Çîrokên kesên kiryarên wan nehatî eşkerekirin

  • rojane
  • 13:09 23 Mijdar 2024
  • |
img

AMED - Xizmên Windayan û Komeleya Mafê Mirovan a Amedê di hefteya 824’an de çalakiya ji bo windayan li dar xist. Di çalakiyê de tundî û kuştina li ser jinan û tayînkirina qeyûman hat şermezarkirin.

Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (KMM) a Amedê wek her hefteyê çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li dar xist. Çalakî di hefteya 824’emîn de li ber Birdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolû ya Amedê hat lidarxistin. Xizmên Windayan, rêveberên KMM’ê, endamên Meclisa Jinan a KESK’a Amedê, endamên Komeleya Jinan a Rosayê û gelek kes tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hilgirtin û pankarta ji wêneyên windayan pêk tê li erdê hat raxistin.

Jinên KESK’î bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Cîhanê qerenfîl li Xizmên Windayan belav kirin.

‘JIN JIYAN E, JIYANÊ NEKUJIN’

Rêvebera KMM’ê ya Amedê Sûzan Mehmetoglû ewilî axivî û bi rasthatina 25’ê Mijdarê bal kişand ser têkoşîna jinan a li dijî tundiyê û kuştinên jinan û got: “25’ê Mijdarê ji bo me rojekî pirr girîng e. Di van salên dawî de kuştinên jinan û zarokan roj bi roj zêdetir dibe. Em van kuştinan şermezar dikin. Li ser jinan tundiya derûnî, fizîkî û aborî tê kirin. Em naxwazin tundî li jinan bê kirin û bên kûştin. Wê jin her tim li ber van kuştinan rabin û dest bidin hevdû û li qadan bin. Wê jin têkoşîna xwe xurt û bilind bikin. Em ê tundiyê û kuştinan bidin qedandinê. Em jinên têkoşer ku ji nav ne bar kirine jî bi bîr tînin. Heta ku jinek hebe wê têkoşîna jinan bê meşandin. Em bang dikin û dengê xwe bilind dikin; jin jiyan e jiyanê neqedînin û nekujin. Jin jiyan e, jiyan jî bi jinan ve ava ye. Dema jin tune bin jiyan jî tune ye. Heta ku jin azad nebin, civak jî azad nabin.”

‘DIVÊ DEST JI POLÎTÎKAYA QEYÛMAN BÊ BERDAN’

Mehmetoglû bal kişand ser tayînkirina qeyûmên ser şaredariyên Dêrsim û Pilûrê û got: “Şevê dinê dîsa qeyûm danîn Dêrsimê û Pilûrê. Danîna qeyûm desteserkirina îradeya gel e. Divê demildest dest ji vê tayînkirina qeyûman bê berdan. Em dibêjin şaredarî îradeya gel e, qeyûm ne îradeya gel e. Em polîtîkaya qeyûman şermezar dikin.”

Piştre endama Meclisa Jinan a KESK’a Amedê Hatûn Leyla Tuncer axivî û bal kişand ser çalakiya Xizmên Windayan.

SERPÊHATIYA DU XWIŞKAN

Endama Komîsyona Windayan a KMM’a Amedê parêzer Berfîn Elçî jî serpêhatiya Tayyîbe  û Mumîne Sîncar ên xwişkên hev ku di sala 1994’an de li ku li navçeya Mahserta Mêrdînê ji aliye leşkeran ve hatibûn kuştin, hat xwendin. Elçî qala kuştina her du xwişkan kir û xwest faîlên wan bên darizandin. Elçî anî ziman ku malbata Sîncar gotiye ji ber ku wan cerdevaniyê qebûl nekiriye ev qetlîam li hemberî wan pêk hatiye.

Piştî daxuyaniyê ji bo bîranîna her du xwişkan û hemû windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. ÊLIH

 
Li Êlihê jî ÎHD û xizmên windayan di hefteya 660;'Î de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Kolana Gulîstanê hatin cem hev. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hilgirtin û pankarta "Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin" hat vekirin. xizmên windayan, parêzvanên mafên mirovan, endamên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (Şaxa Êlihê) (OHD) û Komeleya Piştevanî, Yekîtî û Çandê ya bi Malbatên Li Dewgûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER) , rêveberên  DEM Partî, DBP û gelek kes tevli çalaiyê bûn. 
 
Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Halît Boran ê ku di 19'ê Cotmeha 1995'an de li Taxa Aksarayê ya navçeya Fatîhê ya Stenbolê hat binçavkirin careke din agahî jê nehat girtin, hat pirsîn.  
 
