Parêzerê Abdullah Ocalan: Divê ji bo çareseriyê bingeha pêwîst were amadekirin

  • rojane
  • 10:05 17 Mijdar 2024
  • |
img

STENBOL - Parêzer Emran Emekçî diyar kir ku tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê didome û wiha got: “Ji bo birêz Ocalan bikare rola xwe ya di çareserî û aştiyê de bilîze, hewceye bingeha wê were amadekirin.” 

Tecrîda li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin, di 17’ê mijdara 2009’an de piştî xistin hucreyê hêj girantir bû. Abdullah Ocalan ji hucreyeke 12 metrekareyê derbasî hucreyeke 6 metrekare hate kirin. Abdullah Ocalan, di hevdîtina rojek piştre ya bi parêzeran de hucreya behsa xeberê weke “Kora mirinê” û “Darbeya 17’ê mijdarê” nirxand. Abdullah Ocalan, piştî tecrîda mutleq a 43 mehan, di 23’yê cotmehê de bi biraziyê xwe Omer Ocalan re hevdîtin kir û got ku tecrîd hêj didome. 
 
'TECRÎD, PERGALA ÎŞKENCEYÊ YE’
 
Ji paêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Emran Emekçî “Darbeya 17’ê Mijdarê” û pergala li Îmraliyê nirxand. Emekçî, da zanîn ku Îmrali, demekî kin beriya komploya 15’ê Sibata 1999’an hatiye dîzaynkirin û wiha got: “Ne li gorî qanûn û Destûra Bingehîn, li gorî tecrîdê hatiye avakirin. Tecrîd jî rêbazekî îşkenceyê ya zirav e. Ji hêla psîkologên Pentaganê ve bi taybet hatiye amadekirin. Armanc jî ew e ku kes bi tenê were hiştin, têkiliya bi civakê re were qutkirin, îradeyê bişikînin û bikişînin ser xeta xwe. Ji ewil jî li ser birêz Ocalan hate ceribandin. Birêz Ocalan jî di nirxandinên xwe de vê rewşê weke ‘girtina bi milyonan mirovan a di hucreyê de” nirxand. Armanc ev bû û sepanên wê jî li gorî vê hatin pêşxistin.” 
 
RÊBAZA LI ÎMRALIYÊ KETIYE MERIYETÊ
 
Bi domdarî Emekçî, anî ziman ku piştî Projeya Rojhilata Navîn a Demokratîk ku Abdullah Ocalan li dijî Projeya Rojhilata Navîn a Mezin pêş xistî, tecrîd hêj girantir bûye û ev tişt anî ziman: “Di esasê xwe de li vir tişta tê hedefgirtin, hewldanên Abdullah Ocalan ên ji bo çareseriya demokratîk û aştiyê ne. Birêz Ocalan, xwest hewldanên xwe yên ji bo çareseriya demokratîk û aştiyê di sala 1993’yan de bi Ozal re pêş bixe. Lê belê ev pêvajo bi mirina biguman a Ozal re hate sabotekirin. Dema bersiv ji agirbesta 1995’an re dihat dayin, di 6’ê gulana 1996’an de li dijî birêz Ocalan suîqest hate kirin. Anku bi wê sûîqestê hewl dan muxatabê sereke yê aştiyê tune bikin. Piştre jî rêbazeke nû xistin meriyetê. Bi komployê revandin, radestî Tirkiyeyê hate kirin û bi rêya tecrîda girankirî jî mirineke bi demê re hatiye vehêlandin xistin meriyetê. Em ji vê re dibêjin korîdora mirinê. Anku rejîma em jê re dibêjin girtîmayîna heta mirinê, şêweyeke îdama postmodern e.” 
 
