Bakirhan bang li şaredariyan kir: Divê astengdar bikarin xwe bigihînin xizmetan

  • rojane
  • 12:02 15 Kanûn 2024
  • |

AMED - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan got ku tekane partiya ji bo astengdaran xwedî manîfesto partiya wan e û banga “Divê astengdar bikarin xwe bigihînin xizmetan” li şaredariyan kir. 

Lansmana têkildarî Rêziknameya Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Kalan a ji hêla Desteya Rêveberiyên Herêmî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Komîsyona Astengdaran ve hatiye amadekirin, hat lidarxistin. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, hevşaredar û nûnerên saziyan jî tev li lansmanê bûn  
 
Bakirhan, di lansmanê de axivî û got ku şer û pevçûn qadên jiyanê yên astengdaran texrîb dikin. Bakirhan, got ku divê her kes li dijî şer bisekine. Bakirhan, diyar kir ku pergal li dijî astengdaran jî şer dike û ev tişt anî ziman: “Nêzî 10 milyon astengdar li vî welatî hene lê mixabin tu qanûnên ku jiyana wan hêsantir bikin û weke hemwelatiyên wekhev bijîn tune ne. Ji bûdçeyê ji sedî 1,2 par jê re vediqetînin. Wê jî kes nizane bê li ku xerc dikin.” 
 
TÊKOŞÎNA JI BO JIYANEKE WEKHEV
 
Bakirhan, destnîşan kir ku ev xizmeta ew ji bo astengdaran dikin pir bi qîmet e û ev soz da: “Em soz didin ku em ê ji bo xizmeteke wekhev ji Kurdan, jinan, Elewiyan, astengdaran, penaberan û hemû beşên civakê were kirin, têkoşîna xwe bidomînin.” 
 
PEYMANA MAFÊN ASTENGDARAN A NY’Ê BI BÎR XIST 
 
Bakirhan, bi bîr xist ku Tirkiyeyê, Peymana Mafên Astengdaran a Neteweyên Yekbûyî (NY) îmze kiriye lê şertên wê bicih nayîne. Bakirhan, got ku astengdar ji xizmetan bêpar tên hiştin, bêkar tên hiştin û ji bo hêsankirina jiyana wan tu xebat nayên kirin. Di heman demê de Bakirhan got ku ji bo zimanê dayikê û zimanê îşaretê bibe xwedî statû têdikoşin û ji bo vê bang li îktîdarê kir. Ji bo tayînên astengdaran jî Bakirhan bang li îktîdarê kir. 
 
BANG LI HEVŞAREDARAN KIR 
 
Bi domdarî Bakirhan bang li hevşaredaran kir û got: “Divê her kes bikare xwe bigihîne xizmetên we. Divê kar û xebata şaredariyên me ji bo vê bin. Dema payerê, jorbihûrk û jêrbihûrk tên çêkirin, divê ji ewil hûn astengdaran bifikirin. Divê mîna her kesî, astengdar jî bikarin ji van xizmetan sûdê bigirin. Şaredariyên me dest bi avakirina serokatiya daîreya astengdaran kirin. Ev girîng e. Em ê ne tenê li şaredariyên bajarên mezin, li bajaran jî midûriyetên daîreyan ên astengdaran ava bikin. Xebatên bi vî rengî biqedr in.” 
 
Bakirhan, axaftina xwe wiha qedand: “Em şaredarvaniya rantê nakin. Em, çavkaniyên şaredariyê ji bo hemû kesî bi kar tînin. Jiyaneke serbixwe ya astengdaran deynê stûyê me tevan e. Ji bo vê jî ya ji destê me tê em ê bikin. Niha li Tirkiyeyê tekane partiya xwedî manîfestoya astengdaran em in. Dê partiya astengdaran bibe DEM Partî. Em ê bi hev re xebatên baş bikin, komxebatan li dar bixin. Em ê bi hev re têbikoşin.”
 
Piştre jî Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun bi hev re Rêziknameya Serokatiya daîreya Xizmetên Astengdar û Kalan dan naskirin. 
 
