Bakirhan: Çareserî li Amed û Enqereyê ye

  • rojane
  • 12:48 12 Mijdar 2024
  • |

ENQERE - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li Meclisê axivî û wiha got: “Çareserî li Washingtonê nîne, li Moskov an jî Tehranê nîne, çareserî li Amed û Enqereyê ye.”

Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan di civîna koma partiya xwe de li Meclisê geşedanên di rojevê de nirxand. Bakirhan, ji ewil bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da û qeyûm weke “xespkirina îradeyê” nirxand. Bakirhan, bertek nîşanî dorpêç û tundiya polîsan li ber şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin jî da. Bakirhan, got: “Gel, bi protestoyan peyama ‘Ev darbeyeke siyasî ye û hûn nikarin îradeya me xesp bikin’ dide.” 
 
'HÛN NIKARIN BI BÊJINGÊ AVÊ KOM BIKIN’
 
Bakirhan, bal kişand ser berxwedana gelê Êlihê û ev tişt anî ziman: “Di demeke ku gel li kolanan li ber xwe dide, qeyûmê Êlihê weke karê ewi xizmeta bi kurdî da sekinandin. Vaye qeyûm tiştekî wiha ye. Em dibêjin ku qeyûm, dijminatî ye. Gelên me ne qeyûm, demokrasiyê dixwazin û dixwazin rêz ji îradeya wan re were girtin. Dayikekê li Êlihê ji bo qeyûman digot; ‘Av bi bêjingê nayê komkirin.’ Ez ji we dipirsim, gelo ma qeyûm komkirina avê ya bi bêjingê nîne? Îktîdarê bersiva xwe ya pêwîst girt. Lê dîsa jî heman tiştan dubare dike.” 
 
'ÊDÎ ERDOGAN TÊ BÎRA MIROV’
 
Bakirhan, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema em li Mêrdînê, welatiyekî got; ‘Di demên berê de dema mirov digot derbe, Kenan Evren dihat bîro mirov lê niha ev îktîdar tê bîra mirov.’ Heman tişt li Xelfetiyê dihat gotin. Aqilê hevpar tiştekî wiha ye. Ev îktîdar, îktîdara qeyûman e. 
 
HEKE HÛN LI KESÊN KES NIZANE BÊ KÎ NE BIGERIN LI DORA XWE BINÊRIN 
 
Ew jî bes nake îcar ji bo hevşaredarên me dibêje ‘Kesên kes nizane bê kî ne.’ Pir zelal bê ka em kî ne û ji ku hatine. Kesên kes nizane bê kî ne, qeyûmên te yên tayînkirî ne. Ew kes in ên mafê mirovan dixwin, yên hiqûqê binpê dikin, yên dizî û nekirêtiyê dikin in. Ev hezar sal in em li ser vê xakê dijîn û têdikoşin. Li dora xwe binêrin hûn dê bibînin bê ka kesên kes nizane bê kî ne. Heke hûn li kesên kes nizane bê kî ne bigerin, li dora xwe binêrin. 
 
Ji ewil mînareyê di dizin piştre jî jê re hincetan peyda dikin. Dibêjin ‘teror’ nizanim çi. Gotineke derew û vala ye. Êdî ewqas bêperwa bûne ku lingê wan jî bikeve kevirekî, hindik bitengijin qeyûman tayînî şaredariyên DEM Partiyê dikin. Ew jî bes nake îcar dibêje ‘teror.’ Tenê ew bi vê derewê bawer dikin. Em dizanin ku hûn ji hemû kurdan re dibêjin ‘teror.’ Bi qanûna sîxûriya bandorê re dê ji hemû muxalîfan re bibêjin. 
 
HÛN QALA KÎJAN DARAZÊ DIKIN?
 
Erdogan got; ‘Dozgerî baş li ber xwe da, ez wan pîroz dikim.’ Tu qala kîjan darazê dikî? Tişta jê re dibêje li ber xwe dan jî tayînkirina qeyûman a li îradeya gelê kurd, karker û kedkaran e. Dibêje; ‘Bila we namzetên paqij nîşan dabûya.’ Pîvana paqijbûnê çi ye? Xwezî amûrekê pîvandina paqijbûnê hebûya da ku nîşan dabûya bê ka kî paqij e kî qirêjî. 
 
