Bayindir: Divê kesên azadî û demokrasiyê dixwazin tev li mitîngê bibin

  • rojane
  • 10:17 15 Mijdar 2024
  • |
ÊLIH - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir diyar kir ku di mitînga 17’ê mijdarê ya li Êlihê de hem dê bertekê nîşanî xespkirina îradeyê bidin hem jî dê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd derkeve pêş. 
 
Bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, rakirina tecrîdê û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd, dê di 17’ê mijdarê de li Êlihê mitînga “Demokrasî û Azadiyê” were lidarxistin. Dii mitîngê de her wiha dê tayînkirina qeyûman a li şaredariyên Bajarê Mezin a Mêrdînê, Êlih û Xelfetî ya Rihayê jî were protestokirin. Mitîng, bi pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk dê li Xaçerêya Basinê were lidarxistin. 
 
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir
 
DAXWAZA ‘JI ABDULLAH OCALAN RE AZADÎ’ 
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir têkildarî mitîngê axivî. Bayindir, diyar kir ku di vê serdemê de li dijî gelê kurd êrişên dijwar hene. Bayindir, bal kişand ser berxwedana li dijî qeyûman û wiha domand: “Hûn ji kê bipirsin li dijî vê zilmê ye û vê zilmê qebûl nake. Lewma bertekên xwe nîşan didin. Xelkê Êlihê bi şev û roj li ber xwe dide. Li dijî vê xespê em ê di 17’ê mijdarê de mitîngê li dar bixin. Bi şev û roj em xebata vê dikin. Ne tenê mitînga Êlihê, mitînga Kurdistanê ye. Li Kurdistanê em ê ji bo azadî û demokrasiyê dakevin qadan. Li dijî pergala ku îradeya gelê kurd nas nake, kesên ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin li qadan e. Ev mitîng, li dijî xespa qeyûman, mitînga kesên daxwaza azadî û demokrasiyê dikin e.” 
 
Bayindir, diyar kir ku ev mitîng di heman demê de mitînga “Ji Abdullah Ocalan re azadî” ye û axaftina xwe wiha qedand: “Ev mitîng ji bo azadiya birêz Ocalan û çareseriya meseleya kurd mitîngeke dîrokî ye. Her kes ji berê xwe ve li meseleya kurd dinêre. Heta niha jî j bo çareseriyê tu îrade nehatin nîşandan. Tenê birêz Ocalan îrade nîşan da. Divê ev yek were dîtin. Muxatabê meseleya kurd birêz Ocalan e. Divê kesên dixwazin meseleya kurd çareser bibe û kesên daxwaza azadî û demokrasiyê dikin li qada mitîngê bin. Feraseteke çareseriyê ya îktîdarê tune ye. Em ê bi berxwedan û biryardariya xwe vê pirsgirêkê çareser bikin. Her kesên azadiya birêz Ocalan dixwazin divê li qadê bin. 
 
Di vê mitîngê de dê têkildarî azadiya birêz Ocalan peyamên girîng bên dayin. Divê hemû kedkar, jin, ciwan, akademîsyen, xwendekar, hêzên demokrasiyê, rêxistinên civaka sivîl û her kesên daxwaza demokrasî û azadiyê dikin li dijî xespkirina îradeyê derkevin. Girse çiqas mezin be dê peyam jî ewqas mezintir bibe.” 
 
MA / Fethî Balaman 
 
 
 
 
 