 

Sernavên din

18/12/2024
15:35 32 rêxistinên civaka sivîl ên Spanyayê li dijî êrişên ser Rojava banga lezgîn kirin
15:34 Dewleta tirk û komên paramîlîter êrişî Tişrînê dikin
14:54 Xelkê Silopiyayê li dijî êrişan meşiya: Rojava rûmeta me ye
14:23 Li gorî wezaretê şanoya Kurdî ‘ewlehiya cemaweriyê’ xerab dike!
13:42 Dadgehê ji parêzeran re got: Kurro hûn çi diaxivin!
13:17 Kesên li Parîsê hatin qetilkirin dê bi girseyî bên bibîranîn
13:01 Meşa ‘azadiyê’ li Dîlokê ye: Şertê ewil ê çareseriyê azadiya Ocalan e
11:41 Bû 23 roj hêj jî wezaretê ji bo Îmraliyê ‘dema guncav’ diyar nekiriye
09:54 Xelkê Agiriyê ji şaredariya xwe razî ye
09:52 'Heke hûn dixwazin bi hev re bijîn modela Rojava esas bigirin'
09:20 Şandeya kesên pispor ji ber HES’ê li Geliyê Zorê keşf kir
09:08 Faîlên Taybet Înanê ev 9 sal in hêj nehatine girtin
09:01 'Rojava ji bo jinan û gelan hêvî ye'
09:01 Banga yekitiyê li 4 parçeyên Kurdistanê kirin
09:00 30 sal in manşeta 'Bila mirovahî fedî bike!' ya ji bo kurê xwe vedişêre
09:00 ROJEVA 18’Ê KANÛNA 2024’AN
17/12/2024
21:43 Li navçeyên Rihayê hevdîtinên azadiyê
21:35 Nobeda li sînorê Qamişliyê: Çareserî li Îmraliyê ye
16:03 Li Êlihê li dijî qeyûm berxwedan didome: Em serî natewînin
15:42 Ji damezirînerên ÎHD’ê Husnu Ondul wefat kir
15:17 BES-AR: Sînorê xizaniyê nêzî 80 hezar lîreyan bû
15:10 Dewleta tirk gundên Girê Spî bombebaran kir
14:56 Ji girtiyan re qertên piştevaniyê şandin
14:48 Jiyan Ateş a 8 caran tehliyeya wê hatibû taloqkirin hate berdan
14:43 Dayikên Aştiyê li dijî êrişan banga yekitiyê kirin
14:01 Nobeta li ser sînor di roja 5’an de didome
13:57 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
13:47 Hevserokê MED-DER’ê yê berê Rifat Ronî hate berdan
13:26 Bayindir bang li Meclisê kir ku bi ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bicive
12:31 Li Dêrsimê 4 kes hatin binçavkirin
12:30 Beriya danişîna Rifat Ronî daxuyanî hate dayin: Ziman, hebûna me ye
11:38 Li Wanê rêya 21 gundan hatin girtin
10:42 'Mûxatabê çareseriyê li Îmraliyê ye’
10:38 Ji bo çareserî û azadiyê birêketin: Em piştgiriyê bidin meşê
10:25 Serokê Yekitiya Suryanan: Rêveberiya Xweser temînata nasnameyan e
09:51 Jiyan Dêrik: Heta jin hebin dê her li ber xwe bidin
09:44 Bernameya ‘Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê’ ya Edeneyê
09:31 ‘Mesele pirsgirêka kurd nîne meseleya Tirkiyeyê ye’
09:27 Mûrat Karayilan: Li Rojava têkiliya me bi tu rêxistinan re nîne
09:10 Jinên Ereb û Ermen li dijî êrişên Tirkiye û komên paramîlîter li ber xwe didin
09:07 Tirkiye 7 sal in cenazeyê Campbellê nade
09:03 Piştgiriya ji bo berxwedêran: Em jiyaneke wekhev û azad dixwazin
09:00 'Rojava li dijî hêzên emperyalîst û paşverû alternatîf e'
09:00 Di ser mirina Eyşe Şanê re 28 sal derbas bûn
09:00 Şengal ji bo Rojava seferber bûye
09:00 ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2024'AN
16/12/2024
16:14 Ji 4’ê Mijdarê ve li Êlihê nêzî 300 kesan hatin binçavkirin
15:59 Li ser sînorê Qamişloyê daxuyanî: Abdullah Ocalan dikare şer bi dawî bike
15:52 Li Mêrsînê binçavkirin hatin protestokirin
15:48 Li Îzmîrê piştgirî dan kampanyaya ‘Şandina pereyan a ji girtiyan re sûc nîne’