QEYÛM ÊDÎ TENÊ PIRSGIRÊKA KURDAN NÎNE 
 
Em bi eşkereyî bibêjin; qeyûm êdî ne tenê pirsgirêka kurdan e. Li Esenyûrtê jî ev rastî eşkere bû. Heke em bi hev re li dijî qeyûman nesekinin, ne tenê li xaka kurdan dê li her çar aliyên Tirkiyeyê bên tayînkirin. 
 
DI DESTEKÎ DE ‘ÎRADEYA NETEWEYÎ’ DI DESTÊ DIN DE QEYÛM
 
Herî dawî Serokê Meclisê daxuyanî da û got; ‘Di destekî de çek, di destê de bi sindoqê siyaset nabe.’ Piştrast bin ku min tu caran çek ranekiriye. Hevalên min jî wisa. Ji ber ku me siyaseta demokratîk weke çareserî dît, bi salan rastî heqaret û îşkenceyên we tên. Heke em ji vê zemînê nebawer bûna niha li dijî vê zilma we em li cihên cuda bûna. Ez ji Kurtulmuş dipirsim; ma gotineke we ya li dijî tayînkirina qeyûman nîne? Ez ji Kurtulmuş dipirsim; ma di destekî de gotina îradeya neteweyî di destê din de qeyûm dibe? Îradeya neteweyî û demokrasî û darbe li rex hev nabin. 
 
BANG LI MECLISÊ KIR
 
Bi vê wesîleyê ez bang li hemû partiyên siyasî yên li Meclisê û Serokê Meclisê dikim ku em li ser qanûna qeyûman bicivin. Em bikin ku rêveberên gel hilbijartî heta hilbjartineke din bajarê xwe birêve bibin.
 
PACA FIRSENDÊ ÇI YE? 
 
Nûnerên îktîdarê niha jî hewl didin Trump weke firsendekê bi kar bînin. Bi roja ye pîrozbahiyan dikin. Çima? Ji ber ku dixwazin zemîna êrişeke li dijî Rojava amade bikin. Dixwazin bi êrişa li dijî Rojava re krîza heyî veşêre. Ev krîza wiha çareser nabin. Hilbijartina Trump weke firsendekê dibînin. Tenê firsendeke li pêşiya Tirkiyeyê heye ew jî çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd e. 
 
ÇARESERÎ LI AMED Û ENQEREYÊ YE
 
Li şûna hûn biçin ber piyê Trump, rûnin ser maseyê û hûn bi xwe pirsgirêkê çareser bikin. Çareserî li Washingtonê nîne, li Moskov û Tehranê nîne. Çareserî, li Amed û Enqereyê ye. 
 
Ji 1’ê cotmehê ve li Tirkiyeyê ji ber silavdayina Bahçelî nîqaş tên kirin. Ji ber îradeya çareseriyê ya xurt a partiya me, hêviyek di nava civakê de ava bû. Erdogan jî piştî bêdengiyeke domdirêj got; ‘Birayê min ê kurd em li bendê ne ku hûn jî bi vî destê jidil bigirin.’ Lê hefteyek ser re derbas nebû ku qeyûm tayînî îradeya gelê kurd kirin. 
 
CEZAYÊ DISIPLÎNÊ DAN BIRÊZ OCALAN 
 
Bahçelî jî qala tecrîda li ser birêz Ocalan, ruhê Meclisa avaker, mafê hêviyê û siyaseta demokratîk kir. Me gotibû ku ev daxuyanî girîng in. Baş e lê çi bû? Piştî van gotinên Bahçelî, cezayên disiplînê yê 3 mehan dan birêz Ocalan. Bahçelî diaxive, Erdogan pêşiya wî digire. Ka em lê binêrin dê di rojên pêş de ev nîqaşa di navbera van her du kesan de veguherin tiştekî çawa.” 
 