Di daxuyaniyê de Endamê ÎHD'ê Zana Yucel Bozkurt axivî û diyar kir ku heta aqûbeta windayan bê aşkerakirin dê bipirsin. Zana Yûcel Bozkurt diyar kir ku Halît Boran ê ji gundê Heregê yê navçeya Licê ya Amedê ji bo xebatê çûbû Stenbolê, li Aksarayê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin û piştî 8 rojan malbat û xizmên wî bi rêya Televîzyoneke taybet agahiya binçavkirina wî girtine.
 
Zana Yucel Bozkurt, anî ziman ku ev nûçe û wêne roja din di Rojnameya Sabahê de hatin weşandin û got ku piştre malbata wî bi saziyên fermî re têkilî danîne û eqûbeta kurê xwe pirsîne. Zana Yucel Bozkurt, da zanîn ku rayedarên fermî yên serî li wan hatiye dayîn, bersiva qeydeke wiha li cem wan tune ye dane malbatê û got, "Tevî hemû hewldanên malbatê, Halît Boran ji wê rojê û vir ve careke din agahî jê nayê girtin."
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
 
COLEMÊRG
 
Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê û xizmên windayan di hefteya 150'emîn a çalakiya xwe de li Kolana Hunerê a navçeya Geverê hatin cem hev. Di çalakiyê de pankarta "Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin" û wêneyên windayan hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de, berpirsyarên kuştina kirina Îslam Terkoglu yê ku di 23'ê Mijdara 2003'an de li gundê Oremarê yê Geverê dema êzing kom dikirin ji aliyê leşkeran ve hat qetilkirin, hatin pirsîn. 
 
Rêveberê Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê Ozan Tekîn Akbaş daxuyanî xwend.
 
Tekîn Akbaş, bi bîr xist ku Îslam Terkoglu û hevalê wî Reşît Soydan di 23’ê Mijdara 2006’an de saet di 23.00’an de ji bo êzingên ku berhev kirine bibin Geverê di rê de bûnê û li ser rê ji aliyê leşkeran ve hatine rawestandin û wiha got: “Leşkeran bêyî hişyariyê gule li wesayitê reşandin û Îslam Terkoglu hat qetilkirin. Reşît Soydan bi saxî xilas bû. Ligel ku leşkeran pê hesiyan ku Terkogluyê ku gulebaran kirine sivîl  xwestibûn wî rakin nexweşxaneyê, lê Terkoglu di rê de jiyana xwe ji dest da. Di heman demê de Walîtiya Colemêrgê jî daxuyaniyek da û diyar kir ku 2 terorîst hatine kuştin, lê Reşît Soydan bêyî ku sewqî Edliyeyê bê kirin, ji tabûra cendirmeyan a ku birin Midûriyeta Polîsan a Colemêrgê hate berdan. Parlamenterê Colemêrgê yê sdemê der barê qetilkirina Terkoglu de bêşniyarpirs dabû meclisê. Di bersiva Wezareta Karên Navxweyî ya ji bo pirsa parlementeriyê da hat gotin ku der barê bûyerê de bi berfirehî lêkolîn hat kirin û hat qebûlkirin ku kesê gule lê hatiye barandin gundî ye."
 
BILA KIRYAR BÊN DARIZANDIN
 
Tekîn Akbaş, anî ziman ku hemû serlêdanên hiqûqî yên malbata Terkoglû hatine redkirin û got, “Ti lêpirsîn nehat kirin. Bi vî awayî aqûbeta Îslam Terkoglû yê ku ji bo debara jiyana malbata xwe bike û ji bo zivistanê êzingan peyda bike hat qetilkirin, aqûbeta wî nediyar ma. Em ji vir bang li rayedaran dikin: Divê di doza Îslam Terkoğlu de edalet pêk were, kiryar bên darizandin. 
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
 
ÎZMÎR
 
Endamên Şaxa İHD'ê ya Îzmîrê ji ber şert û mercên xirab ên hewayê daxuyaniya vê hefteyê li avahiya komeleyê dan. Ji ber 25’ê Mijdarê daxuyaniya vê hefteyê ji aliyê Komîsyona Jinê ya Komeleyê ve hat dayîn. Di çalakiya vê heftê de aqûbeta Gulistan Doku ya ku ji 5'ê Çileya 2020'an û vir ve li Dersimê winda bû û ti agahî jê nayê girtin, hate pirsîn.
 
Rêvebera Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê Gulay Gûn Bîlîcî, di çalakiyê de bal kişand ser bûyera windabûna xwendekara Beşa Pêşxistina Zarokan a Zanîngeha Mûnzûrê Gulîstan Doku.