Parêzer Emran Emekçî
 
PERGALA TECRÎDÊ YA JI 3 QONAXAN PÊK TÊ
 
Emekçî, diyar kir ku pergala tecrîdê ya li Îmraliyê ji 3 qonaxan pêk tê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pêvajoya ji sala 1999’an heta 2005’an pêvajoya avakirina tecrîdê ye. Wê demê darizandinên Îmraliyê hebûn û heta astekî bi malbat û parêzeran re hevdîtin dihatin kirin. Şert û mercên Îmraliyê giran bûn û ji ber hewayê, tenduristiya mirov xerab dibû. Rifat Ilgaz digot; ‘Mirovek nikare li vir 2 salan li ber xwe bide.’ Di 1’ê hezîrana 2005’an de di qanûnê de guhertin hate kirin û pergala tecrîdê ya li Îmraliyê derbasî qonaxa duyemîn bû. Di vê pêvajoyê de tecrîd bêhtir giran bû. Bi van qanûnan re pirtûkxane ji dest hate girtin û tenê destûra 3 pirtûkan dan. Her wiha sepanên cuda ketin meriyetê. Mewzûata dewletê bi awayekî komî li gorî birêz Ocalan hate dîzaynkirin. Qanûnên wê demê ketin meriyetê îro li gelek girtîgehan di meriyetê de ne. 
 
Hucreya birêz Ocalan jî di vê serdemê de hate guherandin.  Birêz Ocalan ji bo hucreyê digot; ‘Hesta mirinê di mirov de ava dike û ya herî girîng jî ez bêhewa dimînim.’ Anku weke hewldaneke fetisandina îrade û fîzîkî dinirxand. CPT wê demê çû giravê û raporek amade kir û hinek pêşniyar kir. Yek aliyekê Darbeya 17’ê Mijdarê jî, bi awayekî bersiv didan hewldanên ji bo çareseriyê. Birêz Ocalan di hevdîtinên bi parêzeran re de ji bo cezayên hucreyê digot; ‘Li vir li min ferz dikin ku mijarên siyasî neaxivim.’ Heta di hevdîtinên bi parêzeran re de mudaxile dihate kirin û digotin; ‘Axaftinên siyasî neke.’ Birêz Ocalan ji bo vê digot; ‘Ez rêberekî polîtîk im û weke Rêberê PKK’ê têm darizandin. Ma dê li ser çîçek û kêzikan biaxivim.’ Bi van gotinan ev zext qebûl nedikir.” 
 
SEKNA ABDULLAH OCALAN A LI ÎMRALIYÊ 
 
Emekçî, destnîşan kir ku tiştên diqewimin parçeyeke komployê ye û wiha pê de çû: “Birêz Ocalan, got; ‘Komplo li ser mirina min hate pêşxistin û heke ez bikevim nava hewldaneke wiha dê komplo bi ser keve.’ Heke birêz Ocalan bi awayekî li wir were bidarvekirin an jî ji hêla fîzîkî ve were tunekirin, dê şerê tirk-kurdan kûrtir bibe. Jixwe hesabên komplogeran di vê mijarê de hebûn. Heke tifaqa yekitiya demokratîk a tirk-kurdan bihata avakirin dê komplo vala derketibûya. Hem Tirkiye, hem kurd hem jî Rojhilata Navîn dê ev pirsgirêk nejiyana. Birêz Ocalan di cîlda 5’emîn a parastina xwe de dibêje; ‘Min fêm kir ku Tirkiye ne dikare li ser navê xwe şer bike ne jî aştiyê bike. Rola ku dayina Tirkiyeyê ew bû ku parastina berjewendiyên pergalê yên li herêmê û rola cendirmetiyê bû.’ Tesfiyekirina Ozal, felckirina Ecevît, paşvegav bi Erdogan dan avêtin, ev teke ji ber vê ye. Lewma jî fikriyata Rêya Sêyemîn hate pêşxistin. Bi Rêya Sêyemîn re xwest hêzên demokrasiyê di bin heman sîwanê de bîne gel hev, bibin rêveberî û bi guherandina destûra bingehîn vê valahiyê tije bike. Birêz Ocalan, got; ‘Sekna min a li vê derê, ji veguherîna demokratîk re erê, ji tesfiyeyê re na ye.’ Kurteçîroka sekna birêz Ocalan a 25 salan a li Îmraliyê ev e. Lê belê dewlet û hikûmetê di van 25 salan de her tim bi tesfiyeyê bersiv da.” 
 