 
 
 

Sernavên din

20/11/2024
12:17 Li Amedê otobûs bi rengê binevşî hatin xemilandin
12:03 Hevserokên DEM Partiyê yên Êlihê: Berxwedana me dê bidome
11:28 Ji 5 hezar û 216 serlêdanên binpêkirinan tenê 22 jê di cih de hatine lêkolînkirin
11:11 Daxwaza ji bo di qada tenduristiyê de xizmeta wergêr were dayin hate redkirin
10:53 Helîn Umît: Tiştekî ji PKK’ê re hatiye nîne
10:36 'Gelê kurd nîşan da ku kesek nikare îradeya wan manîpule bike’
10:13 Dozgeriyê ji bo talankirina daristanên Şirnexê got 'li gorî hiqûqê ye'
09:44 Pirtûka ‘Sosyolojiya Azadiyê’ bi spanî hate weşandin
09:40 Hunermend Hozan Aydin krîza dil derbas kir
09:36 Hinceta cezayê dane rojnamegerên jin: Destûr negirtin, li hişyariyê guhdarî nekirin
09:26 Rojnameger Sonuk sewqî Girtîgeha Erzînganê hate kirin
09:25 Ji Qilebanê ber bi Mexmûrê ve çîroka têkoşînê
09:21 Serra Bûcak: Me pergala ku qeyûm hilweşand ji nû ve çalak kir
09:02 ‘Cezayên îdamê yên li Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîziyê hatine birîn girêdayî pirsgirêka kurd in'
09:01 Înfaza wî hat şewitandin û ji bo dîroka berdana wî 'heta mirinê' hat nivîsandin
09:00 ROJEVA 20’Ê MIJDARA 2024’AN
19/11/2024
16:24 Di wesayîta çawişê pispor de 63 kîloyên tiryakê hatin girtin
16:19 Kekê Yuksekdag hate definkirin
16:15 Qeyûm şaredarî veguherand emniyetê
16:10 Şînên Bayar û Bozkurt bi girseyî hatin ziyaretkirin
16:06 TJA'yê li Amedê çalakiyên 25’ê Mijdarê li dar xist
15:44 Dayikên Aştiyê li Meclisê axivîn: Nifteya aştiyê di destê Ocalan de ye
15:33 ‘Çareserî ne li derve li hundir e’
15:15 Taloqkirina tehliyeyan li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê hate protestokirin
14:45 Rapora ÎHD’ê: Di salekê de li bakurê Kurdistanê mafê jiyanê yê 36 zarokan hate binpêkirin
14:19 Li Dîlok û Agiriyê pêngava ‘seferberiya rêxistinbûnê’
13:42 Wêneyê muhîmeta di mala malbata Guranê de derketî holê
13:36 Şaredariya Cizîrê xeta ‘Alo Şîddet’ê vekir
13:33 Bakirhan: Firsendeke dîrokî heye, divê Ocalan biaxive û muzakere dest pê bikin
12:43 Tulay Hatîmogûllari: Felsefeya ‘jin, jiyan, azadî’ bi saya berxwedanê li cîhanê belav bû
12:30 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:35 Ji bo dayika Aklîme Hanas bi lezgînî xwîn lazim e
11:26 Qedexeya derketine derveyî welat a 20 rojnamegeran ranekirin
10:39 Dema bi kurdî axivî telefon qut kirin: Qede ye!
10:16 Li Tatosê projeyên ji bo jinan
09:52 Mutlu Çîvîroglû: Dibe ku li Rojhilata Navîn ji bo kurdan firsendên nû çêbibin
09:25 Meteorolojiyê ji ber barînan bakurê Kurdistanê hişyar kir
09:02 'Dawiya dawî dê vîna vî gelî bi ser bikeve'
09:01 Parlamenterên arjantînî: Em azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan diparêzin
09:01 Ji ber 'silavdayînê' der barê parêzerê girtî de lêpirsîn
09:00 Rewşa xwedîkirina qazan nebaş e
09:00 ROJEVA 19’Ê MIJDARA 2024’AN
18/11/2024
16:41 Hevserokên DEM Partiyê yên Esenyurtê hatin binçavkirin
16:37 Şîna Eser bi girseyî hate ziyaretkirin
16:01 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Îktîdar hewl dide tayînkirina qeyûman hêsantir bike
15:40 Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Stenbolê: Bila GGM bên girtin
15:02 Cîhan Oral ê 3 kes qetil kirî bû 8 meh hêj nehatiye girtin