Sernavên din

27/11/2024
09:25 Li Wanê rêyên 158 gundan ji ber berfê hatin girtin
09:12 Di ser kuştina belavkarê rojnameyê Işik re 31 sal derbas bûn
09:07 Av. Sarsilmaz: Wê girtina min bibe sedema ku ez têkoşînê mezin bikim
09:03 Ji Şaredariya Silopiyayê xizmeta li ser esasê jinê
09:02 Kadriye Dogan: Qeyûm êrişa li pergala hevserokatiyê ye
09:01 Di doza MCG Towerê de ji bo peywirdarê cemaweriyê doza lêpirsînê nehat dayîn
09:00 ROJEVA 27’Ê MIJDARA 2024’AN
26/11/2024
21:52 Li meclisê dirûşma 'Jin jiyan azadî' hat berzkirin
21:50 Li Dêrsimê 4 kes hatin girtin
16:45 Li emniyetê lêgerîna tazî li rojnameger Alayumat hate ferzkirin
16:33 Binçavkirina rojnamegeran dê sibe li Amedê bê protestokirin
16:27 DBP û DEM Partiyê bertek nîşanî binçavkirinan dan
16:14 Li Dêrsimê qeyûm hat protestokirin: Pêşeroj dê ya berxwedêran be
15:30 Ozel: Heke li ser bingeha mutebeqeta civakî be em jê li gel in
15:25 Kesên hatin binçavkirin tînin Enqereyê
15:18 Li Wanê piştgirî dan kampanyaya ‘pereşandina ji girtiyan re'
14:43 Li Agiriyê berf bariya
14:43 Danişîna Emîne Şenyaşarê hate taloqkirin
14:04 Hevserokên giştî ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li Wezareta Dadê dan
13:54 Li 30 bajaran 231 kes hatin binçavkirin
13:45 DFG: Rojnamegerên binçavkirî berdin
13:43 Girtiyê nexweş nabin nexweşxaneyê
13:39 Ahmet Turk îdiaya hevdîtina bi Bahçelî re derewand
13:36 DEM Partî ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re dê serî li wezaretê bide
13:01 Helbestvan û nivîskar jî hatin binçavkirin
12:45 Bakirhan ji îktîdarê re got: Di hewza vala de soberî nayê kirin
12:42 Bahçelî: Em li bendê ne ku di navbera Îmrali û DEM Partiyê de pêwendî çêbibin
11:36 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:19 AKP-MHP’ê destûr neda di balafiran de xizmeta kurdî were kirin
11:03 MKG’ê bertek nîşanî binçavkirina rojnamegeran da û got: Tavilê berdin
10:15 Hozan Diyar: Heta tecrîda li Îmraliyê bi dawî nebe pêşketineke mayinde nabe
09:40 Ji jinên girtî nameya 25'ê Mijdarê: Têkoşîna li dijî tundiyê bi xweparastinê pêkan e
09:22 Li Amedê berfa ewil a îsal bariya
09:04 Di êrişên Îsraîlê de 12 filistîniyan jiyana xwe ji dest dan
09:04 Franzîska Stîer: Qeyûm parçeyeke ji zilma li ser gelê kurd e
09:03 Li bazaran dema deynkirinê
09:01 Li Gabarê dîmenên nû yên talankirina xwezayê
09:01 ROJEVA 26’Ê MIJDARA 2024’AN
08:48 Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin: Hevşaredar û rojnameger hatin binçavkirin
25/11/2024
22:52 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê pirsgirêka hatçûnê ya 30 salî çareser kir
21:55 Bi hezaran ji ji Karakoyê bang kirin: Em jiyanê dixwazin
21:49 Li Amedê meşa girseyî: Jin, jiyan, azadî olan da
21:46 Li Mexmûrê meşa 25'ê Mijdarê
17:00 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 25’ê Mijdarê
16:40 Jin li dijî tundiya mêr-dewletê daketin qadan
16:29 Rêxistinên Elewiyan li Dêrsimê bang kirin: Em qeyûmê xespkar qebûl nakin
15:04 Li kampusa zanîngehê pankarta bi 3 zimanan pankarta 'Jin jiyan azadî' vekirin
14:59 Tifaqa Dêrsimê ji bo piştevaniyê çû serdana Sarigul
14:39 Di meşa 25’ê Mijdarê ya li Êlihê de hêrsa li dijî qeyûm