SERDEMA TECRÎDA MUTLEQ 
 
Emekçî, anî ziman ku qonaxa sêyemîn a pergala tecrîdê ya li Îmraliyê jî tecrîda mutleq e û wiha got: “Ev qonax jî piştî hewldana derbeyê ya 15’ê tîrmeha 2016’an kete meriyetê. Dema em li biryara 1’emîn Dadgeriya Înfazê ya Bursayê ya di tîrmeha 2016’an de dinihêrin, qedexekirina hevdîtinên bi parêzeran re, qebûlkirina ziyaretvanan, qedexeya hevdîtina li ser telefonê, anku tecrîda mutleq rêz kirine. Bi awayekî giştî mafên girtiyan ên sereke binpê kirine. Tecrîd, di heman demê de berdewamiya pêvajoya derbeyê ye. Qeyûm, di heman demê de qanûnên derbeyê ne. Di 20’ê tîrmehê de tecrîda mutleq a li dijî birêz Ocalan pêş xistin. Di 21’ê tîrmehê de jî biryarnameyek derxistin û bi vê re li qanûna şaredariyan madeyeke pêvek lê zêde kirin. Bi vê yekê re pêşiya qeyûman vekirin. Ya ku niha di meriyetê de jî rejîma hiqûqê ya îstîsnaî ye.”
 
'DIVÊ OCALAN AZAD BIBE’
 
Emekçî, bal kişand ser hevdîtina Abdullah Ocalan a piştî 4 salan bi biraziyê xwe Omer Ocalan re kirî û ev tişt anî ziman: “Birêz Ocalan got ku tecrîd didome. Ev hevdîtina bisînor nayê wateya rakirina tecrîdê. Ji ber ku hikûmxwarekî jirêzê jî hefteyê rojekê li ser telefonê diaxive, serdanên malbatê û hevdîtina rû bi rû hene. Ev qanûn, mafên gerdûnî ne. Jixwe gelê kurd ji Lozanê heta niha tecrîdê dijî. Ev tecrîd dê çawa were rakirin? Bi naskirina mafên şexsî û kolektîf ên kurdan re û bi vekirina deriyên Îmraliyê re. Biryarên DMME’yê li holê ne. Divê azadiya birêz Ocalan were naskirin. Mîna De Klerk divê qanûnên muzakereyê yên wêrek bên derxistin û ev kar bê bidawîkirin.” 
 
'DIVÊ BINGEHA PÊWÎST WERE AMADEKIRIN’
 
Emekçî, axaftina xwe wiha qedand: “Birêz Ocalan di hevdîtina dawî de got; ‘Heke derfet çêbibin, ez xwedî wê hêza teorîk û pratîk im ku pêvajoya pevçûn û tundiyê derbasî zemîna hiqûqî û siyasî bikim.’ Ji bo birêz Ocalan bikare rola xwe ya çareseriya demokratîk û aştiyê bilîze, divê bingeha pêwîst were amadekirin. Heke şert û merc bên avakirin, dê pêvajo dest pê bike. Wê demê dê nexşerê jî were amadekirin. Dê bi biryardarî û biîradeyî ev nexşerê were cîbicîkirin. Pirsgirêk wiha çareser dibe. Ya din vala ye. Li tevahiya pêvajoyên aştiyê yên cîhanê binêrin. Du alî ye. Bi rewşa nepevçûniyê dest pê dike, bi nexşerêyê didome û bi destûra bingehîn bi encam dibe. Aştiyeke yek alî ya ‘bi tîpa tirkan’ aştiyeke sexte ye. Birêz Ocalan, parametreyên aştiyeke birûmet diyar kiriye. Bi vê yekê re hem dewlet hem hikûmet hem jî gel bi hev re qezenc dikin. Lê rêbaza din tenê bi kêrî kûrkirina şerê kurd-tirkan û komployê tê. Ji kurdan bêhtir bi tirkan dide windakirin. Binêrin, rewşa dewletê ya niha mînaka vê ye. Ketine nava çiravekê. Ji bo nirxandina vê yekê birêz Ocalan  şensekî pir mezin e.” 
 