14:47 ‘Heta Abdullah Ocalan azad dibe dê meşa me bidome’
14:42 Nobeta li ser sînorê Qamişloyê bi stranên berxwedanê didome
13:42 Binçavkirin li Wanê hatin protestokirin
13:41 Li Kobanê bi deh hezaran kes li dijî êrişan rabûn ser pêyan
12:36 Rêveberiya Xweser beyannameya diyalogê eşkere kir
11:42 'Divê kesek li ser Kurdan hesabên şaş neke’
11:36 'Wisa xuya dike ku dê HTŞ jî wek rejîma BAAS siyasetê bimeşîne'
11:05 Di doza Nîhat Kazanhan de dê qeydên HTS’ê bên lêkolînkirin
10:54 HDK: Dê jin qedera Rojhilata Navîn diyar bikin
10:53 Oya Baydar: Divê partiyên muxalefetê gav biavêjin
Onûr Hamzaoglû: Weke gava ewil divê tecrîdê rakin
10:52 Li Cizîrê 4 kes hatin binçavkirin
10:52 'Li hemberî şer pêwîstî bi rêxistinbûna jinan heye’
10:51 EMEP: Parastina Rojava erka hemû kesî ye
10:13 Li dijî êrişan li ber xwe didin: Rojava rûmeta mirovahiyê ye
10:12 Bîrdal: Ji bo Abdullah Ocalan biaxive divê zemîna hiqûqî were amadekirin
09:26 Ji bo 'Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê' banga tevlibûnê
09:08 Ji ber krîza aboriyê nikarin xwe germ bikin
09:02 'Nenaskirina mafê hêviyê binpêkirina qedexeya îşkenceyê ye’
09:01 Ji bo doza Hevserokê MED-DER’ê yê berê Ronî banga piştevaniyê
09:00 ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2024'AN
08:05 Xwebûn bi manşeta ‘Çol de gulêke: Rojava’ derket
15/12/2024
17:07 Ji PYD’ê banga ‘civîna neteweyî ya Sûriyeyê’
16:53 ‘Em jin, ji bo bidawîkirina mafên mirovan aştiyê diparêzin’
16:42 Şivanê ketibû çem mirî hate dîtin
16:41 'Bi qeyûman re dixwazin Kurdan li her qadê tune bikin’
16:08 Li ser sînor bang kirin: Sedsala 21’emîn dê bibe sedsala Kurdan
16:07 Mazlum Ebdî têkildarî civîna li Urdunê daxuyanî da
14:16 Rêveberiya xweser banga hişyariyê li xelkê herêmê kir
14:09 Di 3 rojan de gelek sivîl bi êrişên dewleta tirk hatin qetilkirin
13:51 Ozel: Bi gotina ‘pirsgirêka Kurd tune ye’ re pirsgirêk çareser nabe
13:37 Nobeta li ser sînorê Qamişloyê di roja 3’yemîn de didome
13:11 Xelkê Minbicê li dijî komên paramîlîter greva giştî li dar xistin
13:10 Rêveberiya Kantona Firatê ji bo Kobanê bang kir
12:21 Encamnameya 3’yemîn Konferansa Jinan a DBP’ê hat eşkerekirin
12:02 Bakirhan bang li şaredariyan kir: Divê astengdar bikarin xwe bigihînin xizmetan
11:59 ‘Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê' sibe dest pê dike
11:28 Budak ê ji DEM Partiyê îstîfa kirî meclisa şaredariyê bêbandor kir
11:14 Hejmara 94’an a Kovara Jinê derket
10:35 Li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê nobet: Em ê rê nedin êrişan
09:58 Ozturk: Tirkiye naxwaze li Sûriyeyê çareserî pêş bikeve
09:31 Rojnameger Adali: Ji bo yekitiya Sûriyeyê divê Rêveberiya Xweser di hemû pêvajoyan de cih bigire
09:00 Medyaya îktîdarê şer sor dike
09:00 ROJEVA 15’Ê KANÛNA 2024’AN
14/12/2024
18:38 DAIŞ'ê 6 şivan kuştin
18:34 Pinar Aydinlar hat berdan
17:32 Çalakiyên protestokirina êrişan: Parastina Rojava erka her kesî ye
15:50 Xwestin biryara demborî ya doza kesên hatine qetilkirin bê rakirin
15:38 Li Amedê Daîreya Xizmeta Pîr û Kalan hat avakirin
15:30 Jiyana girtiyên nexweş Kaytan û Okur di xetereyê de ye
15:16 Rewşenbîr 'çareseriyê' dixwazin: Aştî ferz e