê Işik: Em ê xwedî li vîna gel derkevin
09:18 Ji CHP’ê banga ‘xwedî li îradeya xwe derkeve’
09:16 Serokê TOD-DER'ê: Ji bo çareseriyê divê hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin
09:00 ROJEVA 7’Ê MIJDARA 2024’AN
08:43 Doza Narîn Guran: Bersûcên girtî anîn edliyeyê
06/11/2024
19:24 'Em ê bi berxwedanê li dijî xespkirina vînê bi ser bikevin'
19:16 Li Xelfetiyê jin li ber şaredariyê ne: Em ê bi felsefeya jin, jiyan, azadî li ber xwe bidin
16:55 Li Xelfetiyê tundî, gefxwarin û lêgerîna tazî li binçavkiriyan hat kirin
16:51 Kolanên Êlihê veguherîn qadên berxwedanê
16:34 Li Qoserê gel dest bi meşê kir
16:00 Li Kerboranê qeza: 3 kes mirin, 5 kes birîndar bûn
15:59 Karacabey: Divê jin amûrên pergala nêrza bi kar neyînin
15:35 Li Bagokê liv û tevgera leşkerî heye
15:32 Girtiyê 3 rojan di beşa lênihêrîna awarte de bû birin girtîgehê
15:04 Li Wanê çalakiya li dijî qeyûm: Ji bo îradeya gel rêzgir bin
14:53 Rapora ÎHD’ê ya girtîgehên Herêma Marmarayê: Di 3 mehan de hezar û 525 binpêkirin
14:51 Ji Mêrdînê peyama berxwedanê: Em ê qeyûman bi berxwedanê têk bibin
14:10 Xelkê Êlihê li dijî qeyûm li ser pêya ye: Em ê teqez bi ser kevin
13:55 Baroya Mêrdînê li dijî binpêkirinên di protestoya qeyûm de stant vekir
13:41 ÎHD’ê ji Wezareta Karên Hundir re name şand: Biryara tayînkirina qeyûman betal bikin
13:38 Raporên Gemîcîoglû dê ji bo ATK’ê bên şandin
13:34 Li Xelfetiyê peyama li dijî qeyûm: Çareserî ne qeyûm e çareserî li Îmraliyê ye
13:19 MKG’ê rapora cotmehê eşkere kir: 6 rojnameger hatin binçavkirin
13:12 ÎSÎG: Di meha cotmehê de 164 karker mirin
13:01 Komeleya Aştiya Civakî û Guftûgoyê hate avakirin
12:41 Berxwedana li dijî qeyûm a li Êlihê dê bi meşê bidome
12:34 Berxwedana li Xelfetiyê didome: Em zilma qeyûm qebûl nakin
11:44 Îtîrazî girtina Ahmet Ozer hat kirin
11:17 Di hilbijartinan de Trump bi ser ket
10:49 Qeyûmê Mêrdînê weke karê ewil li pêşiya şaredariyê mobese bi cih kir
10:48 Doza kuştina Narîn Guran sibê dest pê dike: Gelek guman û pirs nehatine zelalkirin
10:43 Îrmez: Derdê wan ne çareserî, tesfiye ye
Tanhan: Bi vê îktîdarê re demokrasî nayê
10:33 Li Cizîrê zarokek bi lêdanê hate binçavkirin
10:21 Hevşaredar Demîr: Dem dema xwedîderketina li îradeya xwe ye
10:19 Hunermend: Li dijî qeyûman helwesta gelê Wanê divê
10:05 Besê Hozat: Em li pişt îradeya Rêber Apo ne
09:46 Kesên biryara wan a binçavkirinê hebû li malê nedîtin, bavên wan binçav kirin
09:25 Girtî Al: Em bi tacizê û heqaretan re rû bi rû dimînin
09:24 Hemşîreyekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
09:15 Li Sîncanê 4 girtî 54 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:00 ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2024'AN
08:16 Encamên hilbijartinên DYA’yê diyar dibin
08:12 Li Geverê ciwanan tayînkirina qeyûman protesto kirin
08:10 Li Mêrdînê li dijî qeyûm nobet hate girtin
08:07 Li Êlihê berxwedana ciwanan berdewam dike
07:57 Ciwanan li Qoserê bi fişekên hewayî qeyûman protesto kirin
07:53 Li Êlihê ji binçavkiriyan 29 kes hatin berdan
05/11/2024
22:15 Qoserî bi sirûda 'Herne Pêş' meşiyan
20:31 Li Êlihê bi hezaran kes li dijî qeyim meşiyan
19:44 Li Xelfetiyê meşa li dijî qeyim: Gel wê bêdeng nemîne
19:14 Gel li ber xwe dide: Em qeyiman nas nakin, em ê li ber xwe bidin
16:15 Ahmet Turk bersiv da Bahçelî: Bi gef û qeyûman diyalog nabe
16:03 Li Dihokê qirkirina daran
15:59 Li Êlihê gel li dijî êrişên polîsan li ber xwe dide
15:42 Hatimogûllari diçe Xelfetiyê