Sernavên din

20/11/2024
12:17 Li Amedê otobûs bi rengê binevşî hatin xemilandin
12:03 Hevserokên DEM Partiyê yên Êlihê: Berxwedana me dê bidome
11:28 Ji 5 hezar û 216 serlêdanên binpêkirinan tenê 22 jê di cih de hatine lêkolînkirin
11:11 Daxwaza ji bo di qada tenduristiyê de xizmeta wergêr were dayin hate redkirin
10:53 Helîn Umît: Tiştekî ji PKK’ê re hatiye nîne
10:36 'Gelê kurd nîşan da ku kesek nikare îradeya wan manîpule bike’
10:13 Dozgeriyê ji bo talankirina daristanên Şirnexê got 'li gorî hiqûqê ye'
09:44 Pirtûka ‘Sosyolojiya Azadiyê’ bi spanî hate weşandin
09:40 Hunermend Hozan Aydin krîza dil derbas kir
09:36 Hinceta cezayê dane rojnamegerên jin: Destûr negirtin, li hişyariyê guhdarî nekirin
09:26 Rojnameger Sonuk sewqî Girtîgeha Erzînganê hate kirin
09:25 Ji Qilebanê ber bi Mexmûrê ve çîroka têkoşînê
09:21 Serra Bûcak: Me pergala ku qeyûm hilweşand ji nû ve çalak kir
09:02 ‘Cezayên îdamê yên li Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîziyê hatine birîn girêdayî pirsgirêka kurd in'
09:01 Înfaza wî hat şewitandin û ji bo dîroka berdana wî 'heta mirinê' hat nivîsandin
09:00 ROJEVA 20’Ê MIJDARA 2024’AN
19/11/2024
16:24 Di wesayîta çawişê pispor de 63 kîloyên tiryakê hatin girtin
16:19 Kekê Yuksekdag hate definkirin
16:15 Qeyûm şaredarî veguherand emniyetê
16:10 Şînên Bayar û Bozkurt bi girseyî hatin ziyaretkirin
16:06 TJA'yê li Amedê çalakiyên 25’ê Mijdarê li dar xist
15:44 Dayikên Aştiyê li Meclisê axivîn: Nifteya aştiyê di destê Ocalan de ye
15:33 ‘Çareserî ne li derve li hundir e’
15:15 Taloqkirina tehliyeyan li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê hate protestokirin
14:45 Rapora ÎHD’ê: Di salekê de li bakurê Kurdistanê mafê jiyanê yê 36 zarokan hate binpêkirin
14:19 Li Dîlok û Agiriyê pêngava ‘seferberiya rêxistinbûnê’
13:42 Wêneyê muhîmeta di mala malbata Guranê de derketî holê
13:36 Şaredariya Cizîrê xeta ‘Alo Şîddet’ê vekir
13:33 Bakirhan: Firsendeke dîrokî heye, divê Ocalan biaxive û muzakere dest pê bikin
12:43 Tulay Hatîmogûllari: Felsefeya ‘jin, jiyan, azadî’ bi saya berxwedanê li cîhanê belav bû
12:30 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:35 Ji bo dayika Aklîme Hanas bi lezgînî xwîn lazim e
11:26 Qedexeya derketine derveyî welat a 20 rojnamegeran ranekirin
10:39 Dema bi kurdî axivî telefon qut kirin: Qede ye!
10:16 Li Tatosê projeyên ji bo jinan
09:52 Mutlu Çîvîroglû: Dibe ku li Rojhilata Navîn ji bo kurdan firsendên nû çêbibin
09:25 Meteorolojiyê ji ber barînan bakurê Kurdistanê hişyar kir
09:02 'Dawiya dawî dê vîna vî gelî bi ser bikeve'
09:01 Parlamenterên arjantînî: Em azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan diparêzin
09:01 Ji ber 'silavdayînê' der barê parêzerê girtî de lêpirsîn
09:00 Rewşa xwedîkirina qazan nebaş e
09:00 ROJEVA 19’Ê MIJDARA 2024’AN
18/11/2024
16:41 Hevserokên DEM Partiyê yên Esenyurtê hatin binçavkirin
16:37 Şîna Eser bi girseyî hate ziyaretkirin
16:01 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Îktîdar hewl dide tayînkirina qeyûman hêsantir bike
15:40 Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Stenbolê: Bila GGM bên girtin
15:02 Cîhan Oral ê 3 kes qetil kirî bû 8 meh hêj nehatiye girtin