MA / Îbrahîm Irmak 
 

Sernavên din

24/11/2024
09:01 Jinên Êzidî êdî xwedî hêz û birêxistinkirî ne
09:00 ROJEVA 24’Ê MIJDARA 2024’AN
08:36 Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan bi şertê hefsa malê hate berdan
23/11/2024
20:49 Dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ li ser Pira Deh Derî olan da
20:44 Walîtiya Amedê dirûşma ‘Jiyan jiyan azadî’ qedexe kir!
16:51 Li gelek bajaran protestkirina qeyûman: Em ê serî netewînin
16:44 Li Cizîrê di meşa 25'ê Mijdarê de tecrîd hat protestokirin
15:59 Li Êlihê qeyûm hat protestokirin: Em biryara ku vîna gel tune dihesibîne nas nakin
14:45 Çalakiyên 25'ê Mijdarê: Em ê têkoşîna azadiyê bilind bikin
13:42 Dayikên Şemiyê: Em ê dest ji daxwaza xwe ya ji bo edaletê bernedin
13:37 Li Wanê JINKART hat belavkirin
13:09 Çîrokên kesên kiryarên wan nehatî eşkerekirin
13:06 Cenazeyê Mîne Sevjînê hat definkirin
13:00 Kujerê Leyla Urenê hat girtin
11:35 Parêzer Bîlmez: Dema azadiya Abdullah Ocalan hatiye
10:29 Qeyûm Şaredariya Dêrsimê veguherand qereqolê
10:23 Alî Orek piştî 31 rojan li Hezexê hat definkirin
09:04 Hayko Bagdat: Divê her kes ji bo aştiyê berpirsiyariya xwe bi cih bîne
09:03 MA Musîc wê li Stenbolê Egîdê Cimo Ma veke
09:01 ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2024'AN
22/11/2024
22:11 DEM Partî: Qeyûm ferzkirineke teslîmiyetê ya pûç e
20:13 Qeyûm tayinînî şaredariyên Pulur û Dêrsimê hatin kirin
18:42 Cezayê kujerê Şerzan Kûrt hat kêmkirin!
18:37 OHD: Astengkirina berdanê ji bo girtiyên siyasî veguheriye pergala îşkenceyê
18:25 Çalakiyên 25'ê Mijdarê: Em ê bi hev re tundiyê rawestînin
16:10 Li Êlihê li dijî qeyûman banga mezinkirina têkoşînê hate kirin
15:58 ‘Hûn nikarin îradeya gel teslîm bigirin’
15:05 Di sê salan de 87 serlêdanên têkildarî hewldanên sîxûrkirinê: Lêpirsîn tune ne
14:18 Tedawiya dayika Aklîmeyê didome
14:05 Li Rihayê jinek hate qetilkirin
14:04 Xebatên lêgerînê yên ji bo dîtina ciwanê winda didomin
13:27 Navenda Piştevaniya Jinê ya qeyûm girtibû dîsa hate vekirin
13:19 Li Amedê ‘Komxebata di aboriyê de jin’ hat lidarxistin
12:46 Polîsan di bin çavan de strana ‘Olurum Turkiyem’ dan guhdarkirin
12:15 Înîsiyatîfa Hunerê ya ji bo Azadiyê li Êlihê ye: Em ê piştevaniya xwe bidomînin
12:00 Doza rojnameger Kizilkaya û Çaralan hate betalkirin
11:59 Ji bo rojnameger Osman Akin biryara beraetê hate dayin
11:38 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:37 Ayşegul Dogan: Li şûna domandina tecrîdê guh bidin dengê Ocalan
11:29 Walîtiyê di roja danişînê de agahî xwestiye!
11:04 Nobeta li Dêrsimê hatiye destpêkirin didome
11:02 Kampanyaya pereşandina ji girtiyan re: Em li cem zarokên xwe bin
10:29 Hevseroka Giştî ya ESP’ê Hatîce Denîz Aktaş: Rêya çareseriyê ji Îmraliyê re derbas dibe
10:18 AYM’ê ji bo îşkenceya polîsan biryara binpêkirinê da
09:39 Parêzer Kaya: Ger pirgsirêka kurd neyê çareserkirin, wê hin kesên din werin çareser bikin
09:38 TSK'ê doza tazmînatê li malbatên HPG'iyên hatin kuştin kir
09:05 Armanca ‘Qanûna Rewşa Kesî’ çi ye?
09:04 Welatiyên îzmîrî: Azadiya jinê tê wateya hebûna jiyanê
09:00 ROJEVA 22’YÊ MIJDARA 2024’AN
21/11/2024
20:49 Hejmara kesên ku di êrişên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dan 44 hezarî derbas kir