14:30 'Tundî herî zêde li girtîgehan tê kirin'
13:54 Li Mêrdînê liv û tevgera leşkerî: Koçer ji herêmê tên derxistin
13:47 Nifûsa Iraqê hat eşkerekirin
13:47 Cenazeyê zarokê winda bûbû di Çemê Zê de hate dîtin
13:46 ÎHD’ê ji bo Hatîce Onaran banga tehliyeyê kir
13:33 Li Wanê meşa 25’ê Mijdarê: Dê jinên li ber xwe didin bi ser kevin
13:24 Hedefa ewil a qeyûman kurdî û navendên jinan bûn
12:59 Rapora ÎHD’ê: Di salekê de li bakurê Kurdistanê herî kêm 114 jin hatin qetilkirin
12:52 Hêzên rejîmê kolbereke jin qetil kirin
12:45 TJA: Hûn dê dengê me yê Jin, jiyan, azadî li Taksîmê bibihîsin
12:41 Li Dîlokê jinek hate qetilkirin
12:15 Peyama MKG’ê ya 25’ê Mijdarê: Em ê têkoşînê mezintir bikin
12:00 Levent Tuzel: Ji bo çareseriyê divê makezagon bê sererastkirin
11:32 Polîsan derb kirin û dozgeriyê derheqê wan de lêpirsîn vekir
11:19 Îtîraza rojnamegerê cezayê muebbetê lê hate birîn red kirin
11:04 Çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê: Di 10 mehan de 316 jin hatin qetilkirin
10:56 Zilamên li dijî tundiyê çalakî li dar xistin: Heta jin azad nebe civak jî azad nabe
10:37 Bi hinceta ‘bifikar e’ pirtûka wî bi xwe nivîsandî nedanê
10:21 Ji bo kampanyaya pereşandina ji girtiyan re bang kirin
10:09 Li Mêrdînê rengên payîzê
10:09 Li Qoserê ji ber barîna zêde malek tebiqî: 2 kes birîndar bûn
10:08 Bi boneya 25’ê Mijdarê 9 saziyên jinan hatin vekirin
09:00 ROJEVA 25’Ê MIJDARA 2024’AN
09:00 Ji bo bajarên Bakur hişyariya barînan hate kirin
08:59 Li Dêrsimê berf bariya
08:38 Bîrsen Orhan: Em ê dev ji vegotina heqîqetê bernedin
08:29 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Heta Hetayê Jin Jiyan Azadî’ derket
24/11/2024
16:46 Ma Musicê li Stenbolê şaxa xwe vekir
16:08 Hevşaredar Bîrsen Orhan sewqî edliyeyê hate kirin
15:59 Jinan li qadan got: Jin, jiyan, azadî
15:21 Qeyûm li gelek bajaran hatin protestokirin
14:17 Ozel: Meseleya esasî ya qeyûman, cezakirina gel e
14:07 ‘Nêzikatiya pratîk a îktîdarê, qeyûm e’
14:06 Zilaman li dijî qedexeyê dirûşma 'Jin jiyan azadî' berz kirin
13:34 Li Şirnex û Erziromê xespkirina îradeyê hate protestokirin
13:16 Tulay Hatîmogûllari: Me serî li ber rejîma faşîst netewand û dê netewînin
12:56 Jin li dijî xespkirina îradeyê meşiyan: Yên li ber xwe didin dê bi ser kevin
12:33 AYM’ê ji bo guhdarîkirina hevdîtina girtiyan biryara binpêkirinê da
12:30 Hîzbullahê êrişî Îsraîlê kir
12:30 NADA: Çareserî azadiya jinê ye
12:04 Kovara Jinê bi manşeta ‘Xweparastin û berxwedan’ derket
11:55 Halîde Turkoglû: Qedexekirina ‘Jin, jiyan, azadî’ nîşaneya tirsa wan e
10:59 Li Afyonê di qezayê de 30 kes birîndar bûn
10:58 Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan ji bo îfadeyê çû emniyetê
10:45 Sewalvan li şûna îthalatê piştgiriyê dixwazin
10:17 Berteka li dijî qeyûm: Dê neviyên Seyîd Riza serî netewînin
10:05 Mukaddes Erdogdu Çelîk: Ji bilî Konfederalîzma Demokratîk tu çareserî nînin
09:20 Gunduz ê 31 sal in girtî ye ji doza ‘heqaret li serokkomar kiriye’ beraet bû
09:02 Dr. Achkar: Li Lubnanê hewcehî bi têkoşîna jinan a rêxistinkirî heye
09:01 Jinên Êzidî êdî xwedî hêz û birêxistinkirî ne
09:00 ROJEVA 24’Ê MIJDARA 2024’AN