14:43 Berxwedana Xelfetiyê di roja 15’an de didome
14:23 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Em ê polîtîkayên şerê taybet teşhîr bikin
14:07 Zubeyde Zumrut: Heta Abdullah Ocalan azad dibe dê têkoşîn bidome
13:31 Meclisa Jinan a DBP’ê rapora atolyeya ‘Şerê taybet’ eşkere kir
12:03 Ji bo Ahmet Ozer dê serî li AYM’ê bidin
11:58 Polîsan bi ser avahiya DEM Partiyê ya Esenyurtê de girtin
10:52 Kesên tev li mitînga ‘Demokrasî û Azadiyê’ bûn: Muxatab Ocalan e
10:25 Şaredariya Peyasê dê 10 hezar şitlên darên fêkiyan belav bike
10:24 Jinên Wanî: Kolan biewle nînin, çima faîl nayên cezakirin?
09:58 Ji bo gelek bajarên bakurê Kurdistanê hişyarî hate kirin
09:46 Îsraîlê êrişî Lubnanê kir: 11 kes hatin kuştin
09:41 Sûlava Hewagê bi rengên payîzê xemilî
09:35 Li emniyetê gefa êrişa zayendî li binçavkiriyan xwarin
09:05 Xwebûn bi manşeta ‘Komara Qayûman’ derket
09:00 ROJEVA 18’Ê MIJDARA 2024’AN
17/11/2024
16:55 Li Esenyurtê çalakiya 25’ê Mijdarê: Bûdçeya ne ji bo şer, ji bo jinan
16:48 Kampanyaya li dijî qeyûman: 376 kes û saziyan piştgirî dan
16:27 Piştî mitîngê meş hat lidarxistin
16:00 Hatîmogûllari: Heke hûn jidil bin, ji ewil deriyên Îmraliyê vekin
15:29 Ayla Akat Ata: Gel dixwaze dengê Abdullah Ocalan bibihîse
14:57 Bayindir: Çareserî Abdullah Ocalan, navnîşan Îmrali ye
14:39 Davutoglû û Ahmet Turk hevdîtin kir: Pirên guftûgoyê ne hilweşînin
13:49 Botaniyan astengî nas nekirin û ber bi Êlihê ve dimeşin
13:40 Li Êlihê mitînga ‘Demokrasî û Azadiyê’ hat lidarxistin
13:31 Dayika Aklîme Hanas di qezaya trafîkê de birîndar bû
13:13 DEM Partiyê bertek nîşanî Tekîn de: Em ji mafê perwerdeya bi zimanê dayikê paşvegavê naavêjin
13:08 Jin ber bi qada mitînga ‘azadiyê’ ve dimeşin
13:01 Gel diherike qada mitîngê ya Êlihê
12:38 Partiyên DEVA û Pêşerojê ji bo çareseriyê çi difikirin?
12:13 Gelo Akşener dibe cîgira Erdogan?
12:00 Ji bo mitîngê bi rê ketin
11:44 Bi gotina ‘were vir walî’ bûbû rojev: Em ê têkoşînê bi ser bixin
11:16 Li Xurmatoyê teqîn
10:40 Rojnameger Karwan: Tirkiye ji PDK’ê hikûmeteke ji wê re xizmetê bike daxwaz dike
10:05 Parêzerê Abdullah Ocalan: Divê ji bo çareseriyê bingeha pêwîst were amadekirin
09:19 Hejmara 90'emîn a Kovara Jinê derket
09:02 Schlotthauer: Divê Abdullah Ocalan were berdan
09:01 Jin li Mexmûrê bi neteweya demokratîk re wekheviya zayendî ya civakî ava dikin
09:00 17’Ê MIJDARA 2024’AN
16/11/2024
16:08 Di nobeda li dijî qeyûm de banga ji bo mîtînga Êlihê
16:01 Dayikên Şemiyê ji bo Alî Tekdag doza edaletê kirin
15:57 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê bi Serokê TBB’ê re civiyan
15:48 Banga 'bila girtiyên nexweş bên berdan'
15:39 Çîroka 3 windayan
13:09 Li Kolnê beriya mîtînga 'azadiyê' meş
12:31 Îmamoglû hat Mêrdînê
10:27 Li Îmraliyê şert û mercên 'Darbeya 17'ê Mijdarê' didomin
09:42 'Em dixwazin bajarên li ser esasê wekheviya zayendî ava bikin'
09:26 'Ji bo çareserkirina tundiya li ser zarok û jinan, guherîneke pergalî divê'
09:24 Banga ji bo 25'ê Mijdarê: Azadiya jinê azadiya civakê ye
09:04 Li Xelfetiyê di 7 mehan de 34 milyon deyn hat dayîn
09:00 ROJEVA 16’Ê MIJDARA 2024’AN
15/11/2024
16:27 Cihê mitînga Êlihê hate guherandin