19:57 Hevserokên DEM Partiyê yên Esenyûrtê hatin girtin
19:21 Ji Înîsiyatîfa ji bo Azadiyê Huner li dijî qeyûm banga piştevaniyê
19:01 Ûgûr Kaymaz û bavê wî li ser gorên xwe hatin bibîranîn
18:34 Ji girtiyên jin re kart hatin şandin
16:39 ‘Civaka azad dê bi têkoşîna jinan bê avakirin’
16:26 Li pêşiya Şaredariya Xelfetiyê bang kirin: Qeyûm tu ji ku yî?
16:02 9 partiyên siyasî li Meclisê li dijî qeyûman pêşniyarqanûn dan Meclisê
15:52 Cezayê li Konak hatiye birîn li Dêrsimê hat protestokirin: Em ê serî netewînin
14:43 Bîlîcî yê ku Soylu weke referans nîşan da sextekar derket
14:22 Hevserokên Giştî û Erbakan daxuyaniyê didin
14:20 DAD’ê ji bo Şaredariya Dêrsimê banga piştevaniyê kir
13:27 Nobeta li Xelfetiyê: Em bi hilbijartinê hatin, bi qeyûm naçin
13:21 DEM Partî çû serdana YRP’ê: Çareseriya pirsgirêka kurd dê ji bo aştiya Rojhilata Navîn sûdewer be
13:04 Li Çiyayê Bagokê liv û tevgera SÎHA’yan
12:55 Di doza rojnameger Kaya de dê li benda biryara Dadgeha Bilind bisekinin
12:50 Dîroka hevdîtina hevserokên giştî ya bi Ozgur Ozel re diyar bû
12:45 Kampanyaya pereşandina ji girtiyan re hate destpêkirin
12:32 Nobeta li Dêrsimê didome: Em ê destûrê nedin xespkirina îradeyê
12:01 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:30 Qeyûmî zilamek li Koordînatoriya Midûriyeta Jinan tayîn kir
11:09 Cezayê rojnameger Paksoy hate erêkirin
10:48 ‘Tirkiye yan dê Îmraliyê weke muxatab bibîne yan jî dê bikeve rewşa Îranê’
10:13 MYK’a DEM Partiyê dê bi rojeva tecrîd û qeyûm bicive
10:12 Mamosteyên kurdî bertek nîşanî qeyûm dan û îstîfa kirin
10:00 Ji bo Abdullah Ocalan 6 mehên din jî hevdîtina bi parêzeran re hat qedexekirin
09:42 Di hewayên sar de rawestgeha ewil dibe biharatfiroş
09:26 Hozan Aydin metirsiya jiyanî derbas kir
09:26 Ji AYM’ê biryara têkildarî ‘pasaportê’
09:25 Li girtîgehê axaftina bi tirkî li girtiyan tê ferzkirin
09:05 Siyasetzan Onal: Wê Trump helwesta xwe ya berê dubare neke
09:01 Ji jinên wanî banga meşê
09:00 Hinceta cezayê ku li Sûbaşî hatiye birîn: Xebatên kurdî
09:00 ROJEVA 21’Ê MIJDARA 2024’AN
20/11/2024
16:43 Li Xelfetiyê hevşaredar hatin astengkirin
16:28 DEM Partiyê bertek nîşanî cezayan da: Hûn ê weke derbekar bên bîranîn
16:22 Çalakiyên 25’ê Mijdarê: Banga tevlibûna meşa Taksîmê hate kirin
15:49 Hatîmogûllari: Divê tecrîd rabe û Abdullah Ocalan biaxive
15:33 Ji TUAY-DER’ê ji bo girtiyan kampanyeyeke nû
15:25 Roja Mafên Zarokan: Polîtîkaya necezakirinê biterikînin, peymanên navneteweyî pêk bînin
14:15 Rojnameger Namik Taranci li ser gora xwe hate bibîranîn
14:07 Tezkereyên parêzbendiyan şandin Komîsyona Têkel a Meclisê
13:41 6 sal û 3 meh cezayê hefsê dan Hevşaredarê Dêrsimê Konak
13:17 Li Hevşaredarê Colemêrgê Akiş 9 sal cezayê hefsê hate birîn
13:13 Nobeta li Xelfetiyê di roja 17’emîn de didome
13:07 Encama Pêşbirka Resman a Ceylan Onkolê diyar bû
13:04 DEM Partî li pêşiya wezaretê ye: Di her 10 deqeyan de jinek tê qetilkirin
12:49 Tora Mafên Zarokan a Amedê hat damezrandin
12:21 Li Wanê civîna ‘seferberiya xwerêxistinkirinê’
12:17 Li Amedê otobûs bi rengê binevşî hatin xemilandin
12:03 Hevserokên DEM Partiyê yên Êlihê: Berxwedana me dê bidome