14:43 Berxwedana Xelfetiyê di roja 15’an de didome
14:23 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Em ê polîtîkayên şerê taybet teşhîr bikin
14:07 Zubeyde Zumrut: Heta Abdullah Ocalan azad dibe dê têkoşîn bidome
13:31 Meclisa Jinan a DBP’ê rapora atolyeya ‘Şerê taybet’ eşkere kir
12:03 Ji bo Ahmet Ozer dê serî li AYM’ê bidin
11:58 Polîsan bi ser avahiya DEM Partiyê ya Esenyurtê de girtin
10:52 Kesên tev li mitînga ‘Demokrasî û Azadiyê’ bûn: Muxatab Ocalan e
10:25 Şaredariya Peyasê dê 10 hezar şitlên darên fêkiyan belav bike
10:24 Jinên Wanî: Kolan biewle nînin, çima faîl nayên cezakirin?
09:58 Ji bo gelek bajarên bakurê Kurdistanê hişyarî hate kirin
09:46 Îsraîlê êrişî Lubnanê kir: 11 kes hatin kuştin
09:41 Sûlava Hewagê bi rengên payîzê xemilî
09:35 Li emniyetê gefa êrişa zayendî li binçavkiriyan xwarin
09:05 Xwebûn bi manşeta ‘Komara Qayûman’ derket
09:00 ROJEVA 18’Ê MIJDARA 2024’AN
17/11/2024
16:55 Li Esenyurtê çalakiya 25’ê Mijdarê: Bûdçeya ne ji bo şer, ji bo jinan
16:48 Kampanyaya li dijî qeyûman: 376 kes û saziyan piştgirî dan
16:27 Piştî mitîngê meş hat lidarxistin
16:00 Hatîmogûllari: Heke hûn jidil bin, ji ewil deriyên Îmraliyê vekin
15:29 Ayla Akat Ata: Gel dixwaze dengê Abdullah Ocalan bibihîse
14:57 Bayindir: Çareserî Abdullah Ocalan, navnîşan Îmrali ye
14:39 Davutoglû û Ahmet Turk hevdîtin kir: Pirên guftûgoyê ne hilweşînin
13:49 Botaniyan astengî nas nekirin û ber bi Êlihê ve dimeşin
13:40 Li Êlihê mitînga ‘Demokrasî û Azadiyê’ hat lidarxistin
13:31 Dayika Aklîme Hanas di qezaya trafîkê de birîndar bû
13:13 DEM Partiyê bertek nîşanî Tekîn de: Em ji mafê perwerdeya bi zimanê dayikê paşvegavê naavêjin
13:08 Jin ber bi qada mitînga ‘azadiyê’ ve dimeşin
13:01 Gel diherike qada mitîngê ya Êlihê
12:38 Partiyên DEVA û Pêşerojê ji bo çareseriyê çi difikirin?
12:13 Gelo Akşener dibe cîgira Erdogan?
12:00 Ji bo mitîngê bi rê ketin
11:44 Bi gotina ‘were vir walî’ bûbû rojev: Em ê têkoşînê bi ser bixin
11:16 Li Xurmatoyê teqîn
10:40 Rojnameger Karwan: Tirkiye ji PDK’ê hikûmeteke ji wê re xizmetê bike daxwaz dike
10:05 Parêzerê Abdullah Ocalan: Divê ji bo çareseriyê bingeha pêwîst were amadekirin
09:19 Hejmara 90'emîn a Kovara Jinê derket
09:02 Schlotthauer: Divê Abdullah Ocalan were berdan
09:01 Jin li Mexmûrê bi neteweya demokratîk re wekheviya zayendî ya civakî ava dikin
09:00 17’Ê MIJDARA 2024’AN
16/11/2024
16:08 Di nobeda li dijî qeyûm de banga ji bo mîtînga Êlihê
16:01 Dayikên Şemiyê ji bo Alî Tekdag doza edaletê kirin
15:57 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê bi Serokê TBB’ê re civiyan
15:48 Banga 'bila girtiyên nexweş bên berdan'
15:39 Çîroka 3 windayan
13:09 Li Kolnê beriya mîtînga 'azadiyê' meş
12:31 Îmamoglû hat Mêrdînê
10:27 Li Îmraliyê şert û mercên 'Darbeya 17'ê Mijdarê' didomin
09:42 'Em dixwazin bajarên li ser esasê wekheviya zayendî ava bikin'
09:26 'Ji bo çareserkirina tundiya li ser zarok û jinan, guherîneke pergalî divê'
09:24 Banga ji bo 25'ê Mijdarê: Azadiya jinê azadiya civakê ye
09:04 Li Xelfetiyê di 7 mehan de 34 milyon deyn hat dayîn
09:00 ROJEVA 16’Ê MIJDARA 2024’AN
15/11/2024
16:27 Cihê mitînga Êlihê hate guherandin